Navenda Mafê Mirovan a Baroya Stenbolê têkildarî girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşar daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Mehmet Edîp Taşar di 11ê Sibatê de dîsa anjiyo bûye û daketiye 40 kîlo.
Mehmet Edîp Taşar ê ku 70 salî ji 27ê Kanûna 2022yan ve li Girtîgeha Marmareyê ya Hejmar 5an de tê girtin. Nexweşiya dil, şekir, tansiyon, prostat, KOAH û gurçikê Mehmet Edîp Taşar heye. Lê tevî van nexweşiyan Mehmet Edîp Taşar nayê berdan. Navenda Mafê Mirovan a Baroya Stenbolê ji bo Mehmet Edîp Taşar li avahiya xwe ya Beyogluyê daxuayanî da. Endam û rêveberên Baroya Stenbolê û endamên OHDê tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê endama Navênda Mafê Mirovan a Baroya Stenbolê Rabîa Gundogmuş ve hat xwendin.
‘Tedawiya li ser piyan li Mehmet Edîp Taşar tê ferzkirin’
Rabîa Gundogmuş diyar kir ku rewşa Mehmet Edîp Taşar hatiye astekî xeternak û got: “Mehmet Edîp Taşar heta îro 19 caran anjiyo bûye. Gelek nexweşiyên wî cuda cuda jî heye. Di rewşa dawiyê de Mehmet Edîp Taşar êdî nikare bi rihetî nefes bikişîne. Tevî van rewşan jî dema sewqî nexweşxaneyê tê kirin li nexweşxaneyan tedawiyeke baş nayê kirin. Mehmet Edîp Taşar nikare bi tenê li ser piyan bisekine, tedawiya li ser piyan li Mehmet Edîp Taşar tê ferzkirin. Malbata Mehmet Edîp Taşar diyar kir ku di hevdîtina dawiyê de nekarîye Mehmet Edîp Taşar nas bike. Mehmet Edîp Taşar di girtîgehê de krîza dil derbas kir lê tenê 12 rojan li nexweşxaneyê hat tedawîkirin. Di wan 12 rojan de jî destûr nehat dayîn ku malbata wî li gel wî bimîne.”
‘Divê demildest biryara tehliyeyê bê dayîn’
Rabîa Gundogmuş anî ziman ku ATKê biryara “dikare li girtîgehê bimîne” da û wiha axivî: “Di sewqa dawiyê ya ATKê ye de bijîşkên ATKê bi zorê xwestina Mehmet Edîp Taşar bidin meşandin û jê re gotine ‘tu dikarî bimeşî, derew dikî’ û wî li erdê kaş kirine. Her ku diçe rewşa Mehmet Edîp Taşar dijwartir dibe. Mehmet Edîp Taşar di 11ê Sibatê de dîsa anjiyo bûye û daketiye 40 kîlo. Li gorî di xala 17an ya Qanûna Bingehîn de mafê jiyanê heye. Dewlet divê li gorî wê zagonê tev bigere. Divê dadgeh û Dadgeriya Bakirkoyê demildest biryara tehliyeyê bidin.”














