Amed – Hevserokê Şaxa OHDê ya Amedê Mûhîttîn Mûgûç têkildarî meşa ku dê di 27ê Sibatê de ji bo bicihanîna mafê hêviyê pêk bînin diyar kir ku heke mafên hiqûqî pêk neyên, pêşketina siyaseta demokratîk ne pêkan e û xwest ku mafên gelê Kurd di makeqanûnê de bên nasîn.
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) dê di 27ê Sibatê de li Amedê bi daxwaza bicihanîna “Mafê hêviyê” meşekê li dar bixe. Meş dê saet di 14:00an de li pêşiya Mizgefta Mezin a navçeya Sûrê dest pê bike û heta pêşiya Edliyeya Amedê bidome. Piştî meşê jî dê ji bo bicihanîna “Mafê hêviyê” ji Wezareta Dadê, Komîsyona Meclisê û Serokatiya Meclisê re name bên şandin. Hevserokê Şaxa OHDê yê Amedê Mûhîttîn Mûgûç derbarê meşê de ji Ajansa Welat re axivî.
‘Tirkiyeyê di warê hiqûqî de gavên şênber neavêtine’
Mûhîttîn Mûgûç di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser biryarên DMMEyê yên derheqê mafê hêviyê de û wiha got: “Heke hûn kesekî heta dawiya temenê wî girtî an jî dîl bihêlin, li ser we ferz e ku hûn rê û rêbazên teknîkî û hiqûqî ava bikin da ku ew kes rojekê azad bibe. Dewleta Tirkiyeyê neçar e van derfetan pêk bîne. Lê belê, tevî van biryarên navneteweyî jî Tirkiyeyê heta niha di warê hiqûqî de tu gav neavêtine û pêvajo ji ber sedemên siyasî û civakî tê rawestandin.”

‘Birêz Ocalan nikare rol û mîsyona xwe bi cih bîne’
Mûhîttîn Mûgûç, di berdewamiya axaftina xwe de qala mafê hêviyê û pêvajoyên aştiyê yên paşerojê pêk hatin û wiha bilêv kir: “Di sala 2025an de di navbera Tevgera Azadiya Kurd û Dewleta Tirkiyeyê de pêvajoyek dest pê kir û Birêz Ocalan wekî muxatab û aktorê sereke yê vê pêvajoyê hate qebûlkirin. Lê hate diyarkirin ku di şert û mercên heyî de, ji ber bêderfetî û astengiyan Birêz Ocalan nikare rol û mîsyona xwe bilîze. Ji bo vebûna rêya siyaseta demokratîk, pêkanîna mafê hêviyê ev yek şerteke teqeze. Heke di Meclisê de qanûn neyên guhertin, guherîna li Tirkiyeyê ne pêkan e.”
‘Em hiqûqnas dixwazin ku gelê Kurd di Makeqanûnê de bê naskirin’
Mûhîttîn Mûgûç di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Nêzîkî sedsalek e ev komar ava bûye, lê gelê Kurd û neteweyên din ji mafên xwe bêpar mane. Ziman û çanda Kurdî di Makeqanûnê de cih nagire. Em weke hiqûqnas dixwazin ku gelê Kurd di Makeqanûnê de bê naskirin. Heke mafên hiqûqî pêk neyên û nasname neyên parastin, pêşketina siyaseta demokratîk ne pêkan e. Em daxwaz dikin ku ev pirsgirêk bi lezgînî di çarçoveya hiqûq û edaletê de bê çareserkirin. Ji bo ku ev pirsgirêk di warê pratîkî de bê çareserkirin, nûnerên OHDê dê ji her aliyan ve tev li vê meşê bibin.”












