Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan û biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin pêk anî.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Ergîn Atabey û Mahmût Yamalak ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin, bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîn.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê platforma medyaya dijîtal Xê ev peyam parve kir:
“Birêz Abdullah Ocalan, îro li Girava Îmraliyê bi endamên malbata xwe Mehmet Ocalan û Omer Ocalan re hevdîtin pêk anî. Miwekîlên me yên din birêz Hamîlî Yildirim, birêz Omer Hayrî Konak, birêz Ergîn Atabey û birêz Mahmût Yamalak jî îro li Girava Îmraliyê bi endamên malbata xwe re hevdîtin pêk anîn.”













