Di salvegera yekemîn a pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de peyamek nû ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin.
Îro salveger yekemîn a banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. 27ê Sibata 2025an banga Abdullah Ocalan hatibû xwendin û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kiribû. DEM Partî bi armanca salvegera yekemîn a banga Abdullah Ocalan li Dika Yilmaz Guney a li navçeya Çankayayê ya Enqereyê bernameyek li dar dixe û dê bi mebesta salvegera yekemîn peyamek nû ya Abdullah Ocalan hate xwendin.
Siyasetmedarê Kurd Veysî Aktaş bi zaravayê Kurmancî peyamê xwend û endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan jî peyama bi Tirkî xwend.












