• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

    YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

    Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

    Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

    Rojnameger Oznur Deger piştî îfadeyê hat berdan

    Rojnameger Oznur Deger piştî îfadeyê hat berdan

    ÎHD û OHDê yên Êlihê: Rêveberên rehabîlîtasyonê hewldane bûyerê veşêrin

    ÎHD û OHDê yên Êlihê: Rêveberên rehabîlîtasyonê hewldane bûyerê veşêrin

    MEBYA-DERa Êlihê civîneke gel li dar xist

    MEBYA-DERa Êlihê civîneke gel li dar xist

    75 kes bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê kirin

    75 kes bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê kirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ahmet Karamus: Çekdanîn ne teslimiyet e

Mahmût Altintaş / AW

11 TÎRMEH 2025 - 08:48
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Hevserokê KNKê Ahmet Karamûs anî ziman ku merasîma çekdanînê ya komeke gerîla pêngaveke dîrokî ye û got: “Divê ew çekdanîn weke teslimiyet neyê dîtin. Ev pêvajoya jidilbûnê ya çareseriya prsgirêka Kurd e. Divê dewlet jî piştî vê gavê jidilbûna xwe nişan bide.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9ê Tirmehê de piştî 26 salan daxuyaniyeke bi dimên da. Daxuyaniya Abdullah Ocalan a dîrokî li Kurdistan û cihanê deng vêda. Piştî daxuyaniya Abdullah Ocalan niha jî çavê raya giştî ya Kurdistan, Tirkiye û cihanê li bajarê Silemaniyê yê başurê Kurdistanê ye. Komeke gerîlayên PKKê wê bi merasimeke çek daynin. Li Bakurê Kurdistanê û derveyî welat bi sedan siyasetmedar, sazî, hiqûqnas, rewşenbîr, nivîskar û rojnamegeran berê xwe danê Silemaniyê. Dê li dewereke bajarê Silemaniyê merasîma çekdanînê bê li darxistin û ji raya giştî ya cihanê re be parvekirin.

Hevserokê Kongreya Yekitiya Neteweyî ya Kurdistanê Ahmet Karamus, derbarê merasîma çekdanîne, pêvajoya çareseriyê ya pirsgirêka Kurd û xebatên avakirina yekitiya Kurd de ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Birêz Abdullah Ocalan pir zelal helwesta xwe da diyar kir’

Ahmet Karamus derbarê daxuyaniya Abdullah Ocalan a bi dimen ku li girava Îmraliyê ji raya giştî re hat parvekirin de destnîşan kir ku li hemû dinyayê deng vêda û wiha got: “Bangavaziya birêz Abdullah Ocalan ku bi dimen hat weşandin dîrokî ye. Ne tenê ji bo tevgera Kurd û Tirkiyeyê ji bo hemû dinyayê bandorek mezin kir. Bangavaziyeke gelek girîng bû. Cara yekem Serokekî Kurd li girtîgeha Îmraliyê bi vî awayî daxuyaniyê dide. Birêz Abdullah Ocalan bi awayekî şefaf û vêkirî helwesta xwe diyar kir. Bêguman daxuyaniyeke bi vî rengî ji bo me jî pir girîng e. Em bi hevî ne ku pêvajo bi vî awayî berdewam bike û çareseriyeke bi xwe re bîne.”

‘Çekdanîn ne teslimiyet e’

Di berdewama axaftina de Ahmet Karamus balkişand ser merasîma çekdanînê ya komeke gerîlayên PKKê ku îro pêk bê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Merasîma çekdanîne girîng e. Tevgera Kurd bi vê merasime wê helwesta xwe ya dilpakiyê nişan bide. Di pêvajoyê de çi dikevê ser milê aliyê Kurd yek bi yek bi cih tînê. Piştî banga birêz Abdullah Ocalan kongreya PKKê hat li darxistin û biryara fesîhê girtin. Niha jî çekdanîn dê bi merasîmekê bê li darxistin. Tişta herî girîng jî divê wisa neyê fikirandin ku ev teslîmbûn e. Ev ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd e. Kurd didin xuyakirin ku li ser mutabakata ku me li hev kiriyê tevdigerin. Hezên gerîla hezeke bi beşdarbûna gelek terafan wê bi merasîmeke vê yekê nîşan bide. Ew destnîşankirin a dilpakiya tevgera Kurd e.”

Divê dewlet jî ji dilbûna xwe nîşan bide’

Ahmet Karamus destnîşan kir ku piştî merasîma çekdanînê divê dewlet jî jidilbûna xwe nîşan bide û ev tişt got: “Divê piştî vê gav avetinê dewlet jî jidilbûna xwe ya pêvajoyê bide nîşan dan. Divê di bin siwana parlamentoya Tirkiyeyê de komîsyoneke çareseriyê bê avakirin. Komîsyonek di aliyê mekazagonê ve tiştên hatinê li hev kirin bi cih bîne. Heke Tirkiyeyê jidil be pêvîste li gor pêvajoyê tevbigerê û di ser zemînê demokrasiyeyê. Birêz Abdullah Ocalan dibêje em derbasî merhaleya 2yemîn bûne. Ew jî tê wateya ku di navbera her dû aliyan de nexşereyek heye. Ji bo wê jî divê tiştên pêvîst bên kirin. Ji aliyê komisyona meclise û avakirina zemîna demokrasiyê ve gav bên avetin. Heke Tirkiye bi vî awayî tevnegerê ew pêvajoya çareseriyê jî wê careke din bê encam bimîne.”

Di vê pêvajoyê de ya girîng avakirina yekitiya netewî ye’

Ahmet Karamûs herî dawî anî ziman ku di vê pêvajoyê de yek jî ya herî girîng avakirina yekitiya neteweyî ya Kurd e û axaftina xwe wiha qedand: “Yekitiya Netewa Kurd di vê pêvajoyê de gelekî girîng e. Fikir û rêmanan partiyan çi dibe bila bibe. Divê hemû partiyên Kurd tevlî pêvajoyê bibin. Em bikarin konsensuseke di navbera hêzên bakur de ava bikin. Heke diyalog di nava partiyan de çêbibe bawerim yekrêziyeke çêbibe. Partî dibe ku di hemû mijaran de weke hevdû nefikirin lê di mijara neteweyî de em dikarin li hev bikin. Ew yek li Rojhilat jî li Bakur jî dikarê pêk were. Niha bi hemû hêza xwe em hewl didin li Rojhilata platformeke ava bikin û xizmeta yekitiya neteweyî ya Kurd bikin. Li Rojava beriya niha konferansa yekrêziyê çêbibû. Li başurê Kurdistanê jî hinek astengî hene. Niha hewldanên me ji bo başurê Kurdistanê jî hene ku yekrêziya Kurdan ava bibe. Bangavaziya birêz Abdullah Ocalan a yekitiya neteweyî ya Kurd jî gelek girîng û dîrokî ye. Em jî wateyeke mezin didin. Di vê qonaxa ku Rojhilata Navîn û cihanê de diqewimin heke Kurd yekitiya xwe ava nekin û nebin aktorekî sereke yê pêvajoyê xeterê li pêşiya me wê hebin. Ji bo wê jî divê li her derê em fikir û rêmanên cûda bidin aliyekî û yekitiya xwe ava bikin. Edî tahamula gelê Kurd ji windakirina sedsaleke din re tune ye.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Enqereyê hejmara girtiyan derket 103 kesan  HATE NÛKIRIN

Li Enqereyê hejmara girtiyan derket 103 kesan HATE NÛKIRIN

25 HEZÎRAN 2026
YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

25 HEZÎRAN 2026
Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

25 HEZÎRAN 2026
Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

25 HEZÎRAN 2026
Rojnameger Oznur Deger piştî îfadeyê hat berdan

Rojnameger Oznur Deger piştî îfadeyê hat berdan

25 HEZÎRAN 2026
ÎHD û OHDê yên Êlihê: Rêveberên rehabîlîtasyonê hewldane bûyerê veşêrin

ÎHD û OHDê yên Êlihê: Rêveberên rehabîlîtasyonê hewldane bûyerê veşêrin

25 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

    Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Teşhîsa şaş bû sedema texrîbatên giran!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çarçove qanûn dê piştî civîna NATOyê bê rojeva Meclîsê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – 4: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Qirkirin, înkar û bişaftin: Çi bi serê Sûryaniyên li vî welatî hat?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ala Kurdistanê û portreya Demîrtaş bû hinceta binçavkirina E.A ya 17 salî 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 25ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayikên Aştiyê ji bo mitîngê gazî kirin: Aştî û azadî weke nan û avê ferz e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dikandarên Hala Sêrtê: Krîza aborî bandoreke neyînî li me dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (694)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne