Hêzên rojavayî di pêvajoya qutkirina gaza Rûsyayê de, çavkaniyên enerjiya Azerbaycanê dixin bin kontrola xwe. Şîrketa petrolê ya pirneteweyî ya Brîtanyayê BP, wê wekî operatorê sereke dest dayne ser qada gaza xwezayî ya Babekê ya li Deryaya Xezerê.
Şerê parvekirina enerjiyê yê hêzên kapîtalîst li ser çavkaniyên Deryaya Hazarê kûrtir dibe. Şîrketa enerjiyê ya pirneteweyî ya Brîtanyayê British Petroleum (BP) dê di projeya mezin a li peravên Azerbaycanê de, operatoriya qada gaza xwezayî ya Babekê bigire destê xwe.
Stratejiya kêmkirina îthatala gaza Rûsyayê
Hate zanîn ku piştî biryara Ewropayê ya ji bo kêmkirina îthalata enerjiya ji Rûsyayê, çavkaniyên enerjiya Azerbaycanê ji bo hêzên rojavayî bêtir girîng bûne. Ev yek jî rê li ber xespkirin û monopolkirina çavkaniyên herêmê ji aliyê şîrketên Ewropayê vedike.
Dê di 1ê Hezîranê de bê eşkerekirin
Sê çavkaniyên ku ji Reutersê re axivîne diyar kirin ku Şîrketa Enerjiyê ya Dewleta Azerbaycanê (SOCAR) û BP wê peymana têkildarî qada Babekê di 1ê Hezîranê de bi awayekî fermî ragihînin. Li gorî zanyariyan, li vê qadê bi qasî 400 milyar metrekup rezerva gaza xwezayî û nêzî 80 milyon ton jî rezerva kondensata gazê heye.
Qada Babekê ya ku niha di bin sîwana SOCARê de tê birêvebirin, wê ji niha pê ve wekî projeyeke serbixwe rasterast ji aliyê BPê ve bê xebitandin. Qada navborî ku 75 kîlometreyan li başûrê Bakuyê ye, bi qada Umîdê re cîran e. Ev her du qad bi awayekî jeolojîk bi hev ve girêdayî ne û di lîteratûra navneteweyî de wekî Bloka Umîd-Babek tên zanîn.









