• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ev maça dawî ji bo Amedsporê maça man û nemanê ye

    Ev maça dawî ji bo Amedsporê maça man û nemanê ye

    Çeteleya cînayetên kar: Di sê mehan de 432 karker mirin e

    Çeteleya cînayetên kar: Di sê mehan de 432 karker mirin e

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 30yê NÎSANA 2026an

    19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

    19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

    Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

    Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

    Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ev maça dawî ji bo Amedsporê maça man û nemanê ye

    Ev maça dawî ji bo Amedsporê maça man û nemanê ye

    Çeteleya cînayetên kar: Di sê mehan de 432 karker mirin e

    Çeteleya cînayetên kar: Di sê mehan de 432 karker mirin e

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 30yê NÎSANA 2026an

    19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

    19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

    Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

    Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

    Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Baruffaldi: Berdana Abdullah Ocalan dê demokrasiyê pêş bixe

Navenda Nûçeyan /AW

2 ÇILE 2025 - 10:01
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Nivîskar û akademîsyen Francesca Baruffaldi anî ziman ku ew bi aştiya di navbera gelan de bawer e û got: “Serbest berdana Rêberê Gelê Kurd wê hem ji bo pirsgirêka kurd hem jî ji bo demokratîkbûnê bibe gava yekemîn.”

Tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan didome. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji 15ê Sibata 1999an heta niha li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di yek hucreyê de tê girtin. Kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” ku di 10ê Cotmeha 2023an de li cîhanê hat destpêkirin 2 sal in didome. Nivîskar û akademîsyenên xwediyê Xelata Nobelê jî di nav de gelek kes ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan kampanyayên cuda dan destpêkirin û serlêdan kirin. Di 3yê Kanûna 2024an de heyeteke navneteweyî bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê da. Di nav serlêderan de Francesca Baruffaldi, li ser navê Konfederasyona Kedê ya Îtalyayê La Confederazione Generale Italiana del Lavoro (CGIL Lombardia) jî hebûn.

Francesca Baruffaldi geşedanên dawî ji edîtora Ajansa Mezopomanyayê (MA) Hîvda Çelebî re axivî. Francesca Baruffaldi diyar kir ku rewşa siyasî aloz e û got: “Ez bawer dikim ku pozîsyonên nû yên ku Ocalan arasteyî hikûmeta tirk kirin û tiştên di warê aştiyê de gotin, şerê li Xeze û Lubnanê û di çaçroveya şoreşa i Sûriyeyê de nirxandina wan senaryoyeke pir zehmet e. Tirkiye ku di nava van hemû sînoran de cih digire, divê bi kurdan û serokê wê yê ku bi salan e bi neheqî hatiye girtin, li hev bike. Senaryoya navneteweyî di seranserê salê de bi lez guherî, ne tenê li Rojhilata Navînê, li seranserê cîhanê. Peyamên Ocalan ji bo aştiya herêmê û cîhanê gelek girîng in. Senaryoya şer a ku Îsraîl dimeşîne dibe ku gelek şerên nû bi xwe re bîne. Bêguman Tirkiye roleke sereke dilîze. Destê ku Ocalan wê dirêjî hikûmeta Tirkiyeyê bike, di warê petama aştiyê ya ji bo hemû gelan de gelekî girîng e.”

‘Berdana Abdullah Ocalan dê demokrasiyê pêş bixe’

Francesca Baruffaldi anî ziman ku ew bi aştiya di navbera gelan de bawer im û wiha axivî: “Baweriya min bi aştiya di navbera gelan de heye. Serbestberdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hem ji bo pirsgirêka kurd hem jî ji bo demokratîkbûnê wê bibe îşareteke girîng. Lê li gorî min hêzên navneteweyî wekî temaşebvanan tevdigerin an jî bi pevçûnên din re eleqedar dibin. Ev xemsarî cinawirên nû diafirîne. Ez wekî welatiyekî Ewropayê ji ber komkujiya li Rojhilata Navînê ya li dijî sivîlan xemgîn im. Ez ji ber bêdengiya saziyên Ewropayê matmayî me. Dibe ku piştî serdana şandeya DEM Partiyê ya 28’ê Kanûnê, tiştek derkeve holê.”

Francesca Baruffaldi bal kişand ser êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku gengeşeyên çareseriyê didomin û bi dawî kir: “Tirkiye ji bo her du maseyan jî dilîze. Bomberdûman û qirkirina li ser gelan rawestînin. Em banga aştiya lezgîn dikin.”

Etîket: Abdullah OcalanFrnacesca Baruffaldi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Heyeta Îmraliyê: Aştî bi hiqûqê dikare were mayîndekirin

Heyeta Îmraliyê: Nêrînên birêz Ocalan berevajî tên nîşandan

29 NÎSAN 2026
Temellî: Divê zemîneke qanûnî yê muzakereyê hebe

Temellî: Divê zemîneke qanûnî yê muzakereyê hebe

27 NÎSAN 2026
DOSYE – Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve – 1  Di ser komploya 15ê Sibatê re 27 sal derbas bûn

Ji 15 sendîkayên Ewropî banga ji bo Abdullah Ocalan: Mafê hêviyê nas bikin

27 NÎSAN 2026
Şînasî Atabey: Statûkoya sedsalî perçe dibe, serdema aqilê stratejîk ê Kurdan e

Şînasî Atabey: Statûkoya sedsalî perçe dibe, serdema aqilê stratejîk ê Kurdan e

27 NÎSAN 2026
Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk dest pê kir

Konferansa Yekîtiya Neteweyî: Yekîtî êdî ne tercîh, mecbûriyet e

26 NÎSAN 2026
Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser yekîtiya neteweyî peyamên dîrokî dan

26 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Şano dikare bibe hilgirê sereke ya peyama aştiyê’

    ‘Şano dikare bibe hilgirê sereke ya peyama aştiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Aldar Xelîl: Şam ne bi feraseta çareseriyê lê bi hişmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Colemêrgê ev nezî 2 meh in ava vexwarinê şêlû diherike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê: Nêrînên birêz Ocalan berevajî tên nîşandan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Jinan a Rêveberiya Xwecihî: Em ê rêxistinkirina komunan bi hev re ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê ji bo ‘Meşa Rûmetê’ bang kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (1024)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne