• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

    Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

    Li Qoserê 500 donim zeviyên genim şewitî

    Li Qoserê 500 donim zeviyên genim şewitî

    Ji mitînga Amedê bang kirin: Divê birêz Ocalan azad bibe

    Banga mitînga ‘azadiyê’: Divê roja mitîngê hemû dinya me bibîne

    Dayikên Aştiyê banga tevlibûna ‘Mitînga Azadiyê’ kir

    Dayikên Aştiyê banga tevlibûna ‘Mitînga Azadiyê’ kir

    Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

    Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

    Li Farqînê bertek nîşanî êrişa li dijî Parka Rojîn Kabaîşê dan

    Li Farqînê bertek nîşanî êrişa li dijî Parka Rojîn Kabaîşê dan

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Bavê Mahsûm Karaoglan: Em ê li pey doza xwe bin

Fexredîn Kiliç - Onder Akbûlût / AW

3 NÎSAN 2025 - 08:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Bavê Mahsûm Karaoglan, Abdûrrahman Karaoglan ku di salvegera kuştina kurê xwe de axivî, diyar kir ku 16 sal in doza kurê wî û hevalê wî encam negirtî ye û destnîşan kir ku dê li pey doza kurê xwe bin.

Di 4ê Nîsana 2009an de bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi gundê Amara yê Xelfetî ya Rihayê ve meşa “Rêwîtiya ber bi Rojê ve” hatibû lidarxistin. 10 hezar kes tev li meşê bûbûn û dema meşvan ber bi Amarayê ve dimeşiyan, li devera Karataşê ya navçeya Bêrecûkê pêşiya wan ji hêla polîs û leşkeran ve hatibû girtin. Polîs û leşkeran bi bombeyên gazê êrişî meşvanan kiribûn. Xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Mahsûm Karaoglan û Mûstafa Dag ê ji navçeya Pirsûsê ji ber bombeyên gazê yên hatin avêtin jiyana xwe ji dest dan. Dozgeriya Komarê ya Bêrecûkê têkildarî qetilkirina Karaoglan û Dag lêpirsîn da destpêkirin lê ev 16 sal in tu pêşketin çênebûn. Bavê Mahsûm Karaoglan, Abdûrrahman Karaoglan di salvegera kuştina kurê xwe de axivî û qala wê pêvajoyê kir.

‘Navê Mahsûm Karaoglan ji parke rakirin’

Abdûrrahman Karaoglan qala jiyana kurê xwe Mahsûm Karaoglan kir û anî ziman ku ew û Mahsûm weke hevalan bûn. Abdûrrahman Karaoglan ku kurê xwe û Mûstafa Dag bi bîr anîn wiha got: “Di 4ê Nîsanê de ez jî çûm Amarayê. Dewleta tirk hezim nekir û gaz û bombe ser mirovan reşandin. Mahsûm û Mûstafa Dag li wir şehîd bûn. Heta ku em sax bin em ê li pey doza wan bin. Em ê di rêya wan de bin.” Abdûrrahman Karaoglan da zanîn ku piştî Mahsûm Karaoglan hate kuştin Şaredariya Erxeniyê ya wê demê navê wî li parkekê kir û ev tişt gotin: “Dema qeyûm hate tayînkirin, ji navê wî hezim nekirin û rakirin. Navekî mirovên xwe lê kirin. Dilê min bi vê yekê êşiya.”

‘Mahsûm stûna dilê me bû’

Abdûrrahman Karaoglan behsa roja ku Mahsûm Korkmaz hate kuştin kir û wiha berdewam kir: “Ez çûm Amarayê û ji ber dozekê vegeriyam. Dema şehîd ket ji Bîrecîkê anîn Rihayê ez li wir gihiştimê. Rojeke tarî bû. Mahsûm stûna dilê me bû. Hate şikandin. Diya wî jî wisa bû. Dema niha jî qala wî dikin xemgîn dibin. Mahsûm hem xwendevanê me bû hem jî di malê de yê biçûk bû. Weke hevalekî em bi hev re bûn. Barekî giran bû.”

‘Heta sax bim ez ê li ser şopa kurê xwe bim’

Abdûrrahman Karaoglan, bal kişand ser doza têkildarî kuştina Mahsûm Korkmaz û Mûstafa Dag hatiye vekirin û av agahî dan: “Doz 14-15 sal in encam negirtî ye. Me bir DMMEyê hêj li wir e. Îsal polîsan ba me kir. Gotin ‘hûn dest ji doza xwe berdidin an na?’ Min jî got em ê çawa dest ji doza xwe berdin, hem qetil bikin hem jî ez dest ji doza xwe berdim? Em li vê dinyayê jî li axretê jî dozdar in. Ev 14-15 sal in tiştek derneketiye.” Abdûrrahman Karaoglan, destnîşan kir ku heta sax be dê li ser şopa kurê xwe be û wiha domand: “Em nikarin doza xwe berdin.”

‘Divê pergal ji bo çareseriyê xwe biguherîne’

Abdûrrahman Karaoglan, bal kişand ser pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Kesên ku derfetên wan hebe, bila tev li bibin. Ev yek serbilindî ye. Hêvî dikim ku dê serkeftin a gelê kurd be.” Abdûrrahman Karaoglan, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibatê de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev pêvajo yek alî nameşe divê pergal gavekê biavêje. Gelê kurd girêdayî Serokatî ye. Serok çi bêje li pey wî ne, wî qebûl dikin. Ji ber vê yekê divê pergal ji bo çareseriyê xwe biguherîne.”

‘Divê Serokatî bi awayekî fizîkî azad bibe’

Abdûrrahman Karaoglan, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Xwediyê vê dozê yê bingehîn Serokatî ye. Xwediyê dozê di nava dozê de nebe, av di rê de naçe. Wesayît bê ajokar di rê de naçe. Divê Serokatî bi awayekî fizîkî azad bibe ku bikare kongreya PKKê kom bike. Du hefteya carekê bi çûyîna Îmraliyê nabe. Divê îro Serokatî di nava gel de be.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

22 HEZÎRAN 2026
Li dijî kana kevir a li Kurdoxoliyê bertek: Proje gefê li qadên jiyanê dixwe

Li dijî kana kevir a li Kurdoxoliyê bertek: Proje gefê li qadên jiyanê dixwe

22 HEZÎRAN 2026
Li Qoserê 500 donim zeviyên genim şewitî

Li Qoserê 500 donim zeviyên genim şewitî

22 HEZÎRAN 2026
Keskîn Bayindir: Kurd bi awayekî qanûnî mafên xwe dixwazin

Keskîn Bayindir: Kurd bi awayekî qanûnî mafên xwe dixwazin

22 HEZÎRAN 2026
Ji mitînga Amedê bang kirin: Divê birêz Ocalan azad bibe

Banga mitînga ‘azadiyê’: Divê roja mitîngê hemû dinya me bibîne

22 HEZÎRAN 2026
Welatiyê ku şibandin endamê PKKê hat girtin!

Welatiyê ku şibandin endamê PKKê hat girtin!

22 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Rihayê gendeliya malzemeyên tibê: Malzeme hatine dizîn û firotin HATE NÛKIRIN

    Li Rihayê gendeliya malzemeyên tibê: Malzeme hatine dizîn û firotin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye 1: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Bindestê bindestan li cîhanê bêwelat in: Komarê ji Romanan re çi kir?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Koçber li benda vegerê ne: Serêkaniyê hê jî bi destê dewleta Tirk tê birêvebirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêveberên DEM Partiya Sêrtê: Werin em bi hev re Rêberê Gelê Kurd azad bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Denîz Undav bi nasnameya xwe ya Kurdî di rojeva cîhanê de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ala Amedsporê bi Pira FSMê ve hate daliqandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 22yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyê ku şibandin endamê PKKê hat girtin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Roja Muzîkê ya Cîhanê şahiyek hate lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (621)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne