Wan – Jinên Wanî ên xwestin pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bidome, girtî werin berdan. Jinan anî ziman ku ji destpêka pêvajoyê heta niha tu cenaze nehatine, dayik nagirîne û gotin: “Aştî gula civakê û welat e. Divê kes ji aştiyê netirse û destê xwe dirêjî aştiyê bike.”
Pêvajoya “Aşî û Civaka Demokratîk” ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de dest pê kir, li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dem û gavên dîrokî li pey xwe hiştin. Li ser banga Abdullah Ocalan, PKKê di 5-7ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12emîn li dar xist û biryara xwefesixkirinê da. Li dû vê gavê, di 11ê tîrmehê de komeke gerîla ku Hevseroka KCKê Besê Hozat jî di nav de bû çekên xwe şewitandin, di 26ê Cotmehê de gerîlayên Tevgera Azadiyê li Qendîlê ragihandin ku ew ji sînorên Tirkiyeyê vekişiyane. Tevî van hemû rûdanên şênber û gavên dîrokî yên aliyê Kurd jî, dewletê ji bilî avakirina “Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Millî” tu gavên şênber neavêtiye.
Jinên Wanî derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivîn, bang li dewletê kirin ku gavan şênber bavêje.
‘Divê girtî werin berdan gavên şênber bên avêtin’

Welatî Leyla Duman nerazîbûn nîşanî bêdengiya rayedaran da û got: “Tu tiştekî ji bo me nakin. Em azadiya serokatiya xwe, azadiya xwe, azadiya ciwan û jinên xwe û azadiya zimanê xwe dixwazin. Girtîgeh bi ser her tiştî re ne. Lazim e deriyên girtîgehan werin vekirin û girtî werin berdan. Evqas ciwan di hundir de ne, guneh e. Girtiyên me hene ku 20-40 sal in di hundir de ne. Divê êdî gavên berbiçav werin avêtin.”
‘Divê Rêzdar Ocalan azad bibe’

Welatî Nazdar Aslan jî bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî û wiha got: “Divê girtîgeh werin valakirin û Rêzdar Abdullah Ocalan azad be.”
‘Aştî gula civakê û welat e’

Zekîye Aslan bal kişand ser daxuyaniyên li ser aştiyê tên dayîn û ev tişt gotin: “Di 27ê Sibatê de Birêz Ocalan bangek kir û pêvajoyek da destpêkirin. Gelê li her çar parçeyên Kurdistanê ji vê gavê û aştiyê re amade ne. Baweriya me ji civaka me heye. Em bibin yek, em ê biserkevin. Mixabin dewletê hîn gav neavêtiye. Heta Abdullah Ocalan azad nebe, ne civaka Tirk û ne jî ya Kurd azad dibe. Daxwaza min ew e ku dewlet gav bavêje. Aştî gula civakê û welat e. Divê kes ji aştiyê netirse û destê xwe dirêjî aştiyê bike.”
‘Ji dema ku Serokatiyê ev gav avêtiye, heta niha cenaze nayên’

Welatî Kewê Işik jî destnîşan kir ku baweriya wan heta dawiyê bi rêxistin, partî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê û wiha axivî: “Rêzdar Ocalan daxwaza aştiyê kiriye û ev aştî dê di navbera gelê Kurd û Tirk de pêk bê. Ji dema ku Serokatiyê ev gav avêtiye û heta niha, cenaze ji bo kesî nehatine; ne ji bo Kurdan ne jî ji bo Tirkan. Şer çênebûye, dayik nagirîn û kêfa me bi vê yekê xweş e. Divê dewlet xwe kerr û lal neke, destê xwe dirêjî aştiyê bike. Pêvajoya ku Birêz Abdullah Ocalan daye destpêkirin pir girîng e, divê her kes destê wî bigire û vî destî vala nehêle. Banga min ya ji hemû gelan, Kurd, Tirk, Ereb, Sunî û Êzîdî ew e ku rabin ser piyan, tîfaqa xwe xurt bikin û bila Kurd jî bibin yek. Em ê bigihîjin armanca xwe.”












