• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TUAY-DERa Sêrtê 1emîn Kongreya Asayî li dar xist

    TUAY-DERa Sêrtê 1emîn Kongreya Asayî li dar xist

    Roja ewil a Sempozyûma Kurdî qediya: Mamosteyên Rojava rewşa ziman vegotin

    Roja ewil a Sempozyûma Kurdî qediya: Mamosteyên Rojava rewşa ziman vegotin

    Li Sêrtê bi girseyî serdana şîna şervana YPJê hate kirin

    Li Sêrtê bi girseyî serdana şîna şervana YPJê hate kirin

    Li Amedê Konên Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî hatin danîn

    Li Amedê Konên Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî hatin danîn

    Li Enqereyê Komuna Ziman a Ciwanan hate vekirin

    Li Enqereyê Komuna Ziman a Ciwanan hate vekirin

    Bi hevgirtinê bersiv dan êrişa li dijî formayê Amedsporê

    Bi hevgirtinê bersiv dan êrişa li dijî formayê Amedsporê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Bila 2026 bibe sala azadiya girtiyan’

Wan / AW

26 KANÛN 2025 - 13:43
Kategorî: ROJANE
A A
Saziyên demokratîk û partiyên siyasî bi boneya sersalê kart ji girtiyan re şandin. Hevserokê Şaxa TUHAY-DER a Wanê Osman Başak ku beriya kart şandinê axivî û xwest girtiyên siyasî bên berdan û hêvî kir ku sala 2026an bibe sala azadiya gelan.

Saziyên Demokratîk û partiyên siyasî yên Wanê bi pêşengiya Şaxa Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) a Wanê bi boneya serê salê kart ji girtiyan re şandin. Girseyê beriya kart şandinê li ber PTTyê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmûd Dîndar, nûnerên saziyan û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

Hevserokê Şaxa TUHAY-DER a Wanê Osman Başak di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û diyar kir ku tevî pêvajoyê jî li gelek girtîgehan zextên li ser girtiyan didome. Osman Başak da zanîn ku mafê girtiyan tê binpêkirin û got: “Em dixwazin heta serê salê girtiyan berdin û binpêkirina mafan bi dawî bibin. Bi sedan girtiyên nexweş, girtiyên temen mezin hene û em dixwazin ev bên berdan. Her wiha em dixwazin ji bo birêz Ocalan mafê hêviyê bê pêkanîn. Em dê bi boneya serê salê ji girtiyan re kart bişînin, Hêviya me ew e ku sala 2026an bibe sala azadiya hemû gelan, jiyaneke wekhev, bicîhkirina hiqûqê.”

Parlamenter Mahmûd Dîndar jî axivî û diyar kir ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ji bo hemû gelan şanseke mezin e û xwest sala 2026an bibe sala azadiyê.

Piştî daxuyaniyê ji girtiyan re kart hatin şandin.

Etîket: girtikart ji girtiyan re şandinsala 2026
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

16 GULAN 2026
Li Îzmîrê ji bo sosyalîstên 100 roj in girtîne banga piştevaniyê hat kirin

Li Îzmîrê ji bo sosyalîstên 100 roj in girtîne banga piştevaniyê hat kirin

13 GULAN 2026
Akbaş piştî 31 salan hat berdan, berdana 3 girtiyan hat taloqkirin

Akbaş piştî 31 salan hat berdan, berdana 3 girtiyan hat taloqkirin

13 GULAN 2026
Platforma Wanê: Girtina rê mafê jiyanê dixe xeteriyê

Platforma Wanê: Girtina rê mafê jiyanê dixe xeteriyê

28 NÎSAN 2026
Li Colemêrgê 18 roj in rê girtî ye, gel perîşan e

Li Colemêrgê 18 roj in rê girtî ye, gel perîşan e

28 NÎSAN 2026
Tedawiya girtiya nexweş tê astengkirin

Tedawiya girtiya nexweş tê astengkirin

25 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi hevgirtinê bersiv dan êrişa li dijî formayê Amedsporê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (427)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne