• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê’ bi dawî bû

    ‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê’ bi dawî bû

    Saziyên elewiyan qurbaniyên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî

    Saziyên elewiyan qurbaniyên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî

    Encannameya konferansa MÎA-FEDê: Ji bo aştî û civaka demokratîk berpirsyariyê bigirin ser xwe

    Encannameya konferansa MÎA-FEDê: Ji bo aştî û civaka demokratîk berpirsyariyê bigirin ser xwe

    Çetîn Arkaş: Pêvajo serbikeve dê encameke weke Ronesansa Fransayê derxîne holê

    Çetîn Arkaş: Pêvajo serbikeve dê encameke weke Ronesansa Fransayê derxîne holê

    Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

    Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

    Otomatik taslak

    Konferansa MÎA-FEDê: Bingeha Îslamê demokratîk e

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

DEM Partî: Binçavkirina Îmamoglu tolhildana li dijî Lihevkirina Bajêr e

Navenda Nûçeyan /AW

19 ADAR 2025 - 10:31
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan binçavkirina Ekrem Îmamoglû, rojnameger û şaredarên navçeyan şermezar kirin. Navenda DEM Partiyê jî diyar kir ku binçavkirin tolhildana li dijî lihevkirina Bajêr e. 

Polîsan di saetên serê sibehê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû yê CHPî jî di nav de gelek kes binçav kirin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihand ku Îmamoglû ji ber îdiayên “Rêveberiya rêxistina sûc”, “endamtiya rêxistina sûc”, “bertîl”, “şêlandina biwesf”, “daneyên şexsî bi awayekî derhiqûqî bi dest xistiye” û “Di îhaleyê de hîle kiriye” hatiye binçavkirin. Di daxuyaniyê de têkildarî operasyonê agahî hatin parvekirin û ji bo Îmamoglû pênaseya “rêveberê rêxistina sûc” hat bikaranîn.

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li ser hesabên xwe yên Xê bertek nîşan dan.

Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku binçavkirina Îmamoglû, rojnameger û şaredarên navçeyan nayê qebûlkirin û ew red dikin. Tulay Hatîmogûllari, binçavkirin weke operasyoneke siyasî nirxand û got ku rageşiya civakî ya li Tirkiyeyê bêhtir pêş dixe. Tulay Hatîmogûllari got: “Binçavkirina şaredarê bajarê herî mezin ê welat, şermeke mezin e ku dê neyê jibîrkirin. Bi vê operasyonê re siyaset bi destê darazê hatiye dîzaynkirin.” Tulay Hatîmogûllari xwest Îmamoglû û hemû binçavkiriyên din tavilê bên berdan.

Tuncer Bakirhan jî operasyona li dijî Îmamoglû, rojnameger û şaredarên navçeyan êrişeke aşkera ya li dijî demokrasî û îradeya gel e. Bakirhan, wiha domand: “Em vê bêhiqûqiya li dijî îradeya gel red dikin û bi tundî şermezar dikin. Tavilê ji vê rêya xwe ya xelet vegerin û rêzê ji bo îradeya gel bigirin.” Bakirhan, anî ziman ku weke DEM Partiyê ew bi îradeya gelê Stenbolê re ne û xwest Îmamoglû û binçavkiriyên tavilê bên berdan.

Navenda DEM Partiyê daxuyanî da

Lijneya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê jî têkildarî binçavkirina Ekrem Îmamoglu û kesên din daxuyanî da û wekî tolhildana li dijî Lihevkiran Bajar pênase kir. MYKa Dem Partiyê da zanîn ku ev binçavkirin li dijî siyaseta demokratîk û hevkariya siyasî ya Lihevkirina Bajarê û bi vê yekê Lihevkirina Bajar dikin armanc.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê’ bi dawî bû

‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê’ bi dawî bû

21 HEZÎRAN 2026
Saziyên elewiyan qurbaniyên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî

Saziyên elewiyan qurbaniyên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî

21 HEZÎRAN 2026
Encannameya konferansa MÎA-FEDê: Ji bo aştî û civaka demokratîk berpirsyariyê bigirin ser xwe

Encannameya konferansa MÎA-FEDê: Ji bo aştî û civaka demokratîk berpirsyariyê bigirin ser xwe

21 HEZÎRAN 2026
Çetîn Arkaş: Pêvajo serbikeve dê encameke weke Ronesansa Fransayê derxîne holê

Çetîn Arkaş: Pêvajo serbikeve dê encameke weke Ronesansa Fransayê derxîne holê

21 HEZÎRAN 2026
Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

21 HEZÎRAN 2026
Otomatik taslak

Konferansa MÎA-FEDê: Bingeha Îslamê demokratîk e

21 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Konferansa MÎA-FEDê: Divê em Îslama Demokratîk ava bikin

    Konferansa MÎA-FEDê: Divê em Îslama Demokratîk ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Îslama Demokratîk bingeha xurt a Aştî û Civaka Demokratîk e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Êlihê tecawiza zarok: Bira girtin, lêpirsîna bav didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermendên TEV-ÇANDê gel vexwendin Mitîngên Azadiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gelek navçeyên Stenbolê amedekariyên Mitînga Azadiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Werin em azadiya birêz Ocalan pêk bînin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa MÎA-FEDê: Ji Sumeyye bîn Habbâtê heya Dayîkên Aştiyê têkoşîn didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saziyên Sivîl yên Amedê gel vexwendin ‘Mitînga Azadiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (597)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne