Rejîma Îranê di 2024an de li rojhilatê Kurdistanê 63 kolberên kurd kuştin û 233 kolber jî birîndar kirin.
Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê leşkerên rejîma Îranê di 2024an de 63 kolberên Kurd kuştin û 233 kolberên Kurd jî di gulebaran û êrişa raste rast de birîndar kirin. Hate destnîşankirin ku ji ber astengî û rêgiriyên rejîma Îranê ya li pêşiya rêxistin û çalakvanên mafê mirovan di şopandin û lêkolînkirina binpêkirinên li Rojhilatê Kurdistanê, bîlançoya pêwîst nehatiye komkirin.