• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Îranê 3 xwepêşandêr hatin darvekirin

    Li Îranê 3 xwepêşandêr hatin darvekirin

    DBP: Kobanê sey rûmetê însanîyetî payra ya!

    DBP: Terteleya Dêrsimê di dilê gelê Kurd de birîneke kûr e

    Li gorî TUÎKê enflasyon meha Nîsanê ji sedî 32,37 zêde bûye

    Li gorî TUÎKê enflasyon meha Nîsanê ji sedî 32,37 zêde bûye

    Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran hat pîrozkirin

    Aligirên Amedsporê hatin binçavkirin

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Pêvajo nameşe’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Pêvajo nameşe’ derket

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 4ê GULANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Îranê 3 xwepêşandêr hatin darvekirin

    Li Îranê 3 xwepêşandêr hatin darvekirin

    DBP: Kobanê sey rûmetê însanîyetî payra ya!

    DBP: Terteleya Dêrsimê di dilê gelê Kurd de birîneke kûr e

    Li gorî TUÎKê enflasyon meha Nîsanê ji sedî 32,37 zêde bûye

    Li gorî TUÎKê enflasyon meha Nîsanê ji sedî 32,37 zêde bûye

    Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran hat pîrozkirin

    Aligirên Amedsporê hatin binçavkirin

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Pêvajo nameşe’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Pêvajo nameşe’ derket

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 4ê GULANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di çarçoveya avakirina komunan de Mala Gel a Ronahiyê hat vekirin

Wan / AW

16 KANÛN 2025 - 15:48
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Şaredariya Seravê û niştecihên taxa Şerefxaneyê bi hevkarî di encama xebatên komunan de Mala Gel a Ronahiyê vekir.

Şaredariya navçeya Seravê ya Wanê û niştecihên taxa Şerefxaneyê di çarçoveya avakirina xebatên komunan de Mala Gel a Ronahiyê vekir. Biryara avakirina mala gel di sala 2024an de bi niştecihên Şerefxaneyê re hate girtin û di sala 2025an de temelê wê hate danîn. Hemû kar û xebat niştecihan hilgirt ser xwe, şaredariyê jî ji aliyê melzemeyan ve alîkarî da wan. Îro jî bi tevlibûna hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku qeyim li şûna wî hatiye tayinkirin, Hevşaredarên Seravê Fîlîz Ozturk û Davût Acar, hevserok û rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û niştecihên Taxa Şerefxaneyê bi merasîmekê Mala Gel a Ronahiyê hat vekirin.

‘Piştgiriyê bidinê banga Rêzdar Ocalan’

Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî di merasîma vekirinê de axivî û bal kişand ser girîngiya komunan. Veysî Dîlekçî diyar kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê xebatên rêxistiniyê bên xurtkirin û got: “Heke em bikevin rihetiyê û nexibitin, em ê winda bikin. Ji ber vê yekê divê em hercar pirtir xwe rêxistin bikin. Ji bo yekitiya gelê me jî ev yek pêwist e. Divê em hemû xwedî li banga Rêzdar Ocalan derbikevin û piştgiriyê bidinê.”

 ‘Em ê li vir bi hev re biryaran bidin’

Hevşaredarê Seravê Davût Acar diyar kir ku ev der ne tenê avahiyeke, jiyanekê di hindirê xwe de dihewîne û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Em dixwazin li vir têgihîştineke civakî pêş bixin. Ev mala gel bi piştgirî û komuna gelê me hatiye avakirin. Malên me yên gel cihên ku dê têgihîştina demokratîk xurt bikin in. Li van malan, em ê li ser pirsgirêkên xwe nîqaş bikin û bi hev re biryaran bidin. Li vir, em ê paradîgmayeke demokratîk û rizgariya jinan bicîh bînin.”

 ‘Ev der dê weke akademiyekê xizmetê bike’

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan jî di vekirinê de axivî û ev tişt gotin: “Tevî zehmetiyên aborî yên ku em dijîn jî, hevalên me xizmetên girîng dikin. Wan, ev xizmet bi gel re kirin. Dema ku gel xwe birêxistin dike, çi qas zext hebe jî, xebatên pîroz derdikevin holê. Ev xanî di encama bingeha sereke ya bîrdoziya me de hatiye avakirin. Di banga birêz Abdulah Ocalan a 27ê Sibatê de behsa avakirina civakeke demokratîk jî tê kirin. Armanca vê yekê ew e ku gel xwe bi xwe birêve bibe. Bingeha vê yekê jiyana komunal e. Jiyana komunal ev gel heta îro li ser pêyan hiştiye. Li cihê ku gel, jin, ciwan û zarok lê hebin û biryaran bidin, pirsgirêk çênabin. Dê ji vê malê gelek xebatên girîng derbikevin holê. Ev der dê wekî akademiyekê jî xizmet bike.”

Piştî axaftinan mala gel bi çepikan hat vekirin.

 

Etîket: Mala Gel a RonahiyêŞaredariya Seravê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Saziyên ziman dê sibê Deklerasyona 15ê Gulanê aşkere bikin

    Saziyên ziman dê sibê Deklerasyona 15ê Gulanê aşkere bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gelawêj Ewrîn: Piştî şerê Îranê dibe ku statuya hin netewe-dewletan biguhere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclisa Ciwanan: Bêyî azadiya Serokatiyê aştî pêk nayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevdîtina jinan bi konsera Neslîhan Edîş bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • MÎT: Dê ji bo PKKiyên çek berdane ‘mekanîzmaya teyîdkirinê’ bê avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinan li Amedê hevdîtina kedê li dar xistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Xitimandina pêvajoyê dê bi azadiya Abdullah Ocalan derbas bibe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em soz didin ku ‘em ê aştiyê bînin li vî welatî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Serkeftina Amedsporê dilê Kurdan geş kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (84)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne