Di danişîna 4emîn a doza tacîza li dijî zarokên li Meclîsê dixebitîn de biryara tehliyeya faîlan hate dayîn.
Zarokên ku di çarçoveya Navenda Perwerdehiya Hempîşeyî (MESEM) de li Meclîsa Tirkiyeyê stajê dikirin, bi tacîza xebatkarên Meclîsê re rû bi rû mabûn. Piştî bûyer li ser medyaya dîjîtal belav bû, doz hatibû vekirin û faîl hatibûn girtin. Îro danişîna 4emîn de derbarê dozê hate lidarxistin. Parêzerên dozê û nûnerên rêxistinên jinan di danişînê de amade bûn. Di danişîna dozê de biryara tehliyeya faîlan hate dayîn.











