• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dîktator çûn celad hatin

Navenda Nûçeyan /AW

25 KANÛN 2024 - 11:38
Kategorî: FORUM
A A
Nivîskarê rojnameya Xwebûnê Medenî Ferho bi sernavê “Dîktator çûn, celad hatin” bal kişand ser hilweşandina rejîma Beşar Esat û hatina HTŞê.

Nivîskar Medeni Ferho li ser rewşa Sûrî gotarek girt dest. Medenî Ferho bi ser navê “Dîktator çûn, celad hatin” balê dikişîn ser rewşa rejîma berê û siberoja Sûriyeyê. Nivîsa Medenî Ferho ya rojnameya Xwebûnê wiha ye:

“Her kesê ku li ser faşîzmê radiweste, dibêje; “faşîzm ideolojiya sedsala bîstan e.” Ev gotin, tê wateya ku faşîzm bi Hîtler, Mussolînî û şerê 2mîn ê cîhanê re tê sînordar kirin. Akademisyenên Tirk, (Adem Keser , Aybike Kocadaş) jî faşîzmê weke îdeolojiyeke siyasî ya modern binav dikin. Balkêş e, piraniya profesorên li Tirkiyeyê darbeyên eskerî yên faşîst, weke bikaranîna mafekî “desturnameyê” bi binav dikin.

Ev dîtin ne rast in, faşîzm jî, tenê dîktatorî û siyaset nîne. Li gorî weqî û mîzena Kurdan, faşîzm, bi paşayên Îtîhat û Terakî ku weke çeteyan tev digeriyan dest pê dike. Ya rast, Tabloya Pîcaso Guernîca, ku sînoran ji wesif, nasname û nirxandinên faşîzmê re nas nake, weke mînak bigirin. Ji bo vê jî em ê, îro bi fîgurên nîgarkêşan, nêzîkî cûrretkariya desthilata faşîst a AKP/MHP bibin. Herçiqasî, fîgur û sembolên nîgarkêşan ne yekser jî bin, bi reng û smebolan berxwedanê nîşan didin. Rengê nigarkêşan gotin in, heta sinorên asoyên gotinan jî derbas dikin. Nîgarkêş, di afirîneriya xwazeyê de berxwedana cawîdanî dikin û mesajê didin. Bazirgan, diktator û faşîst, çiqasî xwezayê talan û wêran bikin jî, xweza li berxwe dide û xwe ji xweliya xwe ji nû ve ava dike. Nîgarkêş hemû ji civaka ekolojîk in. Her tabloyên ku bûne nasnameya trajediyên mirovahiyê, weke mîrateyeke êşê têne binavkirin. Li erdnîgariya Kurdistanê jî dengbêjan ev trajedî anîne ziman û wek mîrateyeke dîrokî hiştine.

Nîgarkêş, hozan û helbestvan, xwezayê diparêzin û desturê nadin ku sembolên aşitî, ked, demokrasiyê û jiyana bi rûmet bibin para diktator û faşîstan. Ji bo vê jî helbestvan û stranbêj bi gotinan, nigarkêş jî bi rengan têdikoşin. Di tabloyên ku weke resmên drametîk têne binavkirin de darên zeytunê, zeviyên genim, spîndar, gul, gulbijêrk, stêrk, gulên berbiroj, jin û zarok sembol in.
Helbet, resim, tenê tuwal û boyax nine. Feylesofê Tirk Ulus Baker jî bi devê feylesofê Rusî Alexandre Koyre dibêje; “di dawiya serdema navîn de mirovahî ji serdemeke girtî-tarî, derbasî serdemeke vekir-ronahî bûye”. Lê çeteyên Îtîhat û Terakî jibîr dike. Bi saya Îtîhat û Terakî, erdnîgariya Kurdistanê ji ronahiyê kete serdema tarîtiyê. Dewleta Tirk jî civak ji armancê dûr kirin, di nava destîniyek gurandina fotografan û destur nedan ku gavekê pêşiya xwe bibînin.
Van Gogh dibêje; “Dem deman êş, dem deman perdeya demê û bûyerên ku demê parçe dikin”, dîmen û tabloya serdema me vedibêje. Eş, bûye nan û ava civakan û perdeya demê jî, rê li ber hilatina rojê digire. Dem hatiye parçekirin û tarîtî serdest bûye. Ji bo vê jî nîgarkêş her dem xwe mecbur dibînin ku têkoşînek hunerî bikin. Her kes, serdama navîn weke serdema tarî binav dike. Lê dema em li serdema îro dinêrin, ji serdema navîn bi gelekî tarîtir e û bi qîr, teşqele, dek, dolab û derewan dagirtî ye.

Gelo kîjan serdema li Kurdistanê ne Guernîcaya Pîcaso ye? Yan jî ne naveroka helbestên Lord Byron e? Her çiqas ev helbestvanê îngilistanî wek Don Juan were bi navkirin jî, bi qasî T. S Elîot, êş û azara komên xelkê di dil û mêjiyê xwe de hîs kiriye. Gotinên wî didine xuyakirin ku dil û cegera wî jî bixwîn e. Balkêş e, piraniya helbestavanên kurd, navên dil û cegera bixwîn bikaranîne. Salnameyên sed salî û îro yên Tirkiyeyê tabloyên Van Gogh yên serdema xalayê ne. Kiryarên li erdnîgariya Kurdistanê jî tabloya Pîcasso Guernîca ne. Rewşa îro, mina salên 1915-38 volqanî ne û tenê bi metamorfîk a faşîzan bi volqanên dojehî dikare were ziman.

Di lîteretura marksizmê de jî ol pêşiya zextên neteweyî û çînayetî digire. Lê senteza Îslama Tirk ji Îslama cîhanê cûda ye. Mezheb, Quran, sunet û ferzên olî û haedîsên cenabê Mihemed hemû di îdeolojiya “tûrkî tûrk” Tirk îslamê de dîl hatine girtin. Li Herêma Rojava nîgarkêşên wekî Malva û Bahram Haco derketinê hole. Tabloyên Malva, tarîtiya li Kurdistanê ne. Tabloyên Bahram jî bi sembolên strîzerkên di bedena mirovan de êşa travmatîk û bi rengên metaforîk û ecacokî derdixin pêş.

Beriya demekê min nîgarkêşê Mizizexî yê Suryanî Şeo jî nas kir. Tabloyên xwe ji min re şandin. Sembolên Şeo, xaç û dengê naqosê ne. Di her tabloya wî de tarîtiya di nava rengên xelcoyî de girî û hewara Tûrabdîn û Seyfo tê dîtin. Hestên wî yên mirovî şiyar in û dikare di rengan de girî û hewara Tûrabdîn biqîre. Van Gogh jî bi taybetî di sembola stêrkan de, gerêneka ba û bahozê yan jî gerêneka çem û deryayê di nava taritiyê de xêz dike. Lê her gerêneka stêrikan bi saya firçeya Vana Gogh ronahiyeke têr û tijî zerkî ruhê mirovan dike. Di jiyana Van Gogh de dixuyê ku ew ji tarîtî, bextreşî û hovitiya sistema bazirganî rizgar nebûye û di encamê de guhekî xwe jêdike. Sembolên Van Gogh, neynika ba û bahoza çeteyên SMO û HTŞ ya li ser paşeroja civakên Sûriyê ne.

Armanca min ew e ku di qîr û teşqeleyên serdemê yên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê de balê bikişînin ser armancên hêzên emperyalîst û Tirkiyê. Helwesta balkêş jî ya Tirkiyê ye. Piştî ku diktatoriya 61 salî têk çû monarkên li Kendavê bêdeng bûn, lê dewleta Tirk, serokomar Erdogan, weke gayê bitir ku nîrê xwe bişikîne, serketina HTŞê weke serketina xwe binavkir û bi serxweşiyeke emperyalîst êrîşî Kurdên li Bakurê Suriye – Rojava kir. Dewleta Erdoganland tarîtiya di tariyê de ye û wahşeta serdemê ye. Di vê serdama taritiya tarî de, gelê Kurd û gelê Filîstînî têne tunekirin.

Etîket: ColanîErdoganHTSMedenî FerhoTirkiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

25 HEZÎRAN 2026
Erdogan: Em li ser qanûneke çarçoveyê dixebitin

Erdogan: Em li ser qanûneke çarçoveyê dixebitin

24 HEZÎRAN 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Dibêjin lê napêjin’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Dibêjin lê napêjin’ derket

22 HEZÎRAN 2026
Li Suriyeyê ji Rejîma Baasê heta HTŞê çi guherî?

Li Suriyeyê ji Rejîma Baasê heta HTŞê çi guherî?

26 GULAN 2026
Zanîngeha Bîlgiyê dîsa hate vekirin

Zanîngeha Bîlgiyê dîsa hate vekirin

25 GULAN 2026
Hesabên MAyê yên Xê hatin astengkirin

Hesabên MAyê yên Xê hatin astengkirin

21 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne