• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

    Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

    ‘Paradîgamaya Ocalan dê bandorê li Tirkiye û cihanê bike’

    ‘Paradîgamaya Ocalan dê bandorê li Tirkiye û cihanê bike’

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Ozgur Ozel: Em ji bo aştiyeke mayînde di nava hewldaneke zêde de ne

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Fetî Yildiz: Mafê hêviyê wê di raporê de cih bigire

    Fetî Yildiz: Ji bo aştiya mayînde em ê stranên xwişk û biratiyê bistrên

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Gund bi gund digere û berikên kevn dikire

Nedim Oruç / AW

27 TEBAX 2025 - 08:21
Kategorî: ÇAND, CIVAK, MANŞET
A A
Şirnex- Li Welêt êdî karê berikên bi destan tên çêkirin nemaye û gel berikên xwe yên kevin jî difiroşe. Welatiyê bi navê Îhsan Berk, gund bi gund digere û berikên kevn ji welatiyan dikire.

Li Kurdistanê salên berê welatiyan berikên ku li mala xwe radixandin, bi destan çêdikirin. Ev li her maleke wekî çandekê bû. Piştî ku berikên fabrîkasyonê derketin welatî êdî nema berikan bi destan çêdikin û berikên kevin ên di malan de jî ji ber ku şuştin û danîn û rakirina wan zehmet de bikar naînin. Welatiyê bi navê Îhsan Berk, gund û bi gund digere û berikên êdî nayên bikaranîn ji welatiyan dikire û pê debara xwe dike.

Li Wan, Şirnex û Colemêrgê digere

Îhsan Berk diyar kir ku ji ber êdî gel berikên bere bikar naîne ew dirizin û wiha axivî: “15  sal in, ez li gundan digerim û berikên kevin dikirim. Êdî gelê me berikên berê bi dest hatine çêkirin bikar naîne. Piraniya wan rakirine û dirizin. Ez jî li Wanê, Colemêrgê, Şirnexê gund û bi gund digerim van berikan kom dikim. Kesên ku ji min dikirin hene û ew jî difiroşin dewletên derve.”

Êdî kes berikên bi destan çênake

Îhsan Berk da zanîn ku êdî li herêmê tu kes bi karê çêkirina berikan mijûl nabe û axaftina xwe wiha domand: “Gelê me êdî berikan çênake. Ji ber ku rakirin û paqijkirina wan jî zehmet e, tu kes di mala xwe de bikar naîne. Ji ber vê yekê em ji başûr û rojhilatê Kurdistanê jî berikan dixwazin û difiroşin dewletên ewrûpa. Bihaya wan ji 50 dolar heya 1000 dolar em dikirin. Buhaya wan jî li gor nexş û kevnatiya wan em diyar dikin.”

Ji bo berikan ji Meletiyê hat Cizîrê

Welatiyê bi navê Mûrat Tîmûrtaş ku ji Meletiyê hat Cizîrê û berikan dikire jî bi lêv kir ku ew salê çend caran tê Cizîrê û wiha axivî; “Salê du sê caran ez têm Cizîrê û berikan dikirim. Piştre em van dişon û paqij dikin. Piştî paqijkirinê em ji bo kirînê ji ewrûpa re wêneyê berikan dişinin. Dema kesên berikan bikirin daxwaz dikin, em ji wan re dişinin welatên ewrûpayê.”

Etîket: berikançandÎhsan BerkKurdistanŞirnex
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ghodbedîn Sadeghî: Şano alîkarê demokrasiyê ye

Ghodbedîn Sadeghî: Şano alîkarê demokrasiyê ye

10 GULAN 2026
Sînorên Qesra Şîrînê dê bi Neteweya Demokratîk bêwate bibin

Sînorên Qesra Şîrînê dê bi Neteweya Demokratîk bêwate bibin

7 GULAN 2026
Ji malbata girtiyê Kurd Bekirzade banga hestiyariyê

Ji malbata girtiyê Kurd Bekirzade banga hestiyariyê

27 NÎSAN 2026
Ji Rojava û Rojhilat peyamên konferansê: Destkeftî tenê dikare bi yekîtiyê bên parastin

Ji Rojava û Rojhilat peyamên konferansê: Destkeftî tenê dikare bi yekîtiyê bên parastin

26 NÎSAN 2026
Li çar bajaran çarenûsa windayan hate pirsîn

Li çar bajaran çarenûsa windayan hate pirsîn

25 NÎSAN 2026
Nûçegihanê me Nedîm Oruç ji girtîgehê derket

Nûçegihanê me Nedîm Oruç ji girtîgehê derket

24 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çêkera naverokên medya dîjîtal: Hînbûna min a Kurdî bersivek bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Vezîr Parlak: Li Colemêrgê ‘Konsepta Dêrsimê’ tê meşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sûlava Emrûdê piştî salan careke din bi heybet diherike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayhan Erkmen li Wanê jiyana Celadet Elî Bedîrxan vegot

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Waliyên Hewlêr û Dihokê serdana Şaredariya Amedê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Payîzava serayek vekir: Armanc xurtkirina aboriya jinan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (307)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne