Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê, li ser mîraseya dîrokî ya Radyoya Êrîvanê û rojnameya Rêya Taze gotûbêjek li dar xist.
Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê, li ser rêwîtiya ‘Radyoya Êrîvanê’ û rojnameya ‘Rêya Taze’ bi sernavê ‘Êrîvan xeber dide’ li Eywana Tahir Elçî ya Baroya Wanê gotûbêjek li dar xist. Serkarê beşa Kurdî yê Radyoya Êrîvanê Keremê Seyad û nivîskar û derhêner Salîh Kevirbirî wekî axivêr beşdarî gotûbêjê bûn. Her wiha welatî û nûnerên saziyên sivîl jî tevli gotûbêjê bûn.
Pêşî li ser mijara Radyoya Êrîvan û Rêya Taze belgefîlm hat temaşekirin û piştre Salih Kevirbirî dest bi axiftinê kir. Salîh Kevirbirî bal kişand ser rola dîrokî ya rojnamegeriya Kurdî û diyar kir ku di jiyana her nivîskar, rojnameger û hunermendî de xwedî cihêrengiyeke herî taybet e.
‘Azadiya Welat her dem bûye cihê serbilindiyê’
Salih Kevirbirî destnîşan kir ku bingeha xebat û berhemên wî bi xêra rojnameyên Welat, Welatê Me û Azadiya Welat ava bûye û got: “Ez dikarim ji bo Salîh Kevirbirî bêjim ku di qada nivîsandina min de –û bawer im ji bo her kesî wisa ye– cîhekî taybet ê her kesî heye. Dema mirov behsa nivîskarekî, rojnamegerekî yan hunermendekî bike, her dem ji bo wî mirovî cîhekî wisa heye ku ji her cihî taybettir e. Ji bo min jî serpêhatiya Welat, Welatê Me û Azadiya Welat her dem bûye cihê serbilindî û serfiraziyê. Vana hişt ku îro ez li hizûra we bim. Bi saya serê van rojnameyan, eger me tiştek kiribe an berhemek afirandibe, ez dikarim bêjim ku bi xêra wan e.”
‘Helbesta ‘Em hemû Mûsa ne’ di wî quncikê Apê Mûsa de hat weşandin’
Salih Kevirbirî bal kişand ser mîrateya ku piştî qetilkirina Apê Mûsa di rojnameyê de hatiye parastin û got: “Piştî ku Apê Mûsa şehîd ket, quncikê wî vala nema. Hevalên ku ji wê weşan û kevneşopiyê tên vê yekê baş dizanin. Bawer im nêzî salekê nav û wêneyê wî li wir ma û ji gelek deveran nivîsên ku dihatin, her hefte di quncikê wî de dihatin weşandin. Cara yekem helbesteke min a bi navê ‘Em hemû Mûsa ne’ di wî quncikê Apê Mûsa de hat weşandin û wisa berdewam kir. Piştî ku rojnameya Welat hat girtin, Azadiya Welat dest pê kir û ez jî ji destpêka Azadiya Welat ve di nav de cih girtim.”
‘Rêya Taze jî di salên 1930î de hatibû weşandin’
Piştre Keremê Seyad axivî û da zanîn ku weşangerî û çapemeniya Kurdî ya li Sovyetê di nav astengiyên giran ên polîtîk re derbas bûye. Keremê Seyad diyar kir ku ev zext ne tenê li ser kurdan, li ser gelên din de jî hatine meşandin û bal kişand ser serdema salên 1930yî û got: “Rêwîtiya belgefîlmê nîşan dide ku xebatên li ser Keremê Seyad, bi rastî di salên 1930î de wekî bernameyeke lokal a 5-10 deqeyî dest pê kiribû ku weşana wê ji Ermenistanê derneketiye. Lê di sala 1937an de ev xebat hat girtin. Her wiha rojnameya Rêya Taze jî di salên 1930î de hatibû weşandin, lê di sala 1937an de ew jî hat girtin. Çimkî di wê demê de ne tenê weşana Kurdî, ya miletên din ên cuda jî hatibûn girtin.”
Keremê Seyad diyar kir ku piştî sala 1955an qonaxên rêveberiya radyoyê dest pê kirine û wiha domand: “Di sala 1955an de, hemû navendên çandî careke din xebatên xwe berdewam kirin. Di heman salê de wekî ceribandin dest bi weşana radyoyê kirin ku wî çaxî nîv saet weşan dihat kirin. Du salan berpirsiyarê radyoyê rehmetiyê Casimê Celîl bû. Piştî wî, ji sala 1957an heta sala 1981ê Xelîl Muradov berpirsiyariya radyoyê kir. Piştî sala 1981ê jî Ehmedê Gogê yê rehmetî bû berpirsiyar. Hûn çûne wî gundî, gundê Şamîramê, belê ew ji wî gundî bû. Ehmed heta destpêka salên 90î di radyoyê de ma, paşê ji radyoyê derket û bi karekî din re mijûl bû.”
‘Radyoya Êrîvanê di dîroka Kurd û Kurdistanê de roleke gelekî girîng e’
Keremê Seyad diyar kir ku rola dîrokî ya Radyoya Êrîvanê û rojnameya Rêya Taze di parastina nasname, ziman û çanda kurdî de bêhempa ye û bal kişand ser bandora radyoyê ya ku sînorên dewletan rûxandine û got: “Ez dikarim bêjim ku rola Radyoya Êrîvanê û rojnameya Rêya Taze, di parastina çand û kultûra me de cihêkî gelekî girîng digire. Rast e, rojname ya Sovyetê bû û ji ber ku dewleteke girtî bû, rojname ji welat dernediketiye û tenê li herêmê belav dibû. Lê radyoyê sînor nas nedikirin. Gelek meriv hene ku guhdariya radyoyê kirine. Hema îro di panela me de jî mêvanên me hebûn ku digotin ‘Me nizanibû ku em bi eslê xwe Kurd in.’ Hinekan wisa ji me re gotin. Lê dema ku dîtine radyoya Kurdî heye û bi Kurdî diaxive, gotin ‘Zimanê me yek e, nexwe em jî Kurd in.’ Tiştên wisa çêbûne û hatine cem me, ev yek ji bo me gelekî girîng e. Ez dixwazim bêjim ku Radyoya Êrîvanê di dîroka Kurd û Kurdistanê de roleke gelekî girîng lîstiye û navê xwe di dîrokê de bi tîpên zêrîn nivîsandiye.”



















