• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Gelê Til Eran û Til Hasilê banga serbestberdana zarokên xwe kirin

    Gelê Til Eran û Til Hasilê banga serbestberdana zarokên xwe kirin

    KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

    KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

    Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

    Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

    KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

    KCKê qurbaniyên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî

    Meclisa Jinan a PYDê êrişên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Meclisa Jinan a PYDê êrişên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Girtiyên nexweş Kose û Elçîçek demildest berdin

Navenda Nûçeyan /AW

18 ÇILE 2025 - 16:21
Kategorî: MANŞET, TENDURISTÎ
A A
Komîsyona Girtîgehan a ÎHDê di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de, diyar kir ku rewşa girtiyên nexweş Alî Osman Kose û Hadî Elçîçek giran e û xwest girtiyên nexweş demildest bên berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya “Rûniştina F” a ku her hefte li dar dixe, di hefteya 669an de li ber avahiya komeleyê kom bû. Di çalakiya vê hefteyê de li ser rewşa girtiyê nexweş Alî Osman Kose ê 67 salî ku li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 1 a Tekîrdagê girtî ye rawestiyan. Girseyê di daxuyaniyê de pankartên “Dermankirin maf e, nayê astengkirin” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” vekirin. Gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn û dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e” berz kirin. Parêzvanê mafên mirovan Turker Demîrcî, diyar kir ku girtî Alî Osman Kose tevî ku gelek nexweşînên wî hene jî bi awayekî “ne hiqûqî” li girtîgehê tê girtin û nexweşiyên Kose rêz kirin. Demîrcî got: “Alî Osman Kose yê 67 salî ku 40 sal in di girtîgehê de ye; nexweşîna pençeşêrê û hipertansiyon pê re heye û li gel vê guhên wî baş nabihîzin, ji ser hişê xwe diçe, nikare baş baixive û bi zorê dimeşe. Nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe dabîn bike.”

Turker Demîrcî ku îfadeya parêzer Doga Încesûyê ya ku çûbû serdana Kose ragihand wiha got: “Muwekîlê min Kose bi kursiya bi teker anîne cihê hevdîtinê. Wî diyar kir ku her tim gêja wî diçe û nikare li ser pêyan bisekine û hema bêje guhên wî baş nabihîsin. Diyar kir ku ne ji hevalên wî yê hucreyê be wê nikaribe bi tena serê xwe jiyana xwe îdame bike.”

Turker Demîrcî destnîşan kir ku divê dengê girtiyên nexweş bê bihîstin. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Enqere

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 541ê de ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş li Kolana Sakaryayê kom bû. Di daxuyaniyê de pankarta “Mafê dermankirinê nayê astengkirin, ji girtiyên nexweş re azadî” vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de li ser rewşa girtiyê nexweş Hadî Elçîçek ê li Girtîhgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê tê girtin rawestiyan.

Endama ÎHDê Kezban Kalinê der barê girtiyê nexweş Hadî Elçîçek de wiha got: “Hadî Elçîçek di 16ê Sibata 1999an de hat binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve hat darizandin û cezayê muebbetê yê girankirî lê hat birin. Paşê biryara binpêkirina darizandina adil at dayîn û piştî vê biryarê Elçîçek di 9ê Kanûna 2021ê de ji Girtîgeha Tarsûsê hat berdan û darizandin jinûve dest pê kir. Piştî hat berdan li Nexweşxaneya Bajêr a Edeneyê hat dermankirin û nexweşxaneyê ji sedî 86 rapora astengdariyê da wî.”

Kezban Kalinê diyar kir ku Elçîçek bi nexweşîna pençeşêrê û nexweşîna dil ketiye û got: “Ji ber vê kemoterapî dibû. Tim diçû nexweşxaneyê. Berî bê berdan jî di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHDê de bû.”
Kezban Kalinê diyar kir ku piştî dosye çû Dadgeha Bilind û dadgehê dosyeyê erê kir, Elçîçek di 7’ê Çileya 2025an de ji nava nivînan hatiye derxistin û ew birine Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê. Kezban Kalinê da zanîn ku divê Elçîçek ji ber nexweşîna xwe di şertên hijyenik de bijî, lê belê şert û mercên girtîgehê ji bo wî ne guncan in.

Kezban Kalinê bilêv kir ku Elçîçek nikare bi tena serê xwe bijî û xwest demildest bê berdan.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Gelê Til Eran û Til Hasilê banga serbestberdana zarokên xwe kirin

Gelê Til Eran û Til Hasilê banga serbestberdana zarokên xwe kirin

1 TÎRMEH 2026
KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

1 TÎRMEH 2026
Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

1 TÎRMEH 2026
KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

KCKê qurbaniyên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî

1 TÎRMEH 2026
Meclisa Jinan a PYDê êrişên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

Meclisa Jinan a PYDê êrişên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

1 TÎRMEH 2026
Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

1 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ROJEVA 19ê TÎRMEHA 2025an

    ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Havva Can: Em ê heta dawiyê bi ser bûyera rehabîlîtasyona Êlihê ve biçin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 1emîn Hevdîtinên Peyasê li taxa Hûzûrevlerî domiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê: Dê xebatên me bidomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Efrînê desteserkirina erd û milkên Kurdan didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (18)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne