Mamosta û karmendên bajarê Silêmaniyê diyar kirin ku hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê dest danîye ser muçeyê wan û heqê keda wan nade wan.
Mamosta û karmendên bajarê Silêmaniyê têkidarî nedayîna muçeyan çalakî li dar xistin û xwestin hikûmet mafê wan bide wan. Mamoste û karmend kombûn û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li ser navê mamosta û karmendan Mamosta Ziryan Elî daxuyanî da çapemeniyê û got: “Hikûmeta demborî ya Herêmê dest daniye ser muçeyê me. Ji berku Bexda muçe hinartiye, lê hikûmeta Herêmê dabeş nake.”
Ziryan Elî diyar kir ku baweriya wan bi hikûmeta Herêmê nemaye û got: “Em daxwaz dikîn ku kar bi biryara Dadgeha Federal a Iraqê were kirin û muçe bi rêya bankên Reşîd û Rafîdeyn werin dayîn.” Ziryan Elî destnîşankir ku fraksiyonên Kurdî yên li parlementoya Iraqê di derbarê pirsgirêkên wan de xemsarin û ji ber wê ew daxwaz ji fraksiyonên din ên li parlementoya Iraqê dikin piştgiriya daxwazên wan bikin.
Tevî ku hikûmeta Iraqê ji bo dabeşkirina muçe pere ji Herêmê re şandiye, lê hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê hîna muçeyê du mehên sala borî nedaye.