Cîgira Hevserokên Giştî yên ESPê parêzer Sezîn Uçar ku 13ê Nîsanê hatibû binçavkirin, hat girtin.
Di 3yê Sibatê de li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Ajansa Nûçeyan a Etkîn, Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), DÎSK/LÎMÎTER-ÎŞ, Polen Ekolojî û BEKSAVê operasyona siyasî pêk hatibû. Polîsan li 22 bajaran bi ser gelek malan de girtin û 95 kes binçav kiribûn û girtin
Derbarê Cîgira Hevserokên Giştî yên ESPê Sezîn Uçar de jî biryara binçavkirinê hebû. Sezîn Uçar dema ku ji derveyî welat vegeriya 13ê Nîsanê li Balafirgeha Stenbolê hatibû binçavkirin. Sezîn Uçar îro sewqî Edliyeya Stenbolê hat kirin. Sezîn Uçar bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin.







