• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ji bo 1ê Gulanê çalakiya ‘Kursiya Azad’ li dar xistin

    Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ji bo 1ê Gulanê çalakiya ‘Kursiya Azad’ li dar xistin

    Wezîrê Dadê ji bo Rojîn Kabaîş û Gulîstan Doku daxuyanî da

    Wezîrê Dadê ji bo Rojîn Kabaîş û Gulîstan Doku daxuyanî da

    NY: Ji destpêka şer û vir ve Îranê 21 girtî darve kirin

    NY: Ji destpêka şer û vir ve Îranê 21 girtî darve kirin

    Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê ji bo ‘Meşa Rûmetê’ bang kir

    Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê ji bo ‘Meşa Rûmetê’ bang kir

    Li sê cihên Stenbolê qurbaniyên 1ê Gulanê hatin bibîranîn

    Li sê cihên Stenbolê qurbaniyên 1ê Gulanê hatin bibîranîn

    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    Cenazeyê Welatê 8 salî hat dîtin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Ji bo aştî û azadiyê divê her kes di 4ê Nîsanê de li Amarayê be’

Fexredîn Kiliç / AW

3 NÎSAN 2025 - 09:20
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Riha – Pêkhateyên Platforma Saziyên Demokratîk ên ji bo 4ê Nîsanê pîrozkirina roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xebatan dimeşînin, xwestin ku ji bo aştî û azadiyê her kes di 4ê Nîsanê de li Amarayê be.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 4ê Nîsana 1949an de li gundê Amarayê yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ji dayik bû. Rojbûna Abdullah Ocalan a 76emîn dê di 3yê Nîsanê de li Parka 4ê Nîsanê ya li navenda navçeya Xelfetiyê bi mihrîcanekê were pîrozkirin. Di 4ê Nîsanê de jî dê ber bi gundê Amarayê yê Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye meşek were lidarxistin. Mihrîcan dê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk û meş jî dê bi pêşengtiya jinan were lidarxistin. Ji gelek bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê dê gelek kes tev li mihrîcan û meşê bibin. Endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî ku di nava platformê de ne xebatên ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd didomînin. Pêkhateyên platformê ku li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Xelfetiyê tên bahev pişt re ji bo vexwendina mihrîcanê û rojbûna Abdullah Ocalan gund
bi gund tax bi tax digerin û gel vedixwînin mihrîcan û meşê.

Endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mulkiye Gulmez diyar kir ku xebatên wan ên ji bo pîrozbahiyên rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin û wiha got: “Em li gundan, li nava navçeyê xebatên xwe dimeşînin. Germahiya gel û xwedî derketin heye. Piranî jî germahiya jin û ciwanan heye. Wê bi coşeke mezin 4ê Nîsanê were pîrozkirin.”

‘Pîrozbahî dê bibe wesîleya aştî û azadiyê’

Mulkiye Gulmez, da zanîn ku dê di 4ê Nîsanê de mîhrîcanek were lidarxistin û wiha domand: “Gelê me bi coş xwe amade dikin û ji niha ve ketine ser rêyan. Em bi bawer in ku dê ev pîrozbahî bibe wesîleya aştiyê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan. Em germahî, coş û xwedî derketina gel dibînin. Ji bona aştiyeke mayînde xwedîderketineke xurt heye.”

‘Di pêşengtiya jinan de dê ber bi Amarayê ve bimeşin’

Mulkiye Gulmez, diyar kir ku dê meşa 4ê Nîsanê ya ber bi Amarayê ve di pêşengtiya jinan de pêk were û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di mihrîcanê de dê konê me yê jinê jî bê vedan. Em ê di pêşengtiya jinan de dest bi meşa xwe ya ber bi Amarayê ve bikin. Bi girseyî, germahî û bicoş em ê xwe bigihînin mala Rêberê Gelê Kurd. Bi salan e gel li benda vê rojê ye. Çend sal bûn qedexe û astengî hebûn. Bi pêşengtiya jinên azad de em ê ber bi mala Rêberê Gelê Kurd ve bimeşin.”

‘Ji bo aştî û azadiyê divê her kes vê rojê cihê xwe bigire’

Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat da zanîn ku sê roj in gund bi gund, tax bi tax, navçe bi navçe ji bo 4ê Nîsanê xebatan dimeşînin û wiha got: “Piştî bangawaziya birêz Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê wateya vê rojê zêdetir bû, gel bi vê girîngiyê lê dinêre. Ev yek me li cihên ku em diçinê jî dît. Em dixwazin xwe bigihînin her kesê. Ji bo aştî û azadiyê dixwazin her kes vê rojê cihê xwe bigire û li banga birêz Ocalan xwedî derkeve.”

‘Divê em destê birêz Abdullah Ocalan xurt bikin’

Kerem Canpolat, bal kişand ser girîngiya 4ê Nîsanê û wiha domand: “Gotinên birêz Ocalan hêviyê dide gelan. Em qiymet didin banga wî ya 27ê Sibatê. Ji bo ku bang bi cih were û destê birêz Ocalan xurt bibe divê bi sed hezaran sibê û du sibe li Xelfetiyê bicivin û berê xwe bidin Amarayê. Em tenê weke pîrozbahiya rojbûnê li vê rojê nanêrin di heman demê de weke piştgiriya bangê lê dinêrin. Divê em destê birêz Ocalan xurt bikin ku dewlet gavan biavêje. Ji ber vê divê em sibê weke avê biherikin Amarayê. Ji ber vê em bang li gelê Kurdistanê û Tirkiyeyê dikin ku di 4ê Nîsanê de li Xelfetiyê bin û em berê xwe bidin Amarayê. Em îradeya xwe ya daxwaza aştî, azadî û sekinandina şer bidin nişandan.”

‘Em ê li Serokê xwe xwedî derkevin’

Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram a qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin jî da zanîn ku dê ciwanên îro bigihin navçeya wan bi awayekî bihişmet pêşwazî bikin û wiha got: “Me li Xelfetiyê xebateke baş meşand. Em li Serokê xwe û aştiyê xwedî derkevin. Bi taybetî jin û ciwanan vedixwînin Xelfetiyê. Bila werin em dest bidin hevdû. Bi taybetî bang li dayikan dikim, dayikên êşkişandî û bedel dayî bila werin. Gel pir keyfxweş e. Em ê li Serokê xwe xwedî derkevin. Em bang li hemû gelan dikin ku werin vir. Pêdiviya hemû gelan bi aştiyê heye. Bila hemû gel werin destê xwe bidin destê me û em bi hev re çareseriyekê bînin.”

‘Werin em bi hev re bimeşin Amarayê’

Hevseroka DEM Partiyê ya Xelfetiyê Aslihan Çîftçî jî ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû gel vexwend Xelfetiyê û wiha got: “Em gund bi gund digerin. Gel keyfxweş e, dibêje ‘Birêz Abdullah Ocalan gavek avêtiye, em aştiyê dixwazin em ê vê pêvajoyê bi hev re bimeşînin.’ Ez bang li hemû dayikan dikim ku werin em bi hev re bimeşin Amarayê.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Parlamenter Ceylan Akça rewşa koçberên Efrînê bir rojeva Meclîsê

Parlamenter Ceylan Akça rewşa koçberên Efrînê bir rojeva Meclîsê

29 NÎSAN 2026
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ji bo 1ê Gulanê çalakiya ‘Kursiya Azad’ li dar xistin

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ji bo 1ê Gulanê çalakiya ‘Kursiya Azad’ li dar xistin

29 NÎSAN 2026
Wezîrê Dadê ji bo Rojîn Kabaîş û Gulîstan Doku daxuyanî da

Wezîrê Dadê ji bo Rojîn Kabaîş û Gulîstan Doku daxuyanî da

29 NÎSAN 2026
WSJ: Trump ji bo Îranê wek aborî bifetisîne dorpêçeke didomîne

WSJ: Trump ji bo Îranê wek aborî bifetisîne dorpêçeke didomîne

29 NÎSAN 2026
NY: Ji destpêka şer û vir ve Îranê 21 girtî darve kirin

NY: Ji destpêka şer û vir ve Îranê 21 girtî darve kirin

29 NÎSAN 2026
Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê ji bo ‘Meşa Rûmetê’ bang kir

Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê ji bo ‘Meşa Rûmetê’ bang kir

29 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Aldar Xelîl: Şam ne bi feraseta çareseriyê lê bi hişmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere

    Aldar Xelîl: Şam ne bi feraseta çareseriyê lê bi hişmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DÎSSA bi lîstika ‘Aştî’ derket pêşberî şanohezan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Welatê 8 salî hat dîtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyaset xwend lê sewalkariyê dike: Heke demokrasî tune be aborî jî nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 29ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê: Nêrînên birêz Ocalan berevajî tên nîşandan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Jinan a Rêveberiya Xwecihî: Em ê rêxistinkirina komunan bi hev re ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (1009)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne