• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    Li Manîsayê bangawaziya tevlîbûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Manîsayê bangawaziya tevlîbûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dan

    Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dan

    Kedkarên Amedê ji bo 1ê Gulanê bang kirin: Ji bo aştî û azadiyê em li qadê bin

    Kedkarên Amedê ji bo 1ê Gulanê bang kirin: Ji bo aştî û azadiyê em li qadê bin

    ‘Divê mirina girtî Poyraz Esenê bê zelalkirin’

    ‘Divê mirina girtî Poyraz Esenê bê zelalkirin’

    DGD-KON: Divê dengê Naser Bakrzadeh û hemû girtiyên siyasî yên Kurd were bihîstin

    DGD-KON: Divê dengê Naser Bakrzadeh û hemû girtiyên siyasî yên Kurd were bihîstin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    Li Manîsayê bangawaziya tevlîbûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Manîsayê bangawaziya tevlîbûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dan

    Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dan

    Kedkarên Amedê ji bo 1ê Gulanê bang kirin: Ji bo aştî û azadiyê em li qadê bin

    Kedkarên Amedê ji bo 1ê Gulanê bang kirin: Ji bo aştî û azadiyê em li qadê bin

    ‘Divê mirina girtî Poyraz Esenê bê zelalkirin’

    ‘Divê mirina girtî Poyraz Esenê bê zelalkirin’

    DGD-KON: Divê dengê Naser Bakrzadeh û hemû girtiyên siyasî yên Kurd were bihîstin

    DGD-KON: Divê dengê Naser Bakrzadeh û hemû girtiyên siyasî yên Kurd were bihîstin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji bo bangê kê çi got?

Navenda Nûçeyan /AW

11 TÎRMEH 2025 - 09:43
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Gelek siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskaran banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan erênî nirxand û gotin: “Ev bangek dîrokî ye. Pêvajoyek nû dide destpêkirin. Divê êdî gavên hiqûqî bên avêtin.”

Di çarçoveya ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ de ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê hate destpêkirin, bûyerên dîrokî diqewimin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî banga 27ê Sibatê vê carê di 9ê Tîrmehê de bangeke bi dîmen bi raya giştî re parve kir. Vê carê li gel 6 girtiyên siyasî yên li Gertîgeha Îmraliyê wekî berdewama banga 27ê sibatê banga duyenîn kir. Di bangê de girtiyên siyasî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş, Ergîn Atabey, Zekî Bayhan û Mahmût Yamalak jî amade bûn. Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hem di çapemeniya cîhanê de deng veda û hem jî siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîran bang erênî dîtin û eleqe nîşan dan.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê peyama bi dîmen de anî ziman ku PKKê dawî li têkoşîna çekdarî aniye û banga ‘Derbasbûna li nava demokrasiyê’ li Tirkiyeyê kir. Abdullah Ocalan bal kişand ser komîsyona ku li meclîsê bê avakirin kir û xwest her kes bi pêşniyar û rexneyên xwe beşdarî vê pêvajoyê bibin. Piştî vê bangê gelek nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamegeran piştgiriya xwe anîn ziman.

Peyamek dîrokî ye

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamentera Erzîromê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş ragihand ku peyam dîrokî ye, ev yek ne tenê ji bo Tirkiyeyê her wiha ji bo Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê girîng e û wê deng vede.

Serokê Giştî yê OHDê Serhat Çakmak jî got: “Êdî dem hatiye ku guhertinên zagonî û hiqûqî bêne kirin. Êdî şertê maseya muzakereyan amade bûye. Birêz Ocalan dibêje gavên ku ez bavêjim min avêt, Bi vê biryarê êdî em derbasî pêvajoyeke nû dibin.”

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, banga Abdullah Ocalan weke “qonaxeke dîrokî” nirxand û got: “Nexşerê û îradeya Ocalan a çareseriyê ne tenê ji bo îro, dê ji bo teşedayîna pêşerojê jî sûdewer be.”

Pêvajo derbasî qonaxeke nû bû

Parlamenterê Êlihê yê DEM Partiyê Ruştu Tîryakî jî anî ziman ku bi serdana heyeta Îmraliyê re pêvajo derbasî qonaxeke nû bûye. Ruştu Tîryakî destnîşan kir ku piştî 26 salan temaşekirina li dîmenê Rêber Apo ji bo aştiya herêmê dîrokî ye û got, “Ji şer wêdetir em êdî derbasî nava demekê bûn ku pirsgirêk li ser zemînê siyaseta demokratîk bêne nîqaşkirin.”

Hîncet nehişt

Rojnameger Mehmet Şahîn banga Rêberê Gelê Kurd nirxand û got: “Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan careke din bû rojeva sereke ya cihanê. Banga bi dîmen kelecanek mezin li Kurdistanê ava kir. Rêberê Gelê Kurd tu hincet di destê dewletê de nehişt. Êdî divê ev komîsyona Aştî û Civaka Demokratîk ku mafên civakan mîsoger bike li meclisê bê avakirin.”

Komplo pûç bû

Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin kir û got: “Bi vê dîmen û daxuyaniyê hat îspatkirin ku konsepta dewletê ya înkar û îmhayê bi ser neketiye û dewlet neçar maye ku xwe biguherîne. Niha ev pêşketinên dawî yên li hundir û derve yên 10 salên dawî dewlet anî vê astê. Gotinên Rêber Apo îspat kir. Rêber Apo her tim digot ‘Hûn bi siyaseta şer nikarin vê meseleyê çareser bikin. Hûn nikarin bi şer serhildana dawî ya PKKê têk bibin. Eger hûn di şer de israr bikin hûnê dawiya pergala xwe bînin.’ Niha pergal ketiye krîzeke kûr. Pergala dewletê ku hebûna gelê Kurd qebûl nake qeyraneke kûr dijî.”

Divê komîsyon bê avakirin

Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç têkildarî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku dema çekan xelas bûye û dê siyaseta demokratîk dê pêş bikevê. Piştî 26 salan cara yekemîn Birêz Abdullah Ocalan bi dîmen peyamê dişîne. Ev gelek giring e. Ev peyam xilasbûna pêvajoya çekan e. Ev bang dibe destpêkirina pêvajoyeke nû. Têkoşîna siyaseta demokratîk dê dest pê bike. Kesên ku çek berdana dê çawa tev li civak û siyasete bibe? Ev tişt gelek giring e. Ez bawerim ku li ser van mijaran hatiye axaftin. Hewceye pêvajo bi lez xilas bibe û li gorî wê zagon were derxistin. Divê komîsyon bê avakirin û di komîsyonê de ev tişt bên nîqaşkirin. Li vir tevahî partî fikrên xwe bînin ziman. Biryarek baş ji bo pêvajo û civakek demokratîk dê derkeve.”

Peyam nîşan dide Ocalan êdî muxatab tê qebûlkirin

Hevseroka Giştî ya ÎHDê Eren Keskîn anî ziman ku weşandina bi dîmen a Abdullah Ocalan ku hatiye tecrîdkirin, nîşan dide bê meseleya Kurd gihîştiye kîjan astê û got: “Bi dîtina min ev rewş nîşan dide ku muxatabiya Birêz Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd hatiye qebûlkirin û hevdîtin jî di vê çarçoveyê de hatine kirin. Hemû gavên ku niha têne dîtin, ji aliyê tevgera Kurd ve hatine avêtin. Dewlet neçar e ku ji aliyê qanûnê ve gavan biavêje. Mînak, berdana girtiyên siyasî, berdana girtiyên nexweş, pêkanîna azadiya fikir û rêxistinbûnê; ev hîn bi cih nehatine anîn.”

‘Banga Ocalan bi qîmet e’

Serokê MHPê Dewlet Bahçelî jî got: “Ji serî heta dawî bi qîmet û bi nirx e.”

Şêwirmenda Koma Partiya S&Dê ya Rojhilata Navîn Francesco Cerasanî jî ani ziman ku fikrên Abdullah Ocalan bi bandor in û got: “Vê bangê ji bo demokrasiyê deriyekî nû vekirkiye.”

Pisporê zanista siyasetê Doxtor Mihemed Nenan anî ziman ku serketina pêngava aştiyê ya li Tirkiyeyê girêdayî bidawîkirina siyaseta tinekirin û nasandina nasnameya Kurde û got: “Banga Birêz Ocalan guherîneke bingehîn di siyaseta Tirkiyeyê de dike.”

Endamê Lijneya Ewlekarî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Elî Bendawî li ser mijarê wiha axivî: “Pêngava ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di bin pêşengtiya Birêz Abdullah Ocalan de avêt, gaveke pîroze. Artêşa Tirkiyê bi hinceta şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Herêma Kurdistanê û Iraqê gelek navend û baregeh ava kiriye. Ev hincet jî niha bi dawî bûye. Ji bo vekişîna artêşa Tirkiyeyê, divê Bexda gavên dîplomatîk bavêje.”

Cîgirê Sekreterê Hizba Komunîst a Kurdistanê Hîwa Omer da diyarkirin ku ew wek partî piştgiriya pêvajoya aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê dikin û got: “Tişa ku niha li Bakurê Kurdistanê rû dide, despêkek nû ya têkoşînê ye.”

Rêveberiya Xweser a Şengalê kêfxweşiya xwe ji banga Abdullah Ocalan a bi dîmen re anî ziman got: “Ev hêviya me ya bi azadiya Rêber Apo zêdetir kiriye û dibînin ku ger em têkoşîneke giştî û hevgirtî bikin, dikarin encamê jî bigirin. Divê Iraq jî qîmeta van bangan û ev pêşketinên dîrokî yên li nava sînorê wê de çêdibe, bizane û li gorî wê nêz bibe.”

Yek ji rewşenbîrên Iraqê Rehîm Ebû Rexîf li ser mijarê wiha axivî: “Guhertina ber bi sîstemek siyasî ya demokratîk ve li ser bingeha destûrî ku mafê hemwelatîbûnê tê de tê parastin vebijarka herî başe. Ji ber ku ew standarda herî bilind a mafên sivîle. Banga Birêz Ocalan hêjayî rêz û pesindayînê ye. Ew şervanekî rastgo ye ku doza gelê xwe diparêze û peyama xwe di vê çarçoveyê de daye.”

Nivîskar Ehmed Rubêyî jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman û wiha pê de çû: “Nêzîkî nîv sedsalek ya pevçûnên leşkerî têrê dike ku hemû alî gavên cidî ber bi danûstandinan ve bavêjin. Bi taybet di çarçoveya guhertinên hesas de ku herêm pê re rû bi rû ye. Ev pêvajo wê aramiyê bîne Rojhilata Navîn. Her wiha aştiya di navbera PKK û Tirkiyê de, wê li hindirê Tirkiye û Iraqê bandorek erênî li ser rewşa herêmê jî bike. Bidestxistina mafên gelê Kurd ber bi vejandina demokrasiyê li tevahiya herêmê, gaveke girîng.”

Çalakvana siyasî Sara Reza jî wiha got: “Carek din Kurd bi pêşengiya Rêber Apo ji tunekirin û wêrankirinê rizgar bûn. Pêvajoya aştiyê qonaxeke ku ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû neteweyên Rojhilata Navîn jî sûdmende. Ji ber vê yekê, divê her kes bi taybetî jin û ciwan, di serkeftina pêvajoyê de rol bilîzin.”

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Trump, Elî Zeydî vexwend Qesra Spî

Trump, Elî Zeydî vexwend Qesra Spî

30 NÎSAN 2026
Roja 9an a Festîvala Şanoyê bi lîstikên navneteweyî berdewam kir

Roja 9an a Festîvala Şanoyê bi lîstikên navneteweyî berdewam kir

30 NÎSAN 2026
Îranê şampiyonê karateyê bi darve kir

Îranê şampiyonê karateyê bi darve kir

30 NÎSAN 2026
Li Bexdayê balafireke bêmirov hate xistin

Li Bexdayê balafireke bêmirov hate xistin

30 NÎSAN 2026
TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

30 NÎSAN 2026
Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê-Jîna hate damezrandin

Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê-Jîna hate damezrandin

30 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Şano dikare bibe hilgirê sereke ya peyama aştiyê’

    ‘Şano dikare bibe hilgirê sereke ya peyama aştiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Entegrasyona Sûriyeyê ji ber bandora Tirkiyeyê giran dimeşe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Colemêrgê ev nezî 2 meh in ava vexwarinê şêlû diherike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Weqfa Mezopotamyayê kovarên folklora Kurdî dîjîtalîze kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ev maça dawî ji bo Amedsporê maça man û nemanê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ribêsan li ser dezgahan cihê xwe girt: Dermanê nexweşiyan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Amedê: Komun şaredarî ye, şaredarî komun e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Karayilan: Hikûmetê wek pratîk pêvajoyê rawestandiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saziyên kedê yên Êlihê banga tevlîbûna meşa 1ê Gulanê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne