• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li gundê Bîrikê bang kirin: Em ê vegerin gundên xwe

    Li gundê Bîrikê bang kirin: Em ê vegerin gundên xwe

    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kes kuştin

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kes kuştin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li gundê Bîrikê bang kirin: Em ê vegerin gundên xwe

    Li gundê Bîrikê bang kirin: Em ê vegerin gundên xwe

    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kes kuştin

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kes kuştin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kawa Nader: Peyama Ocalan ji bo hemû cîhanê ye

Navenda Nûçeyan /AW

26 ADAR 2025 - 10:00
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Nivîskar û rewşenbîr Kawa Nader li ser pîrozbahiya Newrozê û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin kir û anî ziman ku peyama Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelê cîhanê ye.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de bi rêya şandeya Îmraliyê nameya “Aştî û Civaka Demokratîk” bi raya giştî ya cîhanê re parve kir. Vê peyamê li tevahiya cîhanê deng veda. Dîsa di 8ê Adarê de nameyek ji bo jinan şand û 8ê Adarê li tevahiya jinan pîroz kir. Piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroz li 89 navendan ji aliyê milyonan ve hat pîrozkirin. Kurd bi şev û roj daketin kolanan û li dora agir Newroz pîroz kirin. Bi şev li kolan û gundan bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Dîsa bi roj mîtîngên girseyî li dar xistin. Di mîtîngan de bi milyonan Kurd li çar aliyê Kurdistan û cîhanê li dora peyama Rêber Abdullah Ocalan bûn yek û piştgiriya xwe anîn ziman. Têkildarî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pîrozbahiya Newrozê Nivîskar û rewşenbîr Kawa Nadêr nirxandinên girîng kir.

Rewşenbîr Kawa Nader ewil Newroza hemû gelê Kurd pîroz kir û got: “Bi rastî guhertin û veguhertin li Rojhilata Navîn pêş dikevin. Ev pêşketinên li Rojhilata Navîn û herêmê pêş dikevin nîşan dide ku doza gelê Kurd pir pêş ketiye. Em dibînin ku êdî gelê Kurd doza Kurd û Kurdistanê bi hevre hembêz dikin. Em dibînin ku li Ewropa û Rojhilata Navîn jî bi hêza Kurdan, doza kurdan pêş ketiye. Doza Kurd û Kurdistanê li Rojhilata Navîn tê dîtin û naskirin. Meseleya Kurd û Kurdistanê li Rojhilata Navîn belav dibe û dibe mijara sereke.”

Li ser rewşa Kurdistanê jî rewşenbîr Kawa Nader anî ziman ku axa Kurdistanê, navê Kurdistanê û rewşa Kurdistanê li cihekî pir statejîk e û got: “Kurd îro ji bo parastina vê axê di nava têkoşînê de ne. Ji bo vê girîngiya axa Kurdistanê pêwist e hemû gelê Kurdistanê di nava têkoşîna hevpar û yekîteyekê de tev bigerin.”

‘Pêdivî bi saziya dîplomasiyê heye’

Bi gotina “Îro çavê hemû cîhanê li ser Kurdistanê ye.” Kawa Nader ev nirxandin kir: “Ji ber 5 rêyên cîhanê li Kurdistanê re derbas dibin cihekî Stratejîk e. Rêya petrol û gazê ji Kurdistanê derbasî Derya Spî dibe.”

Kawa Nader li ser dîplomasiya Kurdan jî rawestiya û wiha axivî: “Du nivîsên min li ser dîplomasiyê hene. Dîplomasiya Kurdan li Kurdistanê pirsgirêkeke mezin e. Rexneya min li tevahiya dîplomasiya Kurdistanê heye. Lê bi taybetî vê rexneyê li Başûrê Kurdistanê dikim. Rêveberiya Başurê Kurdistanê dîplomasiyekê pêş dixe, lê saziyeke dîplomasiyê tune ye. Divê berî her tiştî qada dîplomasiyê xwe bi rêxistin û û sazî bike. Divê berî her tiştî sazî û dezgehekî qada dîplomasiyê hebe. Divê xwedî taybetî û qedir be. Divê xwedî bername û dîsîplînekî be. Lê dîplomasiya me bêtir li ser partiyan pêş dikeve û siyaseta partiyê bandorê li ser dike. Dîplomasiya kurdan bêtir dikeve xizmeta partiyan û şexsan.”

Kawa Nader li ser yekîtiya Neteweyî jî rawestiya û got: “Kurd di nava 4 dewletan de hatine parçekirin. Ev dewlet ji serdema Osmaniyan heta niha li ser Kurdan siyasetê û dîplomasiyê dikin. Van dewletan ji bo mesele û doza kurdan bibe pêş dîplomasî nekirine. Dîplomasiya Kurdan hêj nû ye. Divê êdî bibe neteweyî û di asta gerdûnî de pêş bikeve. Divê saziyên me karibin ji bo xebatên dîplomasiyê hevdû perwerde bikin.”

‘Kurd bûne xwedî vîn û pergal’

Kawa Nader li ser komkujiya li Kobanê ya ku di salvegera Komkujiya Helepçeyê de pêk hat jî rawestiya û wiha axivî: “Dagirkerên Kurdistanê hîna bi aqilê înkarê nêzî Kurdan dibin. Bi siyaseta ku çawa Kurdan têxin kontrola xwe nêzîk dibin. Hişê li Lozanê pêş ket, hîna berdewam dike. Hîn biryara înkar û imhaya fizîkî li ser Kurdan heye. Her dewletek li ser Kurdan xwedî bernameyekê ye. Bi peymana Lozanê Iraq, Îran, Sûrî û Tirkiye ava kirin û bi destê wan Kurd nava xwe de parçe kirin. Ji bo daxwaz û berjewendiyên kapîtalîzmê têxin meriyetê ev dewlet wekî amûr bikar anîn. Ev dewlet ji bo berjewendiyên kapîtalîzmê hatin avakirin, ne ji bo berjewendiyên neteweyên van dewletan.
Lê niha êdî dinya guheriye û ev siyaseta berê nabe bersîv. Yên ku neyên guhertin êdî nikarin encam bigirin. Lê niha Kurd bûne xwedî vîn. Bûne xwedî pergal. Ji ber vê yekê li ser Kurdan komkujî tê kirin. Di salên 1997an de li Hewlerê êrîşî gerîyalên PKKê kir. Piştî wê bi destê DAIŞê xwestin li Kobanê li ser Kurdan komkujiyê pêk bînin. Li Şengalê xwestin komkujiyê pêk bînin. Lê PKKê li Kerkuk û Duhokê rê li pêşiya vê yekê girt. Ev buyerên pêk hatin komkujî ne. Ev hêz û kesên li ser Kurdan komkujiyan pêk tînin, li dijî pêşketinên Kurdan bêzar û ne rehet in. Li dijî hêz, bawerî û pêkhateyên ku li gel Kurdan tifaqê dikin bêzar in. Pir nêzîk Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd sûcekî mezin kir. Sûcê li hemberî Abdullah Ocalan pêk tîne asayî tê dîtin. Divê Kurd li dijî komkujiyan bêdeng nemînin. Ji ber ku dagirker bi yek çavî û hemû gelê Kurd û çar parçeyên Kurdistanê dinerin. Neteweyên Yekbûyî li van sûcan temaşe dike û sûcê li dijî Birêz Abdullah Ocalan asayî dike. Komkujiya li Hewlerê, êrîşên li ser Kobanê û Efrînê, êrîşa li ser Şengalê li dijî doza Kurdan e.”

Kawa Nader herî dawî li ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî rawestiya û ev nirxandin kir: “Peyameke dîrokî bû. Ev banga Rêberekî mezin ê gelê kurd guhertinek çêkir. 26 sal in NATO Serokê mezin dîl girtiye. Dewleta Tirk ew dîl negirtiye. NATOyê ew dîl girtiye û xistiye destê Dewleta Tirk. Guhertina pêşniyar dike ne tenê ji bo çar parçeyên Kurdistanê ye. Ji bo hemû gelê cîhanê ye. Rêveberên PKKê jî piştî banga Birêz Abdullah Ocalan agirbest îlan kirin û piştgiriya xwe anîn ziman. Bi vê bangê pênaseya Dewleta Tirk a ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê guhert. Êdî hemû gelên cîhanê bi pênaseyeke cûda doza gelê kurd pênase dike. Ev peyam tenê ji bo partiyekê û komekê nebû. Ji bo hemû parçeyan û tevahiya gelê Kurd bû. Peyameke ji bo hemû gelê cîhanê bû. Îspat kir ku gelê kurd ji bo aştiyê amade ye. Îspat kir ku gelê kurd ji bo demokrasiyê û aştiyê amade ye.”

Li Başurê Kurdistanê ji xeynî hêzên paşverû ji aliyê gelek kesan ve erênî hat pêşwazîkirin.

‘Yekîtiya Kurdan dê bibe yekîtiya hemû gelan’

Kawa Nader li ser yekîtiya Neteweya Kurd jî rawestiya û got: “Pêwistiya me ji rizgarkirina niştimanî heye. Divê di hişmendiyê de yekîtiya neteweyî bê avakirin. Divê gelê Kurdistanê yekîtiya neteweyî di aqilê xwe de bi cih bike. Yekîtiya gelê Kurd dê bibe serkeftina hemû gelên Rojhilata Navîn. “

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şandeya Qatarê ji bo îmzekirina peymanê li Tehranê ye

Şandeya Qatarê ji bo îmzekirina peymanê li Tehranê ye

14 HEZÎRAN 2026
Ahmet Faruk Unsal: Divê şertên sermûzakerevan Ocalan bên guhertin

Ahmet Faruk Unsal: Divê şertên sermûzakerevan Ocalan bên guhertin

14 HEZÎRAN 2026
Li gundê Bîrikê bang kirin: Em ê vegerin gundên xwe

Li gundê Bîrikê bang kirin: Em ê vegerin gundên xwe

14 HEZÎRAN 2026
Artêşa Îsraîlê Beyrûd bombebaran kir

Artêşa Îsraîlê Beyrûd bombebaran kir

14 HEZÎRAN 2026
Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

14 HEZÎRAN 2026
Yekemîn Hevdîtina Ciwanan a Werzîş û Çandê ya Peyasê bi dawî bû

Yekemîn Hevdîtina Ciwanan a Werzîş û Çandê ya Peyasê bi dawî bû

14 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di roja 2an de didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bekargolu: Pêwistî bi pênaseyeke nû ya netewbûnê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di vê serdemê de destpêkirina pêvajoyê pir girîng e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş: Tecrîd didome, divê dewlet bi wêrekî tevbigere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heke Rojîn, xeniqîbe çima di pişika wê de av nîne?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (399)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne