Abdûrrahman Yanar ê ku destdirêjî li ser zaroka xwe ya 12 salî pêk anîbû, 30 sal cezayê hepsê lê hate birîn.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê kesê bi navê Abdûrrahman Yanar destdirêjî li ser zaroka xwe ya 12 salî pêk anîbû û îro li 2emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê danişîna 3emîn hat lidarxistin. Rêveberên Navenda Hevgirtina Jinan a Bêrîvan Kûtlû ya Şaredariya Cizîrê, parêzerên endamên Baroya Şirnexê li eywana danişînê amade bûn û Abdûrrahman Yanar ê girtî jî bi rêya SEGBÎSê beşdarî danişînê hate kirin.
Piştî tespîta nasnameyam dayîka zaroka 12 salî F.Y., bûyerên ku bi serê keça wê hatine bi bîr xist û xwest tacîzkar were cezakirin.
Heyeta dadgehê bi giştî 56 sal ceza da Abdûrrahman Yanar. Piştre heyetê cezayê ku da, daxist 30 salan.













