Rêya bejahî ya di navbera navçeyên Şemzînan û Rûbarêkê yên Colemêrgê bi ketina keviran, ji her du aliyan ve hate girtin.
Rêya bejahî ya navçeyên Şemzînan û Rûberê yên Şirnexê bi ketina keviran hate girtin. Rêya ku ji navçeya Şemzînan 25 kîlometreyan dur e bi ketina kevirên quntara çiya ve ji her du aliyan ve hate girtin. Gelek wesayîtên ku dixwazin derbas bibin niha sekinî ne.
Gelek welatiyên ku ji serê sibê ketine rê li bendê ne ku rê were vekirin. Gelek welatî neçar man û ber aliyê hatine ve vegeriyan. Rê li benda vekirinê ye û girtina rê ji aliyê tenduristî, aborî û veguheztinê ve dibe sedema pirsgirêkan.













