• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Brukselê Şoreşa Rojava pîroz kirin

Navenda Nûçeyan /AW

20 TÎRMEH 2025 - 10:07
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Kurdistanî û dostên kurdan di salvegera 13emîn a Şoreşa Rojava ya 19ê Tîrmehê de li Brukselê şahiyek pêk anîn. Di çalakiyê de şehîdên şoreşê bi bîr anîn.

Kurdistanî û dostên kurdan, li payexta Belçîka Brukselê di çarçoveya salvegera 13emîn a Şoreşa Rojava ya 19ê Tîrmehê bi çalakiyekê pîroz kirin. Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtiyê ya ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Nûnera Rêveberiya Xweser Arşem Ehmed di axaftina xwe de diyar kir ku divê xwedî li bîranîna şehîdan bê derketin û anî ziman ku şoreş weke şoreşa jinan û gelan li tevahiya cîhanê belav bû.

Arşem Ehmed bal kişand ser guherînên bi lez ên li herêmê û diyar kir ku di demeke bi vî rengî zehmet de pêwîstiya gelan ji her demê bêhtir bi yekîtiyê heye; lewma zext û ferzkirinên yek ziman, yek netewe yan jî yek mezheb nayê qebûlkirin. Bi navê Komeleya Malbatên Şehîdan jî Dayê Sûltan axivî. Dayê Sûltan destnîşan kir ku şoreş ji bo gelan pîroz e û got, “Ji bo parastina vê şoreşa mezin divê em ji Rêber Apo bawer bikin û bi baldarî lê guhdarî bikin.”

Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal jî destnîşan kir ku salvegera 13emîn a şoreşê diyariya herî mezin a ji bo malbatên şehîdan e. Remzî Kartal diyar kir ku li Rojava bi pêşengiya jinê ya azad civakeke demokratîk ava bûye û got, “Bi paradîgmaya Rêber Apo divê em nêzî Şoreşa Rojava bibin û bi hev re xwedî lê derkevin.”

Serokê Partiya El Wehd (Partiya Yekîtî) Mihemed Hibo jî destnîşan kir ku divê mafên gelan bi rengekî demokratîk, wekhev û bi xurtî bêne bidestxistin. Mihemed Hibo diyar kir ku polîtîkayên mezhebperest û nijadperest ên hikumeta nû ya li Sûriyeyê metirsiyeke mezin e û bi taybetî işaret bi komkujiya li Durziyan a li Suwêdayê kir. Hibo QSD-MSD û hemû saziyên li Rojava silav kir û bal kişand ser girîngiya dewamiya şoreşê.

Li dû axaftinan sînevîzyonek li ser Şoreşa Rojava ya 19ê Tîrmehê hate nîşandan. Di çalakiyê de ku li Navenda Xweseriya Demokratîk a li Brukselê hate lidarxistin, hunermend Xelîl Xemgîn, Hekîm Sefkan, Bengî Agirî û Peywan Arjîn derketin ser dikê, şoreş silav kirin û banga yekîtiyê kirin.

Etîket: 19ê TîrmehêArşem EhmedRemzî KartalŞoreşa Rojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Gel û Asayîşa Hesekê li benda parêzger Nûradîn in

Li Sûriyê şikandina înkara 64 salan: ji bo Kurdên bêqeyd navendên qeydê vedibin

21 SIBAT 2026
Li Amedê gel pêvajo nîqaş kir: Dê komplo bi yekîtiyê têk biçe

Li Amedê gel pêvajo nîqaş kir: Dê komplo bi yekîtiyê têk biçe

12 SIBAT 2026
Ji 221 jinên Hindistanî banga Rojava

Ji 221 jinên Hindistanî banga Rojava

1 SIBAT 2026
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Şoreşa Rojava şoreşa jinan e

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Şoreşa Rojava şoreşa jinan e

1 SIBAT 2026
‘Felsefeya Jin jiyan azadî carek din dinyayê dihejîne’

‘Felsefeya Jin jiyan azadî carek din dinyayê dihejîne’

16 ÇILE 2026
Remzî Kartal: Êrişên li ser gerîla li dijî pêvajoyê provokasyon e

Remzî Kartal: Heke gav ji aliyê dewletê ve neyên avêtin dê rîsk derkevin

2 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê Di Sedsala Duyemîn De’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Axêverên Konferansê: Komarek demokratîk bê Kurdan nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di avakirina komarê de şaşiya herî mezin netew dewlet e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Mihrîcan hevgirtina jinan xurt dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo pêvajoyeke rast divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (380)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne