• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk li Erziromê civînek li dar xist

    Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk li Erziromê civînek li dar xist

    Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    Li Manîsayê bangawaziya tevlîbûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Manîsayê bangawaziya tevlîbûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dan

    Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dan

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Li cihê ku dorpêç hebe li wir Îslam tune ye’

Omer Demîr / AW

25 ÇILE 2026 - 09:51
Kategorî: ROJANE
A A
Stenbol – Mele Mehmet Emîn Aslan û Hevberdevkê Komîsyona Gelan û Baweriyan ya DEM Partiyê Yavuz Kahraman diyar kirin ku bawermend birayê hevdu ne, mafên ku ji bo tevahî cîhanê hene divê ji bo gelê Kurd jî hebin û gotin: “Îro li Rojhilata Navîn li dijî Kurdan dorpeçek hebe li wir Îslam tune ye. Xweda dadê ji her kesî re ferman dike.”

Hêrs û aciziya gelê Kurd a li dijî êrişên qirkirinê yên li ser Rojava berdewam dike. Ji her beşên civakê li dijî êrişên çeteyan radibin. Endamê Komela Alîkarî û Piştgiriya Alimên Olî yên Stenbolê Mehmet Emîn Aslan û Hevberdevkê Komîsyona Ol û Baweriyê ya DEM Partiyê Yavuz Kahraman ji Ajansa Welat re axivîn û nerazîbû nîşanî êrişên li ser Rojava dan.

‘Cihê wan di îslamê de tune ye’

Mehmet Emîn Aslan diyar kir ku tevahiya olan ji bo parastina mirovan hatine û wiha got: “Ol jiyan û aştî ye. Di olê de kuştin û talan tune ye. Îro li Rojhilata Navîn li dijî Kurdan dorpeçek hebe li wir îslam tune ye. Xweda dadê ji her kesî re ferman dike. Kesên ku dixwazin zimanê xwe biparêzin û dixwazin azad bijîn, li ser wan bi navê îslamê êriş heye. Ew mirov bi navê xweda û bi gotina ‘Elahûekber’ serê mirovan jê dikin. Cihê wan di îslamê de tune ye. Oldar divê dijminatiya mirovan neke, ol ji bo tevahî mirovan hatiye dinê. Yên ku dibêjin ez misilman im divê bibêjin, bawermend birayê hevdu ne, mafên ku ji bo tevahî cîhanê hene divê ji bo gelê Kurd jî hebin.”

‘Bila kesekî bi navê îslamê kesekî nekujê’

Mehmet Emîn Aslan anî ziman ku di ola îslamê de şertê yekemîn mafê jiyanê ye û ev yek anî ziman: “Şertê duyemîn jî mafê ziman e. Kesên ku bi navê îslamê gel dorpeç kirine em ji wan xwe sual dikin. Di çêkirina erd û ezman de cudahiya xweda heye. Em dibêjin eqlê xwe bi kar bînin. Xweda bi şandina ayetan wan mafan daye gelê Kurd. Ji bona wê qedexekirina zimanê Kurdî çi ye? Heke ku em naveroka Kuranê binerin kirina wan ji derveyî îslamê ye. Bila kesekî bi navê îslamê kesekî nekujê.”

‘Jiyan mafê tevahî mirovan e’

Yavuz Kahraman jî destnîşan kir ku şerê ku li ser Kurdan tê meşandin şermezar dike û got: “Ji avakirina cîhanê ji vir ve çiqas pirtûkên olî hatibin dibêjin mirovan nekujin. Tevahî mirov yek in. Kuştina mirovan di îslamê de tune ye. Ji dema Kerbelayê vir ve ol ketiye di destê desthilatdaran de. Ol yek e lê herderê cîhanê ol cuda ye. Îro jî olê îslamê li Rojhilata Navîn cudatir e. Gelek ji gelekî re zilm bike ev ne misiliman in. Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje bi Peymana Medîneyê em pirsgirêkên xwe çareser bikin. Jiyan mafê tevahî mirovan e. Lê zarokên Kurdan dikujin û dibêjin ‘Elahûekber’. Îro li dijî me DAIŞ û HTŞ heye.”

‘Gelê Kurd jî axa xwe diparêze’

Yavuz Kahraman diyar kir ku dema ji Pêxember Muhammed re wehî hat ji Medenî çû şer nekir û axaftina wiha domand: “Kesên ne misilman gotin em ê herin Mekkeyê jî û misilmanan bikujin. Dema ev tişt hat gotin ji misilmanan re şer ferz bû. Îro gelê Kurd jî axa xwe diparêze. Zalim nabin şehîd, yên ku parastina axa xwe dikin dibin şehîd.”

Etîket: Berxwedana Rojavaçeteyên HTŞê û SMOyêÊrişên çeteyanRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

28 NÎSAN 2026
Ji Rojava û Rojhilat peyamên konferansê: Destkeftî tenê dikare bi yekîtiyê bên parastin

Ji Rojava û Rojhilat peyamên konferansê: Destkeftî tenê dikare bi yekîtiyê bên parastin

26 NÎSAN 2026
Deriyê Sînor ê Nisêbînê wê vê hefteyê were vekirin

Deriyê Sînor ê Nisêbînê wê vê hefteyê were vekirin

19 NÎSAN 2026
Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê û salvegera damezirandina YPJê

Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê û salvegera damezirandina YPJê

4 NÎSAN 2026
‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

2 NÎSAN 2026
Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

21 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Entegrasyona Sûriyeyê ji ber bandora Tirkiyeyê giran dimeşe’

    ‘Entegrasyona Sûriyeyê ji ber bandora Tirkiyeyê giran dimeşe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Weqfa Mezopotamyayê kovarên folklora Kurdî dîjîtalîze kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ribêsan li ser dezgahan cihê xwe girt: Dermanê nexweşiyan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ev maça dawî ji bo Amedsporê maça man û nemanê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Amedê: Komun şaredarî ye, şaredarî komun e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Şano dikare bibe hilgirê sereke ya peyama aştiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Karayilan: Hikûmetê wek pratîk pêvajoyê rawestandiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saziyên kedê yên Êlihê banga tevlîbûna meşa 1ê Gulanê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zekî Bayhan: Divê bi milyonan kes dakevin kolanan û aştiyê ferz bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xebatên xwe li ser civaka demokratîk û azadiya jinan bi rê ve dibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (6)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne