Girtiyê bi navê Dilbaz Abî ku li Girtîgeha Qûbînê dihat ragirtin, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. 10 roj berê Mehmet Çevîren li heman girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû.
Girtiyê bi navê Dilbaz Abî ku li Girtîgeha Vekirî ya Êlih/Qûbînê dihat ragirtin, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Li gorî îdiaya rêveberiya girtîgehê, Abî di 15ê nîsanê de xwe ji pacê avête xwarê û întîhar kir. Abî ku rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê, xwîn çû ser mejiyê wî. Hat diyarkirin ku Abî îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Tê payin ku piştî karûbarên otopsiyê, cenazeyê Abî dê li navçeya Silopiya ya Şirnexê were definkirin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Mehmet Çevîren di 13ê nîsanê de li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Qûbînê jiyana xwe ji dest dabû.













