Li Kreş û Malên Lênêrîna Rojane ya Zarokistanê ya ser bi Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dawiya salê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ew ê ji bo paşeroja zarokan xebatên xwe bidomînin û hejmara Zarokistanan zêde bikin.
Ji bo zarokên ku li Zarokistanên Taxa Bagcilar û 450 Evlerê yên girêdayî Midûriyeta Şaxa Zarokan a Serokatiya Daîreya Karên Civakî perwerde dibînin, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bi boneya dawiya salê çalakiyek hat lidarxistin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, Serokê Daîreya Karên Civakî Omer Saman, endamên meclîsa şaredariyê û gelek zarok û malbatên wan beşdarî çalakiyê bûn.
‘Em ê hejmarê herî kêm bikin sê’
Hevşaredar Dogan Hatun di çalakiyê de zarok, malbat û mamoste pîroz kirin û armancên xwe yên nû wiha anî ziman: “Niha du Zarokistanên me hene. Piştî qeyiman me ev der careke din vekirin. Lê me niyet kiriye û soz daye; di çarçoveya derfetan de em ê çendên din jî vekin. Sala pêşiya me, em ê hejmara Zarokistanên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin herî kêm bikin sê. Em ê ji bo paşeroja zarokan xizmetê bikin.”
‘Tê xwestin ku zarok çand, huner, civak û xebatên gerdûnî nas bikin’

Serokê Daîreya Karên Civakî Omer Saman jî bal kişand ser dîroka xebatên perwerdehiya li ser bingeha zimanê dayikê û destnîşan kir ku bi saya keda mamosteyên dilxwaz, zarok gihiştine hawîrdoreke perwerdehiyê ya pirzimanî û pirçandî. Omer di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Tê xwestin ku di çarçoveya şaredariyeke pir zimanî de zarok; çand, huner, civak û xebatên gerdûnî nas bikin. Ji ber ku perwerde tenê ji hînbûna Kurdî pêk nayê. Meseleya bingehîn ew e ku zarok jiyaneke pirçandî û pirzimanî nas bikin û wiha mezin bibin.”

Zarokên ku bi cilên rengîn derketin ser dikê, stran gotin û govend gerandin. Di bernameyê de sînevizyonek ku xebatên salê nîşan dida jî hat nîşandan. Bername bi aktîvîteyên zarokan bi dawî bû.





















