• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin HATE NÛKIRIN

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin HATE NÛKIRIN

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    Gelê Til Eran û Til Hasilê banga berdana zarokên xwe kirin

    Gelê Til Eran û Til Hasilê banga berdana zarokên xwe kirin

    KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

    KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

    Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

    Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin HATE NÛKIRIN

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin HATE NÛKIRIN

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    Gelê Til Eran û Til Hasilê banga berdana zarokên xwe kirin

    Gelê Til Eran û Til Hasilê banga berdana zarokên xwe kirin

    KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

    KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

    Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

    Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Hezexê Newroz hat pîrozkirin: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Ocalan

17 ADAR 2025 - 13:54
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar di pîrozbahiya Newroza Hezexê de axivî û komkujiya li Kobanê li dijî malbatekê pêk hat şermezar kir. Çîgdem Kiliçgun Uçar got: “Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya rêzdar Ocalan.”

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi dirûşmeya, “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” li 89 navendan Newroz tê pîrozkirin. Di çerçoveya pîrozbahiya Newrozan de li navçeya Hezexê ya Şirnexê bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û DEM Partiyê Newroz hat pîrozkirin. Pîrozbahî li Qada Newrozê ya navçeya hat lidarxistin û hezaran kes tev li bûn. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, parlamenterên DEM Partî yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez, hevşeredara bajarê mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Jinan qada Newrozê xemiland

Xelkê Hezexê bi cil û bergên Kurdî û xemla kesk, sor û zer berê xwe dan qada Newrozê. Welatiyan bi gerandina govendê dest bi pîrozbahiyê kir. Ji 7 salî heta 70 salî zarok, jin, pîr û ciwan tev li Newrozê bûn û qada Newrozê bi cil û bergên xwe xemilandin. Jinên ciwan û temên mezin jî bi fîstanên xwe yên sipî ku yek jî taybetmendiya herêma Botanê ye pîrozbahiyê xweşik kirin. Beriya bername dest pê bike welatiyan li qada Newrozê bi coşeke mezin govend gerandin. Piştre axaftin hatin kirin. Bernameya Newrozê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Di rêzgirtinê de girseyê bi yek dengî sûrida “Çerxa Şoreşê” xwendin. Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo bîranîna Kemal Kurkut ê di Newroza 2017an a Amedê de ji aliyê polîs ve hatibû kkuştin pankarta bi nivîsa, “Tu kulîlka biharê ya hê nebişkivî ye Kemal Kurkut” dinivisî hilgirtin.

Dayikên Aştiyê kevokên spî firandin

Piştî rêzgirtinê endamên Meclisa Dayikên Aştiyê girse silav kirin û bi firandina kevokên spî pêyama aştiyê dan. Ayşe Hezer li ser navê Dayikên Aştiyê axivî. Ayşe Hezer anî ziman ku ew Newrozê hemû cihanê pîroz dike û got: “Ez Newroza hemû girtiyan pîroz dikim. Em dibêjin ev pêyama birêz Ocalan wê aştî û azadiyê bîne. Ev peyama aştî, azadî û wekheviyê ye.” Girseyê jî bê navber dirûşmeya, “Bijî Serok Apo” berz kir.

‘Em piştgiriya banga Aştî û Civaka Demokratîk dikin’

Hevserokên DBPê û DEM Partî yên Şirnex û navçeya Hezexê, parlamenterên Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez û hevşeredarê Hezexê Dogan Adilbelî derketin ser dikê û gel silav kirin. Piştî silavdayînê Hevşeredara Merdînê Devrîm Demîr axivî û anî ziman ku agirê Kawayê Hesînkar pêxistiyê îro bi hêviyek mezin geş dibe û wiha got: “îro hemû cihan qala têkoşîna Kurdan dike. Bangeke sedsalê û hebûn û tunebûna Kurdan diyar dike hat kirin. Em piştgiriya banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Abdullah Ocalan dikin. Ev bang ji bo hemû gel û baweriyan e. Lê divê êdî bombe li ser gelê Kurd neyên barandin. Em bang li rêyedarên dewletê jî dikin ku gav biavêjin. Êdî gavavêtin dora dewletê ye.”

‘Divê di serî de deriyê Girava Îmraliyê bên vekirin’

Aysegul Dogan jî di pîrozbahiyê de axivî û bi gotina “Newroza Serok Apo jî pîroz be” dest bi axaftina xwe kir û ev yek anîn ziman: “Newroz ji bo me Kurdan ne tenê roja cejnekê ye. Newroz ji bo me Kurdan xwe nûjenkirin û çareserî, aştî û jiyaneke nû ye. Gelê Kurd ji aliyekî ve kêfxweş e û ji aliyê din ve jî xemgîn e. Îro jî rojeke wisa ye. Duh bîranîna komkujiya Helebcê bû. Îro xeberek ji Kobanê hat. Kurd hemû ji bo Kobanê xemgîn in. Ji ber ku li wir malbatek hatiye bombebarankirin û qetilkirin. Em bi awayekî zelal aştiyê dixwazin. Em wekheviyê daxwaz dikin. Em qebûl nakin ku Kurd bên kuştin. Em desteserkirina vîna gelan qebûl nakin. Em dibêjin dev jî înkarê berdin ku bila raperîn nebe. Peyama me zelal e. Di destekî me de gul û di destekî me de bombe nîn e. Her du desten me jî ji bo aştiyê vekirî ne. Kesên bi Kurdan re aştiye pêk bînin bila êdî Kurdan nekujin. Em qebûl nakin. Em ji kuştin û bomberankirinê re dibêjin êdî bes e. Rêya ku ji aliyê rêzdar Ocalan ve hatiye vêkirin ji bo hemû gelen Rojhilata Navîn e. Bila bizanibin ew nexşere ne tenê ji bo gelê Kurd e, temînata hebûna hemû gelan e. Divê hemû kes piştgiriyê bidin banga rêzdar Ocalan. Divê di serî de deriyê Girava Îmraliyê bên vekirin. Felsefeya Jin Jiyan Azadî wê aştî û wekheviyê bîne ser vê erdnîgariyê.”

‘Agirê Newrozê li Botanê her geş bû’

Piştrê jî Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî. Çîgdem Kiliçgun Uçar jî Newroza gel pîroz kir û wiha axivî: “Agirê Newrozê herî zêde li Botanê geş bû. Botan bû navnîşana berxwedana Newrozê. Di encama vê berxwedanê de em dikarin îro li vê qadan Newrozê pîroz bikin. Mazlûm Dogan di zindanê de li dijî tunehesibandina gelê Kurd xwe kir Newroz. Ew agir bi berxwedanê wî geş dibe û belavî tevahiya Kurdistanê bû.”

‘Em êrişa li Kobanê qebûl nakin’

Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser qetilkirina malbateke ji Kobanê û wiha got: “Em qebûl nakin. Beramberî vê banga dîrokî ev bombebaran nayê qebûlkirin. Divê rêyedarên dewletê derbikevin û daxuyanî bidin. Bi milyonan Kurdan piştgiriya banga rêzdar Ocalan kirin. Lê hûn radibin komkujiyan dikin. Divê faîlên komkujiya Kobanê derkevin holê. Gelê Kurd li Kobanê di bin xeterê de ye. Di vê pêvajoyê de ev komkujî nayê qebûlkirin. Em qebûl nakin. Desthilat tenê li gelê Kurd binire wê bizanebe ku çi bike. Em bi êrişan neqediyan. Berê me li banga Abdullah Ocalan e. Em dibêjin hemû gelên Tirkiyeyê divê berê xwe bidin vê bangê. An em ê wekhev bijîn û an jî ev înkar wê berdewam bike. Înkar û pişaftin êdî li Kurdistanê ne bê wate ye. Gelê Kurd dibêje ez ê li welatê xwe azad bijîm. Banga rêzdar Ocalan li dijî înkarê ji bo hemû kesan azadî û wekhevî ye.

Azadiya Abdullah Ocalan

Hezex cihekî girîng e. Di salên 1990î de yek ji cihê ku herî zêde kuştinên faîl nediyar lê qewimîn. Em careke din malbata ku li Kobanê jiyana xwe ji dest daye bi rêzdarî bibîr tînin. Ev Newroz bila bibe wesileya azadiya birêz Ocalan û aştiyê.

Girseyê jî li qadê dirûşmeya, “Şehîd namirin” berz kir. Piştî axaftinan agirê Newrozê bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Newroz pîroz be” hat pêxistin. Herî dawî jî stranbêj Mizgîn Turan derket ser dikê û stran gotin. Pîrozbahiya Newrozê li ber stran û gerandina govendê bi dawî bû.

 

Etîket: Çigdem kiliçgun UçarDBPDEM PartîNewrozNewroza 2025anRêbertiya Azad Civaka DemokratîkTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çavkaniyên DEM Partiyê: Nûçeyên xwe disipêrên derdora desthilatê bêbingeh in

Çavkaniyên DEM Partiyê: Nûçeyên xwe disipêrên derdora desthilatê bêbingeh in

1 TÎRMEH 2026
DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

1 TÎRMEH 2026
MYKa DEM Partiyê dê sibe bicive

MYKa DEM Partiyê têkildarî pêvajoyê civiya

1 TÎRMEH 2026
Havva Can: Em ê heta dawiyê bi ser bûyera rehabîlîtasyona Êlihê ve biçin

Havva Can: Em ê heta dawiyê bi ser bûyera rehabîlîtasyona Êlihê ve biçin

1 TÎRMEH 2026
Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

30 HEZÎRAN 2026
Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

27 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Havva Can: Em ê heta dawiyê bi ser bûyera rehabîlîtasyona Êlihê ve biçin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê: Dê xebatên me bidomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 1emîn Hevdîtinên Peyasê li taxa Hûzûrevlerî domiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Efrînê desteserkirina erd û milkên Kurdan didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (23)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne