Çalakvana Kurd Perwîn Edwayî li bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat binçavkirin û agahî jê nayê girtin.
Li gorî nûçeya Rojnewsê; pêla girtin û binçavkirina welatiyên Kurd a ji aliyê rejîma Îranê ve didome. Di vê çarçoveyê de çalakvana Kurd a bi navê Perwîn Edwayî li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê hat binçavkirin û ti agahî jê nayê girtin.
Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê di daxuyaniyek de eşkere kir ku çalakvana bi navê Perwîn Edwayî li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve hat binçavkirin û birine cihek nediyar.
Komeleyê diyar kiriye ku di sala 2019an de dadgeha Îranê bi tometa “çalakiyên li dijî ewlehiya nîştimanî û hevkariya li gel muxalefeta Îranê” 4 sal cezayê hepsê li Edwayî hatibû birîn.
Li gorî amarên Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê di sala borî de (2024) zêdetirî 586 kes li Rojhilatê Kurdistanê hatine binçavkirin 30 kes ji wan jin in.