Yek ji şahidên Komkujiya Dersimê Hanîfe Guleç a 98 salî jiyana xwe ji dest da. Hanîfe Guleç ku weke “Anê Xatûn” dihate naskirin, weke yek ji şahidên girîng ê hişê Dersimê bû.
Hanîfe Guleç ku dayika endamê Desteya Weşanê ya PÎRHAyê Velî Haydar Guleç e, li ser wesiyeta wê, sibe li Pulurê tê veşartin.
Hanîfe Guleç di Komkujiya Dersimê de bavê xwe, xwişk-birayên xwe û hemû cîranên xwe winda kir. Piştî qirkirinê bi 10 salan li gundê Sînosê yê Urgup a Nevşehîrê sirgun ma û malbata wê piştî 10 salan vegeriya Dersimê. Hanîfe Guleç, keça xwe ya 13 salî ji ber nexweşiyekê winda kir. Kurê wê Hasan Guleç ê tev li refên Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd bû, di sala 1994an de jiyana xwe ji dest da. Di sala 1994an di dema şewitandina gundan de her tiştên di destê xwe de bi gundiyan re parve kir.













