Stenbol – Meşvanên TJAyê ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê meşekê li dar bixin, gihiştin Gemlîkê.
Tevgera Jinên Azad (TJA) dê îro ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi diruşmeya “Niha dema azadiya Rêber Apo û dema jinan e” li navçeya Gemlîkê ya Bursayê meşekê li dar bixe.
Meşvanên ji bo meşê ber bi Gemlîkê ve bi rê ketibûn, gihiştin. Meşvanan li Gemlîkê bi stranan govend digerînin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” , “Jin Jiyan Azadî” berz dikin.

















