• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Şirnex, Amed û Îzmîrê Cangoriyên Gulanê hatin bîranîn TÊ NÛKIRIN

    Li Şirnex, Amed û Îzmîrê Cangoriyên Gulanê hatin bîranîn TÊ NÛKIRIN

    Li Stenbolê kargeha zarokan hat lidarxistin

    Li Stenbolê kargeha zarokan hat lidarxistin

    Otomatik taslak

    ‘Li girtîgehên Anatolyaya Navîn zext zêde dibin’

    Rapora ‘Di navbera bêçekkirin û aştiyê de meseleya Kurd’: Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka ewlehiyê ye

    Rapora ‘Di navbera bêçekkirin û aştiyê de meseleya Kurd’: Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka ewlehiyê ye

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 18ê GULANA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Komunbûn civakîbûn e’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Komunbûn civakîbûn e’ derket

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Şirnex, Amed û Îzmîrê Cangoriyên Gulanê hatin bîranîn TÊ NÛKIRIN

    Li Şirnex, Amed û Îzmîrê Cangoriyên Gulanê hatin bîranîn TÊ NÛKIRIN

    Li Stenbolê kargeha zarokan hat lidarxistin

    Li Stenbolê kargeha zarokan hat lidarxistin

    Otomatik taslak

    ‘Li girtîgehên Anatolyaya Navîn zext zêde dibin’

    Rapora ‘Di navbera bêçekkirin û aştiyê de meseleya Kurd’: Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka ewlehiyê ye

    Rapora ‘Di navbera bêçekkirin û aştiyê de meseleya Kurd’: Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka ewlehiyê ye

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 18ê GULANA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Komunbûn civakîbûn e’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Komunbûn civakîbûn e’ derket

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mevlut Aykoç: Li Bakurê Kurdistanê Kurdî di rewşeke xeternak de ye

Mahmût Altintaş / AW

8 GULAN 2025 - 09:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Nivîskar û Siyasetmedar Mevlut Aykoç diyar kir ku li Bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî di rewşeke xeternak de ye û got: “Heta perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî pêk bê divê ziman bibe zimanê malan û bazarê. Daxwaza yekem perwerdehiya Kurdî ye.”

Bi avabûna Komara Tirkiyeyê ve gelê Kurd û gelên li Tirkiyeyê tune hatin hesibandin û zimanê Kurdî jî rastî pişaftinê hat. Zimanê Kurdî ku mafê perwerdehiya fermî bê par e di encama têkoşîna gelê Kurd de bi rêya saziyan perwerdê tê dayin. Li Bakurê Kurdistanê di encama polîtikayên pişaftinê yê dewletê de axaftina bi zimanê Kurdî her ku diçê kêm dibe. Her ku diçê rejeya axeverên Kurdî kêm dibe û ew yek jî dibe sedema tunebuna zimanê Kurdî. Kêm axaftina zimanê Kurdî xetere û metirsiya windabûna zimanê Kurdî jî bi xwe re tîne. Ji bo pêşîgirtina zimanê Kurdî daxwaza yekem a sazî û dezgeyên Kurdî ew e ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiya fermî. Nivîskar û siyasetmedar Mevlut Aykoç, tekildarî rewşa zimanê Kurdî yê Bakurê Kurdistanê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Mevlut Aykoç bi lêv kir ku zimanê Kurdî jî li Bakurê Kurdistanê yek jî zimanê di asta metiriya windabûnê de ye û wiha got: “Zimanzan an jî lêkolîner dema li ser zimanan lêkolînekê dikin dibêjin; Heke zimanek li malê li bazarê û li qadan neyê axaftin ew ziman di asta zimanê mirî de ye. Dema em di vê çerçoveyê de dinêrin erê zimanê Kurdî ne di asta mirinê de ye. Lê di rewşeke pir xirab de ye. Ji ber ku li malan neyê axaftin, li bazaran neyê axaftin. Ew ji bo Kurmanî bi vî awayiyê ji bo Kirdkî (Kirmançkî, dimilkî) hê girantir e. Kirdkî hê kêmtir tê axaftin.”

‘Zimanê Kurdî di rewşeke xeternak de ye’

Di berdewama axaftina xwe de Mevlut Aykoç bal kişand ser gramer û rastnivisîna Kurdî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zimanê niviskî bi awayekî rûniştiyê. Li ser pirtûkan, di qursan de tê dayin. Helbet li ser her zimanî nîqaş hene lê meriv dikarê ji bo Kurdî bêje zimanê Kurdi rûniştiye. Lê perwerdehiya Kurdî hê pêk nehatiyê. Xwendina kurdî kêm e. Pirtûkek tê çapkirin lê ew pirtûk çiqas tê firotin, yên ku kirî ne çiqas dixwînin ew jî mijareke din e. Di vê çerçoveyê de zimanê Kurdî bi niviskî di rewşeke nexirab de ye. Lê ji aliyê bikaranînê de di rewşeke ne baş de. Li Bakurê Kurdistanê Zimanê Kurdî di rewşeke xeternak de ye.”

‘Di saziyên me de edî zimanê Kurdî neyê axaftin’

Mevlut Aykoç ji ber kêmaxaftina bi Kurdî li malan û di nava saziyan de jî ew rexne kir: “Dema em li hemû zimanên cihanê yên pişaftinê re rû bi rû ma ne dinêrin, em dibînin ku dema zimanek nebe zimanê perwerdehiyê tu çiqas bixwazî xebatan pêk bînê jî nikarê xwe ji pişaftinê rizgar bike. Divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiya fermî. Lê heta ew pêk hat divê mirov çi bike; Divê mirov teşwîq bike ku hemû kes li malê xwe, li bazarê û di saziyan de Kurdî biaxivin. Em îro dema rewşê dinirin, di saziyên me de edî zimanê Kurdî neyê bikaranîn. Di nava DEM Partiyê de pêkhateyên din hene çêdibe. Lê saziyên me yên din ne bi vî awayî ne. Di saziyên me yên din de sedî 90 Kurdin û Kurdî dizanin. Lê bi Kurdî naaxivin. Di navbera zaravayan de jî pirsgirêk hene. Zêdetir zaravaya Kurmancî tê axfaftin. Lê Kirdkî neyê bikaranîn. Ew jî pirsgirêkeke. Divê li Kurdistanê hemû sazî û partiyên siyasî zêdetir zimanê Kurdî biaxivê û bi zimanê Kurdî siyasetê bike. Di metropolan de jî hewl bidin jiyan û siyaseta xwe bi Kurdî bimeşînin. Divê em hewl bidin ku zimanê Kurdî di malan de bidin axaftin. Hewl bidin ku gelê me televîzyonên bi Kurdî temaşe bikin. Rojnameyên bi Kurdî bixwînin. Gelê me televîzyonên Kurdî temeşê nakin, rojnameyên Kurdî naxwînin, pirtûkên Kurdî naxwînin. Em ê ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiya fermî têkoşîna xwe bimeşinin. Lê ji bo ziman di nav civakê de bê axaftin jî çalakiyan bimeşinin.”

‘Berî hertiştî divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiya fermî’

Di dawiya axaftina xwe de Mevlut Aykoç destnîşan kir ku di pêvajoya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatiye destpêkirin de daxwaza wan a yekem mîsogerkirina mafê perwerdehiya fermî ya Zimanê Kurdî ye û wiha bi dawî kir: “Berî hertiştî divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiya fermî. Zimanek bi qursan û bi dersên hilbijartê pêşnakeve. Ji ber ku ziman hebûna gelan e dema gelek bi zimanê xwe perwerdehiyê nebine ew gel di nava demê de hebûna xwe winda dike. Heta ziman nebe zimanê perwerdehiyê mirov nikarê bêje ziman pêş bikeve. Ew pêvajo pêvajoyeke girîng e. Di vê pêvajoyê de em jî di çerçoveya xwe guherîn û vêguherînê de zimanê xwe jî çawa ku em ê pêdiviyên gelê xwe bi jiyaneke nû ava dikin ji bo zimanê xwe jî xebateke nû bi gelê xwe re pêkbînin. Weke mînak li Rojava zimanê Kurdî ne zimanê perwerdehiya fermî ya Suriyeyê bû. Lê li Rojava niha ziman hatiyê asta rûniştinê. Heke xweseriya Demokratîk li qada Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê jî gav bi gav bê rûniştin mirov dikarê zimanê xwe pêşve bibe. Qada ziman jî bi wê têkoşînê vê giredayî bide meşandin. Yanî ew tiştekî ne rast e. Bila çareserî bê piştre em rewşa ziman çareser bikin. Bi têkoşînê ve giredayî pirsgirêka ziman, jinê, pirsgirêkên gel hemû bi hev re bên çareserkirin. Di vê pêvajoyê de jî helbet daxwaza me ya yekem perwerdehiya zimanê Kurdî ye. Nebe nabe. Heke çareseriyek pêk bê divê zimanê Kurdî bibe zimanê 2emîn e Tirkiyeyê. Helbet divê zimanê din ên Tirkiyeyê jî bibin zimanê fermî.”

 

Etîket: Me
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Helbestvan Mem Xelikan jiyana xwe ji dest da

Helbestvan Mem Xelikan jiyana xwe ji dest da

22 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Otomatik taslak

    KOM Muzîkê bersiv da îdiayên Mem Ararat

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Bahçelî 7 xalên ‘pêvajoyê’: Divê statuya Ocalan hebe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Li Başûr hê jî termînolojiya hiqûqî tune ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 18ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • SAMER: Civak ‘pêvajoya’ red nake lê dixwaze bawer bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Îzmîrê panela 15ê Gulanê: Divê xwedî li Kurdî bê derketin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rapora ‘Di navbera bêçekkirin û aştiyê de meseleya Kurd’: Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka ewlehiyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji kampusan ber bi jiyana azad ve: KODER vebû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mihrîcana Cizîrê bi coşek mezin bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (481)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne