• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

MKGê rapora meha Sibatê eşkere kir

Amed / AW

3 ADAR 2025 - 13:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

MKGê rapora xwe ya meha Sibatê eşkere kir û diyar kir ku êrişî 3 rojnamegeran hatiye kirin, 4 rojnameger hatin binçavkirin û 2 rojnameger jî hatin girtin.

Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), rapora binpêkirina mafên rojnamegeran û zextên li ser saziyên rojnamegeriyê ya meha Sibatê eşkere kir û bal kişand ser sansur, zext û girtinan rojnamegeran.

Rapora MKGê bi vî rengî ye:

“Azadiya çapemeniyê mafekî bingehîn ê demokratîk e ku rê dide raya giştî bigihêje agahiyên rast û bêalî. Lê îro zextên li ser çapemeniya azad zêde dibin û xebatên rojnamegeriyê weke hêmaneke sûc tê nîşandan. Bi taybetî rojnamegerên jin hem ji ber pîşeya xwe û hem jî ji ber newekheviya zayendî bi binpêkirina gelek mafan rû bi rû dimînin.

Weke Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) em rapora binpêkirina mafan a sibata 2025an a li dijî rojnamegeran a li ser zext, sansur û binpêkirinên mafan ên li ser çapemeniya serbixwe, bi raya giştî re parve dikin. Rapora me bi awayekî zelal radixe ber çavan ku rojnameger şîdetê dibînin, tên binçavkirin, darizandin û bi sansurê rû bi rû dimînin. Ev derqanûnî ne.

Rojnameger dema nûçeyan dişopînin tundiya fîzîkî li wan tê kirin, tên binçavkirin û girtin. Di meha sibatê de 3 rojnameger bi êrişê rû bi rû man, 4 jê hatin binçavkirin û 2 jî hatin girtin. Di serdegirtina polîsan a li ser mala wê de rojnameger Oznûr Deger bi kelepçeya berovajî lêdan xwar, dest danîn ser alavên wê yên teknîkî û piştre hate girtin. Li gel tundiya ku di bin çavan de pê rû bi rû ma jî, di rapora nexweşxaneyê de îfadeya “lê nehatiye dayin” heye.

Tundiya polîsan berdewam kir

Rojnameger Rabîa Onver û Medîne Mamedoglû ku tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dişopandin, bi tundiya polîsan rû bi rû ma û bi kelepçeya berovajî hatin binçavkirin. Rabîa Onver piştî îfadeyê hat berdan, lê kamera û telefonên wê hatin desteserkirin. Medîne Mamedoglu jî piştî îfadeyê hat berdan. Elîf Akgul di çarçoveya lêpirsîna li Stenbolê de li Enqereyê hat binçavkirin û 24 saetan mafê wê yê hevdîtina bi parêzerê wê re hat astengkirin. Piştî ku dema binçavkirina wê hat dirêjkirin, di 21ê Sibatê de hat girtin û şandin girtîgehê. Ev bûyer careke din nîşan didin ku rojnameger dema ku peywira xwe dikin zextên sîstematîk li wan tên kirin û bi pêkanînên derqanûnî rû bi rû dimînin.

10 rojnameger girtî ne

Zextên qanûnî yên li ser rojnamegeran nahêle ku ew bi serbestî karên xwe bikin û wekî hewldanek ji bo bêdengkirina medyaya serbixwe têne bikaranîn. Di meha sibatê de der barê 2 rojnamegeran de lêpirsîn hat vekirin, der barê 3 rojnamegeran de doz hat vekirin û bi giştî 10 rojnameger girtî ne. Eylem Babayîgît, Necla Demîr Arvas û Reyhan Hacîoglû ji ber karên xwe yên pîşeyî bi hincetên giran ên wekî endamtiya rêxistinê tên darizandin. Bernameyên televîzyonê, parvekirinên medyaya dîjîtal û naveroka nûçeyan ê rojnamegeran weke hêmanên sûc tên nîşandan. Melek Avci ji ber parvekirinên nûçeyên xwe yên li ser medyaya dîjîtal bi sûcdariya propagandaya rêxistinê tê darizandin. Nevşîn Mengu bi îdiaya propagandaya rêxistinê ji ber roportajeke xwe hat darizandin û salek û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Astengiya malper û hesabên dijîtal

Pêvajoyên wiha yên darazê yên li dijî rojnamegeran tê wateya tunekirina azadiya çapemeniyê. Azadiya raman û derbirînê yek ji hîmên bingehîn ên civakên demokratîk e û divê rojnameger ji ber pêkanîna erka xwe neyên cezakirin. Zextên li ser rojnamegeran ne tenê fîzîkî û hiqûqî ne, di qada dîjîtal de jî sansûreke tund tê kirin. Di meha sibatê de 3 malperên nûçeyan hatin girtin û ketina 9 platformên medyaya dîjîtal hate astengkirin. Hesabên Xê yên Xwebûnê, kurdî û tirkî yên JINNEWSê, hesabên medyaya dîjîtal ên Ajansa Mezopotamyayê (MA), Amed Times, Serhat News, Arti Gerçek û Ozgur TVyê hatin astengkirin. Herwiha Servîsa Kurdî ya Dengê Amerîkayê, malpera Ajansa Mezopotamyayê û Ajansa Sûr hatin girtin. Van astengiyên gihîştina platformên medyaya dîjîtal rasterast mafê gel ê gihaştina agahdariya rast binpê dike. Azadiya çapemeniyê ne tenê mafê rojnamegeran her wiha mafê hemû civakê ye.

Em ê dengê xwe bilid bikin

Weke Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) em hemû zextên li ser çapemeniya serbixwe şermezar dikin û careke din biryardariya xwe ya parastina azadiya çapemeniyê radigihînin. Rojnamegeriya serbixwe garantiya mafê raya giştî ya wergirtina nûçeyan e. Lê belê rojnameger dema karê xwe dikin û ji ber newekheviya zayendî zext li wan tê kirin. Ev rewş ne tenê parastina mafê rojnamegeran di dixe xetereyê, di heman demê de mafê hemû civakê dixe xeteriyê.

Em bang li hemû raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî van êrîşên giran ên li ser pîşeya rojnamegeriyê dengê xwe bilind bikin û hevgirtina bi çapemeniya serbixwe re zêde bikin!

Binpêkirina mafên li dijî ewlehî û mafê jiyanê yên rojnamegeran:

Rojnameger û weşanên êriş li wan hatine kirin: 3

Rojnamegerên bi ser malên wan de hatine girtin: 1

Rojnamegerên hatine binçavkirin: 4

Rojnamegerên hatine girtin: 2

Rojnamegerên muemeleya xerab li wan hat kirin 6

Rojnamegerên şopandina wan a nûçeyan hatine astengkirin: 2

Binpêkirina ramana azadiyê ya rojnamegeran:

Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hat vekirin: 2

Rojnamegerên derbarê wan de doz hatine vekirin: 3

Rojnamegerên hatine cezakirin: 2

Cezayê hepsê 2 sal 6 meh

Rojnamegerên ku darizandina wan berdewam dike (Hejmara dosyayan): 7

Hejmara kesan: 8

Hejmara Rojnamegerên Girtî (Ji 4ê Çileya 2023yan heta niha): 10

Astengkirina hesabên medyaya dîjîtal:

Malperên hatine girtin: 4

Platformên Medyaya Dîjîtal ên Hatine Astengkirin: 9

Lîsteya rojnamegerên girtî: Elif Akgul, Elif Ersoy, Eylem Babayîgît, Hatîce Duman, Necla Demir Arvas, Oznûr Deger, Rahime Karvar, Reyhan Hacioglu, Zuleyha Muldur, Ozden Kinik.

Etîket: astengîbinçavkirinGirtinMKGRojnamegersansur
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîsan êrişî çalakiya jinan kir: 4 jin hatin binçavkirin

Polîsan êrişî çalakiya jinan kir: 4 jin hatin binçavkirin

13 HEZÎRAN 2026
Cendirmeyan êrişî berxwedana li dijî GESê kir: Birîndar û binçavkirî hene

Cendirmeyan êrişî berxwedana li dijî GESê kir: Birîndar û binçavkirî hene

12 HEZÎRAN 2026
‘Rojnameger Pinar, Nadiye, Elîf û Muslum berdin’

‘Rojnameger Pinar, Nadiye, Elîf û Muslum berdin’

10 HEZÎRAN 2026
DFG: Nêzîkatiya li dijî çapemeniya azad, nêzîkatiya li dijî demokrasiyê ye

DFG: Nêzîkatiya li dijî çapemeniya azad, nêzîkatiya li dijî demokrasiyê ye

3 HEZÎRAN 2026
Li Enqereyê tevî nûçegihana MAyê gelek kes hatin binçavkirin

Li Enqereyê tevî nûçegihana MAyê gelek kes hatin binçavkirin

1 HEZÎRAN 2026
Li dijî Şaredariya Bucayê pêla binçavkirinê: Ji bo 62 kesan biryara binçavkirinê

Li dijî Şaredariya Bucayê pêla binçavkirinê: Ji bo 62 kesan biryara binçavkirinê

1 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê Di Sedsala Duyemîn De’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Axêverên Konferansê: Komarek demokratîk bê Kurdan nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di avakirina komarê de şaşiya herî mezin netew dewlet e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Mihrîcan hevgirtina jinan xurt dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo pêvajoyeke rast divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (380)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne