• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ahmed Şara li Tirkiyeyê ye: Li Antalyayê hevdîtina krîtîk a bi Fîdan re

    Ahmed Şara li Tirkiyeyê ye: Li Antalyayê hevdîtina krîtîk a bi Fîdan re

    Dîsa bi dronan êrişî Silêmanî û Koyeyê kirin

    Dîsa bi dronan êrişî Silêmanî û Koyeyê kirin

    Ji bo mafê hêviyê dema Tirkiyeyê diqede: Divê komîte prosedura binpêkirinê bi cih bîne

    Ji bo mafê hêviyê dema Tirkiyeyê diqede: Divê komîte prosedura binpêkirinê bi cih bîne

    ROJEVA 28ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 17ê NÎSANA 2026an

    Mihemed Seman bû Waliyê Kerkûkê

    Mihemed Seman bû Waliyê Kerkûkê

    DEM Partî ji bo piştgiriyê çû serdana ‘Fabriqeya Pîşeyan’

    DEM Partî ji bo piştgiriyê çû serdana ‘Fabriqeya Pîşeyan’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ahmed Şara li Tirkiyeyê ye: Li Antalyayê hevdîtina krîtîk a bi Fîdan re

    Ahmed Şara li Tirkiyeyê ye: Li Antalyayê hevdîtina krîtîk a bi Fîdan re

    Dîsa bi dronan êrişî Silêmanî û Koyeyê kirin

    Dîsa bi dronan êrişî Silêmanî û Koyeyê kirin

    Ji bo mafê hêviyê dema Tirkiyeyê diqede: Divê komîte prosedura binpêkirinê bi cih bîne

    Ji bo mafê hêviyê dema Tirkiyeyê diqede: Divê komîte prosedura binpêkirinê bi cih bîne

    ROJEVA 28ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 17ê NÎSANA 2026an

    Mihemed Seman bû Waliyê Kerkûkê

    Mihemed Seman bû Waliyê Kerkûkê

    DEM Partî ji bo piştgiriyê çû serdana ‘Fabriqeya Pîşeyan’

    DEM Partî ji bo piştgiriyê çû serdana ‘Fabriqeya Pîşeyan’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Nagîhan Akarsel li Amedê hat bibîranîn

Amed / AW

4 COTMEH 2025 - 18:03
Kategorî: JIN, ROJANE
A A
Jinan li Navenda Çandê a Dîcle Firatê ya Amedê rojnameger û endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel bi bîr anîn.

Rojnameger, endama Akademiya Jineolojiyê û endema Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê sala 2022yan hatî qetilkirin li Amedê hat bibîranîn. ji hêla Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG)ê, Tevgerên Jinên Azad û Akademiya Jîneolojiyê li Navenda Çandê a Dîcle Firatê navçeya Sûrê ya Amedê seet 16.00da ji bo Nagîhan Akarsel bername ya bîranînê pêkanîn. Bîranînê de wêneyên Nagîhan Akarsel vekirin. Aktîvîstên Tevgerên Jinên Azad, endamên Akdemiya Jîneolojiyê û xebatkarên jin ên Çapemeniya Azad û gelek jin tevlî bîranînê bûn.

Bername bi rawestina rêzgirtinê destpêkir û jina sînevîzyona ji bo Nagîhan Akarsel hatî amadekirin temaşekirin. Piştre Seroka MKGê Roza Metîna, endamê Akademiya Jîneolojiyê Gulan Çagin Kalelî û aktîvîsta Tevgerên Jinên Azad(TJA) Emîne Çaynak axaftin kirin.

‘Zîhneyeta faşist em qebûl nakin’

Seroka MKGê Roza Metîna salvegera qetilkirina Nagîhan Akarsel de axivî û wiha got: “Ev 11 guleyên ku Nagîhan Akarselê ket bi awayeke hovane bi rastî ev gule li hemberê azadiya jinê, hemberê tekoşîna jinê û li hemberî îradeya jinê bû. Ji ber ku Nagîhan Akarsel piralî bû. Hem li qada jîneolojiyê, hem qada rojnamegeriyê de kedek mezin da. Di heman demê de aktîvîst bû û her wiha penûsa xwe bi awayeke baş bikar dianî. Em dibêjin ev zîhneyeta faşist em qebûl nakin. Jinên wekî Nagîhan Akarsel yê hertim bijîn, em ê her tim tekoşîna wê berdewam bikin. Em ê Nagîhan Akarsel xwe re bikin mînak û em ê hertim rêzê bigirin. Dîsa em dibêjin dijî dewleta yekperest, dijî zîhniyeta faşist em tu carî serî natewînin, em tu carî zîhniyeta zayendperestê mêr jî em serî natewînin.”

‘Wekî mûmekî peşiya jina ronahî dikir’

Aktîvîsta TJAyê Emîne Çaynak diyar kir ku ew ê hertim têkoşîna Nagîhan Akarsel bişopînin û berdewama axaftina xwe de wiha got: “Nagîhan Akarsel bi têkoşîna jina kurd e heya wê rojê em dikarin bêjin tekoşîna jinê bi zimanê zanistî bi zimanê bîrdozî di şexsê xwe de em kom kirin. Wekî mûmekî peşiya jina ronahî dikir. Şopdarê Sema Yuce, şopdarê Zîlan, şopdarê Berîtan bû. Hevala Nagîhan jiyana jinê kir pirtûk û ji jina re kir dîrokekî ji nû ve da nivîsandinê. Jina kurd di şexsê hevala Nagîhan de, jinên cîhanê tevahî, jinên Rojhilata Navîn Nagîhan Akarsel bi xwe re kirine pêşeng.”

Piştî axaftina helbest hate xwendin. Herî dawî bi endamên Komeleya Dîcle Firat a Çandê stran gotin û bername bi dawî bû.

 

Etîket: AmedBîranînMGKNagihan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KCKê ji bo Bernd Ruprecht peyama sersaxiyê weşand

KCKê ji bo Bernd Ruprecht peyama sersaxiyê weşand

14 NÎSAN 2026
Platformê Yewîya Cinîyanê Kurd cangorîyê Helebçeyî yad kerdê

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, DEM Partî û DBPê qurbaniyên Komkujiya Enfalê bi bîr anîn

14 NÎSAN 2026
Yenar Mihemed li Bernê hate bîranîn

Yenar Mihemed li Bernê hate bîranîn

11 NÎSAN 2026
Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn

Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn

11 NÎSAN 2026
Komeleya Ekolojiyê kongreya xwe li dar xist

Komeleya Ekolojiyê kongreya xwe li dar xist

11 NÎSAN 2026

Xizmên windayan li 5 navendan aqûbeta windakiriyan pirsîn

11 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mele Talhat Tûrhan koça dawî kir

    Mele Talhat Tûrhan koça dawî kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo mafê hêviyê dema Tirkiyeyê diqede: Divê komîte prosedura binpêkirinê bi cih bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gund bi gund û bajar bi bajar digere û dersa Kurdî dide HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 17ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Parêzvanê bîra muzîka Kurdî: Veysî Varli

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Hişê çêkirî’ çima ji Kurdî re kerr û kor û lal e?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê dest pê dike: Yekîtî û berxwedan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo ‘Perwerdehiya bêtundî’ çalakiya zincîra mirovan pêk anîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • TEV-KOM hat avakirin: Di bin sîwana têkoşîna kolektîf de bibin yek

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Atolyeya ‘Tenduristiya bi Kurdî’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (595)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne