Çalakiya nobedê ya gel ku li dijî êrişên li ser Bendava Tişrînê hat destpêkirin, di roja sêyemîn de berdewam dike.
Ji bo parastina Bendava Tişrînê, gelên Rojavayê Kurdistanê di 8ê Çileyê de dest bi çalakiya nobedê kirin. Dewleta Tirk û çeteyên girêdayê wî di roja destpêkê de êriş bir ser konvoya gel û sûcekî giran ê şer kir.
Li gel êrişan jî girseya gel xwe gihand Bendava Tişrînê û bang kir ku dawî li êrîşên dewleta Tirk ên li ser cih û warên sivîlan û binesaziya herêmê bê anîn.
Çalakgerên nobedê careke din piştgiriya xwe ya ji bo şervanên HSDê û YPJê re nîşan dan ku li dijî êrişan li ber xwe didin.