Tîma Kanal 8 ya ku di dema amadekirina raporeke li ser jîngeha Hewlêrê de ji aliyê hêzeke ewlehiyê ve hatibûn revandin, piştî jêbirina vîdyoyan û lêpirsînê hatin berdan.
Kanal 8 îro ragihand ku li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzeke ewlehiyê ve, nûçegihanê kanala wan Eyûb Wertî û wênegirê kanala wan Hengaw Xefûr hatibûn revandin. Bûyer di dema ku tîmê amadekirina raporeke meydanî ya li ser bandorên jîngehî yên parzûngehên Hewlêrê pêkdianî de, pêk hatibû.
Li gorî daxuyaniya Kanal 8, tîma kanalê ji bo çend saetan hatin binçavkirin û piştre hatin berdan. Eyûb Wertî ragihand ku di dema wênekêşanê de hêzê bi ser wan de girtiye û daxwaz ji wan kiriye ku wan vîdyoyên ku tomar kirine, jê bibin.
Her wiha destnîşan kir ku ew birine nav bajarê Hewlêrê û piştî lêpirsîn û gefan, rê hatiye dayîn ku biçin. Nûçegihanê Kanal 8 aşkera kir ku hêza ewlehiyê ji wan re gotiye ku beriya li ser her mijarekê kar bikin, divê razîbûna aliyên peywendîdar werbigirin.













