• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Berxwedêra Akbelenê Esra Işik nehat berdan

    Berxwedêra Akbelenê Esra Işik nehat berdan

    Midûrê emniyetê di dosyeya Gulistan Doku de îfade da

    Midûrê emniyetê di dosyeya Gulistan Doku de îfade da

    Îranê careke din Koye bombebaran kir

    Îranê careke din Koye bombebaran kir

    Baregehên Haşdî Şabî bi dijwarî hatin bombebarankirin

    Kampa Sûrdaş dîsa hate bombebarankirin

    Di erdeheja Balikesîrê de li hinek taxan avahî hilweşiyan

    Meletî bi pileya 4.4 hejiya

    Platforma Manîsayê: Em ê ji bo mafên xwe û aştiyê li qadan bin

    Platforma Manîsayê: Em ê ji bo mafên xwe û aştiyê li qadan bin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Berxwedêra Akbelenê Esra Işik nehat berdan

    Berxwedêra Akbelenê Esra Işik nehat berdan

    Midûrê emniyetê di dosyeya Gulistan Doku de îfade da

    Midûrê emniyetê di dosyeya Gulistan Doku de îfade da

    Îranê careke din Koye bombebaran kir

    Îranê careke din Koye bombebaran kir

    Baregehên Haşdî Şabî bi dijwarî hatin bombebarankirin

    Kampa Sûrdaş dîsa hate bombebarankirin

    Di erdeheja Balikesîrê de li hinek taxan avahî hilweşiyan

    Meletî bi pileya 4.4 hejiya

    Platforma Manîsayê: Em ê ji bo mafên xwe û aştiyê li qadan bin

    Platforma Manîsayê: Em ê ji bo mafên xwe û aştiyê li qadan bin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Nûnerên partiyên Kurdistanî: Em ji bo Kongreya Neteweyî amade ne

Bîlal Guldem - Mahmût Altintaş / AW

9 KANÛN 2025 - 08:14
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Stenbol – Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir, Berpirsê Buroya Têkiliyên Dervê yê YNKê Dara Xeylanî û Berdevka PÎAyê Menîce Rumeysa Gulmez ku tev li Konferansa Navneteweyî ya DEM Partiyê bûn bal kişandin ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurdan û destnîşan kirin ku divê ev pêvajo di heman demê de veguhere pêkhatina yekîtiya demokratîk a Kurdan.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li Stenbolê li dar xist. Konferansa ku beşdar ango mêvanê wê ji Kurdistan, Tirkiyeyê û gelek welatên cîhanê hatibûn du rojan berdewam kir. Kesayetên navdar, siyasetmedar, rewşenbîr ji gelek welatan wek axivêr beşdar bûn û bal kişandin ser têkoşîn û berxwedana gelê Kurd. Di konferansê de manifestoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêvajoya li Tirkiye û Kurdistanê berdewam dike hat nirxandin. Her wiha di konferansê de gelek peyamên girîng jî hatin dayin. Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî û Serokê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) Bafil hat xwendin. Ji Rojavayê Kurdistanê jî Îlham Ehmed bi rêya vîdeoyê beşdarî konferansê bû û nêrînên xwe anî ziman. Her wiha peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî hate wendin. Peyamên hatin xwendin û beşdariya partiyên Kurdistanê ya Konferansê ji bo yekîtiya demokratîk a Kurd weke gaveke erênî hat nirxandin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Berpirsê Buroya Têkiliyên Dervê yê YNKê Dara Xeylanî û Berdevka Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Menîce Rumeysa Gulmez têkildarî pêyamên di konferansê de hatin dayîn û yekîtiya neteweyî ya Kurd de ji Ajansa Welat re axivîn.

‘Ji bo aştiyê gaveke girîng e’

Berpirsê Buroya Têkiliyên Dervê yê YNKê Dara Xeylanî Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî weke gaveke girîng a ji bo aştiyê pênasê kir û got: “Mixabin, em gelek sal in mîletekî wisa ne ku axa me hatiye dagirkirin. Welatên cîhanê yên cüda uda axa me kirine çar parçeyan. Îro em hemû li vir in ji bo ku ew rojên me yên dijwar li dûr bimînin û ji bo ku em bi gelan re di nava aştîyê de bijîn, derdê xwe ji hev re dibêjin. Ev yek wek gaveke aştîyê ye. Em hemû bi salan e ji bo azadiyê gelek windahî (qurbanî) dan. Di nava têkoşînan de jî me gelek kes winda kirin. Niha em li wan windahîyan (qurbanîyan) dinêrin, ew ji bo dinyayeke baştir û ji bo axeke azad têkoşîn kirin. Cihê aştîyê li cem me gelek mezin e. Piştî hemû êşên hatin jiyîn, pêkanîna aştîyê ji bo me hemûyan girîng e. Hêvîdar im aştî pêk were û em hemû di nava aramîyê de bijîn.”

Peyama Abdullah Ocalan û yekîtiya neteweyî

Dara Xeylanî bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurd û wiha wiha axivî: “Ev, ji bo me bêguman, divê bibe helwestek, hevparî û yekîtiya hemû Kurdan. Pêdiviya me bi yekîtiya neteweyî heye. Dem bi dem ev yek carinan ji alîyê kesên nav me ve, carinan jî ji alîyê hin partî û kesayan ve baş nayê fêmkirin. Divê ev ji aliyê nûnerên hikûmetê, nûnerên PDKê, sîyasetmedaran û hemû partîyan ve bi awayekî zelal hevpar be, ji ber ku siberoj, îro û paşeroja Kurdan bi yekîtîyê ve girêdayî ye. Wekî partî, hemû xebat û têkoşîna me yekîtiya Kurdan e. Bi taybetî di vê demê de, yekîtîya gelê Kurd êdî bûye pêwîstîyek mezin. Hemû peyamên ku wê jiyana Kurdan baştir bikin û wê bandoreke erênî li ser jiyana wan bikin, ji aliyê me ve bi rêzdarîyek mezin tên pêşwazîkirin û ji bo me gelek girîng in. Daxwaza aştiyê ya Abdullah Ocalan û ev têkoşîna wî wê derbasî dîrokê bibe. Wî ji bo jiyana Kurdan çi ji destê wî hat kir û hîn jî dike. Her têkoşîna ku ji bo Kurdistan û gelê Kurd tê dayîn gelek bi qîmet e û em êtêkoşînê bikin jî. Her wiha gelê Mexmûrê jî gelê me ye û rêzên me yên bêsînor ji wan re hene. Heke rexneyên gelê Mexmûrê li ser me hebin, em ê van rexneyan qebûl bikin û ji bo ku em xeletiyên xwe sererast bikin û baştir bikin, çi ji destê me tê em ê bikin.”

‘Ev konferansên tên lidarxistin dê bibe bingeha Kongreya Neteweyî’

Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir jî anî ziman ku li çar aliyên Kurdistanê gelek kes beşdarî konferansê bûne û wiha axivî: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê pêvajoyê weke pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi nav dike û weke nexşerê jî yekîtiya neteweyî ya Kurd e. Ji ber vê yekê hewldan û daxwaza me ew e ku ji bo pêşketina pêvajoyê yekîtiya neteweyî ya Kurd li ser hevdu qebûl kirinê bimeşînin. Di navbera gelê Kurd û Tirkiyeyê de pêvajoyeke heye û îhtîmal heye ku li hev kirinek jî pêk were. Lê ya ewil divê em di navbera Kurdan de yekîtiyê ava bikin. Nêzikî salekî ye ku Rêber Ocalan zemîna yekîtiya neteweyî ava kiriye. Li konferansa Başur, ya Rojava û li vir çar aliyên Kurdistanê beşdarî çêbûn. Van konferansan ji bo yekîtiya Kurdan zemînek jî çêkir. Di nav gelê Kurd de jî daxwaza yekîtiya neteweyî heye û piştgiriya yekîtiyê dikin. Ev daxwaz barekî dixe ser milê hemû partiyên Kurd ku yekîtiya xwe pêk bînin. Em jî hêvîdarin di pêşerojê de em êdî ji konferansan derkevin û ber bi yekîtiya neteweyî ya Kurd ve, kongreyeke mezin a yekîtiya neteweyî ya Kurd li dar bixînin û ava bikin. Ji îro şûn ve hewce hye em bingeha vê ava bikin. Birêz Ocalan piştî banga 27ê Sibatê jî banga kongreyeke neteweya Kurdistanê kir. Em hêvî dikin ev konferans dê bibin bingeha Kongreya Yekîtiya Neteweyî. Weke DBPê ji bo yekîtiya Kurd çi kar bikeve ser milê me, em ê bikin.”

‘Divê gavên qanûnî bên avetin’

Berdevka PÎAyê Menîce Rumeysa Gulmez jî diyar kir ku di konferansê de gelek nirxandinên berfireh hatine kirin û ji bo pêvajoyê konferanseke gelek girîng bû. Menîce Rumeysa Gulmez destnîşan kir ku Kurd dixwazin xwedî maf bibin û wiha got: “Kurd dixwazin bi ziman û hebûna xwe bijîn. Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û azad bibe. Kurd xwedî çi birdoziyê bin jî daxwaz dikin ku tu Kurdek di zindanê de nemîne. Birêz Ocalan ji aliyê bi milyonan Kurd ve weke Serok tê qebûlkirin. Divê birêz Ocalan jî bi awayekî azad vê pêvajoyê bimeşîne. Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe jî ya girîng divê qanûn bên çêkirin. Bê qanûn nabe. Ji bo wê jî ya herî girîng divê gavên qanûnî bên avetin û di destûra bingehîn a Tirkiyeyê de jî mafê Kurdan bê nasîn. Herî zêde şer bandorek neyînî li ser jinan kiriye. Lewma jinên Kurd dixwazin êdî şer û pêvçûn tune be û aştî pêk were. Hemû jin jî dixwazin aştî pêk were û mafê Kurdan bi cih were. Jinên Kurd dixwazin yekîtiya Kurdan saz bibe.”

 

 

 

 

 

 

Etîket: DBPKonferansa Aştî û Civaka DemokratîkPartiyên KurdistanîPÎAYNK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DBP: Sansurkirina wêneyên Birêz Abdullah Ocalan bi tu awayî nayê qebûlkirin

DBP: Li dijî tevkujiyan çareserî avakirina neteweya demokratîk e

24 NÎSAN 2026
Keskîn Bayindir: Divê em berpirsyariyê bigirin û xwe birêxistin bikin

Keskîn Bayindir: Divê em berpirsyariyê bigirin û xwe birêxistin bikin

22 NÎSAN 2026
DBP: Dem dema avakirina jiyaneke nû û pêşerojeke demokratîk e

DBP: Dem dema avakirina jiyaneke nû û pêşerojeke demokratîk e

19 NÎSAN 2026
YNK: ENKS dubendiyê dixe nava parçeyên Kurdistanê

YNK: ENKS dubendiyê dixe nava parçeyên Kurdistanê

18 NÎSAN 2026
YNK: Guherîna Waliyê Kerkûkê encama lihevkirinekê ye

YNK: Guherîna Waliyê Kerkûkê encama lihevkirinekê ye

16 NÎSAN 2026
‘Gel ji Abdullah Ocalan bawer e, divê ji bo mafê hêviyê gav bên avêtin’

‘Gel ji Abdullah Ocalan bawer e, divê ji bo mafê hêviyê gav bên avêtin’

14 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Tayîp Temel: Em li bendê ne ku pêşnûmeyên zagonan bên parvekirin

    Tayîp Temel: Em li bendê ne ku pêşnûmeyên zagonan bên parvekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Stranbêj Jan Axîn: Pîvana min a herî mezin ruhê Kurdî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurd yekîtiya xwe nîqaş dikin: Divê her kesek bibe qasidê yekîtiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hiqûqzan Muslum Dalar: Naskirina ziman dê di aştiya civakî de roleke girîng pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Karkeran barîkatên polîsan hilweşandin: Serokê Sendîkayê hate binçavkirin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zekî Bayhan piştî dermankirinê vegeriya Gîrtîgeha Îmraliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Encamnameya konferansa yekîtiyê: Berjewendiyên takekesî û siyasî bidin aliyekî dema yekîtiyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ÎHDê li gelek bajaran daxuyanî da: Divê qanûn werin çêkirin û gavên bi lez bên avêtin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sumeyye Boz: Li Kurdistanê talana xwezayê bi polîtîkayên ‘ewlehiyê’ tê meşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê em hişê çêkirî li gorî hişmendiya xwe bikar bînin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (967)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne