• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

    Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

    ‘Paradîgamaya Ocalan dê bandorê li Tirkiye û cihanê bike’

    ‘Paradîgamaya Ocalan dê bandorê li Tirkiye û cihanê bike’

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Ozgur Ozel: Em ji bo aştiyeke mayînde di nava hewldaneke zêde de ne

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Fetî Yildiz: Mafê hêviyê wê di raporê de cih bigire

    Fetî Yildiz: Ji bo aştiya mayînde em ê stranên xwişk û biratiyê bistrên

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Parastina statuya Rojava parastina statuya zimanan e’

Şirnex / AW

21 SIBAT 2025 - 15:23
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêveberê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Rojger Nuh Ant di daxuyaniya 21ê Sibatê ya “Roja Zimanê Dayikê yê Cihanê” de axivî û anî ziman ku şoreşa Rojava statuya hemû zimanên herêmê mîsoger kiriyê û got: “Ji ber vê yekê parastina şoreşa Rojavayê di heman demê de parastina zimanê kurdî û hemû zimanên din e.”

Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, pêkhateyên KESKê, tekildarî 21ê “Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê” li Kolana Hunerê ya Cizîrê daxuyanî da. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratik (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnex û navçeyên wê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl ên Şirnexê, parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxiyaniyê de pankartên ku li ser, “Statuya Kurdî perwerdehiya Kurdî”, “Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e” û “Bi zimanê xwe bixwîne, binivîse û biaxive” dinivisî hat hilgirtin. Her wiha girseyê dovîzên li ser, “Ziman rûhe civakê ye tu nikarî bikuje”, “Zimanekî azad jiyaneke azad” û “Zimanê me hebûn, xwebûn û nasnameya me ye” dinivisî hilgirtin.

Beriya daxuyaniyê girsê li Kolana Hunerê stran gotin û govend gerandin. Piştre daxuyanî dan. Rêveberê Birca Belek Rojger Nuh Ant daxuyanî xwend û wiha got: “Li dijî zimanê kurdî polîtikayên pişaftinê yên dewletê berdewam dikin. Herçiqas di encama têkoşîna gelê kurd a dîrokî de ev polîtîka û kiryar bi ser neketibin û têk çûbin jî ji gelek aliyan ve bi rê û rêbazên nûjenkirî berdewam dikin. Bi milyonan zarokên kurd hê jî bi pişaftineke xedar re rû bi rû ne û ji zimanê xwe hatine dûrxistin, nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin.Bêguman netewdewleta tirk a ku xwe li ser tirkperestiyê saz kiriye bi riya helandin û jiholêrakirina zimanê kurdî dixwaze kurdan ji hemû mafê wan ên neteweyî bêpar bihêle, ku kurd nikaribin bi nirxên xwe wek neteweyekê bi nasname û nirxên xwe yên xwebûnî bijîn.”

‘Têkoşîna ji bo azadiya Ocalan têkoşîna ji bo azadiya zimanên e’

Di berdewama axaftina xwe de Rojger Nuh Ant destnîşan kir ku Tirkiye di pergala xwe yek zimanî ya li ser netew dewletiya Tirkîtiyê hatiyê avakirin de israr dike û axaftina xwe wiha domand: “Hemû dorpêçkirin, zext û tecrîdên li her qadê girêdayî hevin. Mînaka vê ya herî şênber tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan e; ku rêzdar Abdullah Ocalan ji destpêkê heta niha bi paradîgmaya xwe ya dîrokî, civakî, azadîxwaz û demokratîk serbestî û azadiya hemû ziman, çand û nasnameyan dixwaze; ji bo wê têkoşîneke bêhempa dimeşîne, derbarê zimanê dayikê, bi taybetî derbarê zimanê kurdî de gelek nirxandin kirine û bi caran bangên dîrokî yên xwedîlêderketina zimanê kurdî û hemû zimanên din kirine. Rêzdar Ocalan di bin tecrîdeke giran de, di bin şert û mercên dijwar de, hê jî ji bo azadî û aştiya hemû netewe û zimanan têkoşîna xwe didomîne; bi taybetî jî hewl dide ku ji bo pergaleke demokratik ku zimanê kurdî û hemû zimanên din bibin xwedî statu û zimanê perwerdehiyê hewl dide. Ji ber vê yekê tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan, di heman demê de tecrîda li ser zimanê kurdî û hemû zimanên din ên bêstatû û bêperwerde ne. Bêguman têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya rêzdar Ocalan di heman demê de têkoşîna ji bo azadiya kurdî û hemû zimanên din e. Her wiha ji ber ku li Rojava jî zimanê kurdî û hemû zimanên din xwedî statu ne û perwedehiya bi zimanê kurdî û hemû zimanên din bi êrişan re rû bi rû dimîne. Ji ber vê yekê parastina şoreşa Rojavayê di heman demê de parastina zimanê kurdî û hemû zimanên din e.”

Rojger Nuh Ant anî diyar kir ku daxwaza wan a statuya zimanê Kurdî xeta sor e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû astengiyên li pêşiya zimanê kurdî rakin, bila di hemû qadên jiyanê de, hemû qadên civakî, giştî û fermî de kurdî serbest be. Kurdî bibe xwedî statu, bibe zimanekî fermî, hemû mafên Kurdî di zagona bingehîn de bên mîsogerkirin. Ji pêşdibistanê heta zanîngehê bi kurdî perwerde bê dîtin.”

‘Heta zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê em ê li berxwe bidin’

Piştî daxiyaniyê parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî. Newroz Uysal Aslan anî ziman ku mafê perwerdehiya zimanê kurdî hê jî tê qedexekirin û wiha axivî: “Bi boneya vê rojê em li vir kesên ji bo parastina zimanê xwe yê dayikê şehîd ketinê bi rêzdarî bi bîr tînin. Li ser gelê Kurd qîrkirina ziman û çandê heye. Gelê Kurd tevî zext û girtinan jî bi têkoşîna xwe xwedî li zimanê xwe derketiyê û parastiyê. Heta zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê em ê li berxwe bidin. Divê zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê bibinin û bijîn.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Zimanê me hebûna me ye”, “Bê ziman jiyan nabe” bidawî bû.

Etîket: AFC ChampionshipBirca Belekziman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şaredariya Tetwanê qursa Kurdî vekir, bang tevlêbûnê kir

Şaredariya Tetwanê qursa Kurdî vekir, bang tevlêbûnê kir

19 NÎSAN 2026
Ji bo mafê hêviyê dema Tirkiyeyê diqede: Divê komîte prosedura binpêkirinê bi cih bîne

Ji bo mafê hêviyê dema Tirkiyeyê diqede: Divê komîte prosedura binpêkirinê bi cih bîne

17 NÎSAN 2026
Kujerê Qasimlo jî di nava heyeta muzakereyan ya Îranê de ye

Kujerê Qasimlo jî di nava heyeta muzakereyan ya Îranê de ye

12 NÎSAN 2026
Amerîka û Îsraîlê careke din êrişî pergala atomî ya Îranê kirin

Amerîka û Îsraîlê careke din êrişî pergala atomî ya Îranê kirin

21 ADAR 2026
Encamnameya sempozyûmê: Divê perwerdehiya pirzimanî pêk were

Encamnameya sempozyûmê: Divê perwerdehiya pirzimanî pêk were

21 SIBAT 2026
DGD-KON: Her ziman beşek ji mîrateya hevpar a mirovahiyê ye

DGD-KON: Her ziman beşek ji mîrateya hevpar a mirovahiyê ye

21 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çêkera naverokên medya dîjîtal: Hînbûna min a Kurdî bersivek bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Vezîr Parlak: Li Colemêrgê ‘Konsepta Dêrsimê’ tê meşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sûlava Emrûdê piştî salan careke din bi heybet diherike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayhan Erkmen li Wanê jiyana Celadet Elî Bedîrxan vegot

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Waliyên Hewlêr û Dihokê serdana Şaredariya Amedê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Payîzava serayek vekir: Armanc xurtkirina aboriya jinan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (307)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne