• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Muslum Yucel qala Bayram Balci kir: Divê em xwedî li bîranînên Bayram derkevin

    Muslum Yucel qala Bayram Balci kir: Divê em xwedî li bîranînên Bayram derkevin

    Dosye – 3: Yên li derveyî komarê hatine hiştin  Komara sed salî zimanê hezar salan tune kir: Di komara qedexeker de rewşa Lazan

    Dosye – 3: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Komara sed salî zimanê hezar salan tune kir: Di komara qedexeker de rewşa Lazan

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 24ê HEZÎRANA 2026an

    DEM Partî ji bo Mitînga Azadiyê li qadan e

    DEM Partî ji bo Mitînga Azadiyê li qadan e

    Keskîn Bayindir li Wanê di nava gel de ye: Niyeta me çareserkirina bi rêya yasa û qanûnan e

    Keskîn Bayindir li Wanê di nava gel de ye: Niyeta me çareserkirina bi rêya yasa û qanûnan e

    Cîhan Denîz û Husnu Ablay li ser gorên xwe hatin bibîranîn

    Cîhan Denîz û Husnu Ablay li ser gorên xwe hatin bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Muslum Yucel qala Bayram Balci kir: Divê em xwedî li bîranînên Bayram derkevin

    Muslum Yucel qala Bayram Balci kir: Divê em xwedî li bîranînên Bayram derkevin

    Dosye – 3: Yên li derveyî komarê hatine hiştin  Komara sed salî zimanê hezar salan tune kir: Di komara qedexeker de rewşa Lazan

    Dosye – 3: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Komara sed salî zimanê hezar salan tune kir: Di komara qedexeker de rewşa Lazan

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 24ê HEZÎRANA 2026an

    DEM Partî ji bo Mitînga Azadiyê li qadan e

    DEM Partî ji bo Mitînga Azadiyê li qadan e

    Keskîn Bayindir li Wanê di nava gel de ye: Niyeta me çareserkirina bi rêya yasa û qanûnan e

    Keskîn Bayindir li Wanê di nava gel de ye: Niyeta me çareserkirina bi rêya yasa û qanûnan e

    Cîhan Denîz û Husnu Ablay li ser gorên xwe hatin bibîranîn

    Cîhan Denîz û Husnu Ablay li ser gorên xwe hatin bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Perwerdekar Şîmşek: Meyla nifşê nû li ser mafyayan e, divê ev çand bê guhertin

Abdullah Esen / AW

20 NÎSAN 2026 - 10:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Êlih – Endamê Egîtîm Sena Êlihê û Gerînendeyê Dibistanê Nûreddîn Şîmşek anî ziman ku meyla nifşên niha zêdetir li ser kesên mafya ne û got: “Heta ku ev çand neyê guhertin dê ev bûyer jî bi dawî nebin.”

 

Di 14ê Nîsanê de li Lîseya Anadolûyê ya Pîşeyî û Teknîkî ya Ahmet Koyûncû ya navçeya Sêwregê ya Rihayê li dijî mamosteyan û xwendevanan êrîşekê pêk hat. Kesê ku êriş kiribû ew bixwe jî xwendevanekî berê yê wê dibistanê bû. Di wê êrişê de 16 kes di hundirê dibistanê de birîndar bûn. Li gorî agahiyên ku Wezareta Karên Hundir dabû 10 ji kesên ku birîndar bibûn xwendekar, 4 jê mamoste, yek polîs û yek jî xebatkarê kantîna dibistanê bû. Kesê êrişkar jî xwe kuştibû. Di 15ê Nîsanê de jî li dijî Dibistana Navîn a Ayser Çalik a li Mereşê êrişeke çekdarî pêk hat. Di wê bûyerê de jî mamosteyek û 9 xwendekar hatin kuştin û 13 kes jî birîndar bûn. Endamê Egîtîm Sena Êlihê Nûreddîn Şîmşek derbarê bûyerên ku li dibistanan diqewimin ji ajansa me re axivî.

Nûreddîn Şîmşek anî ziman ku îro îdola ciwanan bûye kesên ku demançe di destê wan de ye û diyar kir ku dewlet jî rê li ber van bûyeran vedike û got: “Êdî rola mamosteyan û gerînendeyên dibistanan nemaye. Dema ku ew rol ji destê wan hate girtin êdî wateya mamostetiyê jî namîne. Em tev jî dizanin dema ku mamosteyek di civatekî de bûna ew mamoste ronahiya civatê bû û hurmet jê re dihate girtin. Îro em lê dinêrin îdola ciwanên me mafya ye. Ew kesên ku di destê wan de tizbî, di sitûyê wan de xaça heyvê û di kêleka wan de jî demançe hene ji hêla ciwanên me ve tên mînakgirtin. Li aliyekî mamoste heye dersê dide û bi zimanekî nerm bi qurban û heyran jê re tiştan dibêje. Li aliyê din jî ew kesên ku bi demançeyan dikeve nava dibistanan dibin îdola ciwanan. Îro em dibînin kesên dewletê ji wan re qad vekiriye dibin îdolên ciwanên me. Û wan îdolan ji hepsan derdixe. Lê van qadan hemû dewlet vedike. Ev tişt bi ewlehiyê bi polîsan nayê guhertin. Ew kesê ku ev qetlîam kiriye bavê wî polîs e û dayîka wî jî mamoste ye. Dayîka yek ji zarokên ku hatibû kuştin digot; ‘Me zarokên xwe teslîmî welatparêzan kir, ew jî zarokên me dikujin.’ Lê ev kesên xwe weke xwediyê vî welatî dibînin, sed heban jî bikuj in dê dîsa jî bavê wî li pişta wî be û ew ê wî ji hepsan xelas bike.”

‘Bi sedan bûyer li dibistanan diqewimin kes nabihîze’

Di berdewama axaftina xwe de Nûreddîn Şîmşek diyar kir ku ew kesê ku li dibistanê qetlîaman kiriye yek jê kurê polis bûye û da zanîn ew polis jî kurê xwe gelek caran biriye polîgonan perwerdehiya çekê dayê û wiha pêde çû: “Ev kes gelek caran bi demançeyê hatiye dibistanê. Heta alîgirê midur çend caran li çenteyê wî dinêre û çûne giliyê wî jî kirine. Polîs jî ji alîgirê midûr re gotiye, çawa tu li çenteyê kurê min dinêrî. Pişt re ew ji kar dûrxistine. Rê ji kurê xwe re vekiriye. Gelek caran kurê xwe biriye polîgonan perwerdeya çekê dayê. Îro ev çand li her derî bi pêş ketiye. Alî Îhsan Korkmazê ku di xwepêşanda Stenbolê de hate kuştin, xwendekarekî zanîngehê bû. Kê ew kuşt? Ew esnafên ku radihiştin kêran û daran, wan lêxistin û ew kuştin. Pişt re Serokkomar çi got? Got her esnafek ji bo me alperenek e. Ew çanda ku ji zarokekî qatilekî çêdike divê em li ser wê çanda tarî bifikirin. Wekî din ne bi ewlehiya devê deriyê dibistanan perwerde li pêş dikeve û ne jî dibistan dibine dereke ewlehî. Sed heb ewlehîparêz jî bên ber derî ku bi vê hişmediyê be dê bûyerên wisa gelek caran bidomin. Heta ku ew çanda tundiyê ji nava xwe dernexin dê li pêş ketin û aramî neyê. Ji ber vê yekê jî çanda nezaniyê bi zanebûn dixin nava gel. Weke van bûyeran bi sedan bûyer li dibistanan diqewimin kes nabihîze.”

‘Divê em pesnê kuştinan nedin’

Nûreddîn Şîmşek diyar kir ku di rojên dawî de polîs li ber deriyê dibistanan nobetê digirin û got ku ev yek bi tenê têr nake û wiha bi dawî kir: “Piştî ku ev bûyer qewimîn, dibistana ku ez lê midur im, min gazî dê û bavê zarokan kir ku em rewşê ji bo wan îstîşarê bikin. Ji bo pêşerojê û ji bo ewlehiya zarokan em ê dikaribin çêbikin em li ser axivîn. Divê em dikaribin kesên ku xesare bide şagirtan û dibistanê wan ji dibistanê biavêjin. Îro em li ser çanda tundiyê diaxivin. Du roj in polis tên li dibistanan nobetê digirin, lê ev tiştekî palyatîve ne çareserî ye. Divê dersên ku ji bo xwendekaran tên amadekirin dersên tundiyê tê de tune bin. Divê em pesnê kuştinan û şehadetan nedin. Gerek ew çanda cudatiya mirovan ji zarokatiyê ve rabe. Hewceye ku em çanda biratiyê, aştiyê û wekheviyê mirov biparêze bidin avakirin. Di navberekî de deklerasyona aştiyê hebû, gelek hevalên me yên mamoste ew îmze kirin, pişt re hemûyan jî ji karê wan dûrxistin. Û di bernameya Beyazit Ozturk de hevala me ya mamoste ji Amedê geriya got ‘Li welatê me zarok têne kuştin, hûn li wir şahiyê dikin.’ Ew heval sê sal û nîv ceza lê hate birîn. Heta ku ev çand neye guhertin, dê ev bûyer jî nebe ya dawî.”

Etîket: Çanda MafyayanDibistanêrîşPerwerdekar Nûreddîn ŞîmşekXwe şibandin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

22 HEZÎRAN 2026
Li Reqayê êrişkarekî xwe teqand

Li Reqayê êrişkarekî xwe teqand

15 HEZÎRAN 2026
TEV-KOM: Xwendekarên Kurd ne bi tenê ne!

TEV-KOM: Xwendekarên Kurd ne bi tenê ne!

14 HEZÎRAN 2026
Artêşa Îsraîlê Beyrûd bombebaran kir

Artêşa Îsraîlê Beyrûd bombebaran kir

14 HEZÎRAN 2026
Hizbullahê bi dronan li baregeheke Îsraîlê xist

Hizbullahê bi dronan li baregeheke Îsraîlê xist

14 HEZÎRAN 2026
Polîsan êrişî çalakiya jinan kir: 4 jin hatin binçavkirin

Polîsan êrişî çalakiya jinan kir: 4 jin hatin binçavkirin

13 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Partî ji bo Leyla Cuma Îbrahîmê serî li ÎHÎKê dan

    DEM Partî ji bo Leyla Cuma Îbrahîmê serî li ÎHÎKê dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kedkarê Çapameniya Azad Bayram Balci: Ji sala 1991î ve tu carî pênûsa heqîqetê nedanî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – 2: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Ji sirgûniyê ber bi tunekirinê ve: Dijminatiya Komarê ya li dijî Çerkezan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Swîsre dê penaberê siyasî Ahmet Tabû radestî Tirkiyeyê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger û nivîskar Bayram Balci koça dawî kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş: Ez ê daxwaza hevdîtinê ya Kiliçdaroglu red bikim

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dûran Kalkan: Azadiya Rêber Apo mifteya her tiştî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cîhan Denîz û Husnu Ablay li ser gorên xwe hatin bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Armanca me avakirina helwestek li dijî bişaftinê ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (646)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne