• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Malbata ji Kobanê piştî dayîna pereyan hat berdan

    Malbata ji Kobanê piştî dayîna pereyan hat berdan

    Li Wanê pêşengeha Navdarên Kurd hat vekirin

    Li Wanê pêşengeha Navdarên Kurd hat vekirin

    Dengbêjên Amedê Mihemedê Nenyasî bi bîr anî

    Dengbêjên Amedê Mihemedê Nenyasî bi bîr anî

    Zanîngehê derbarê çalakiya bo Kabaîş de lêpirsîn da destpêkirin

    Zanîngehê derbarê çalakiya bo Kabaîş de lêpirsîn da destpêkirin

    Rojnameger Civîroglû: Tevlibûna Kurdan a Konferansa Munîhê encama civîna Kongreya Amerîkayê bû

    Rojnameger Civîroglû: Tevlibûna Kurdan a Konferansa Munîhê encama civîna Kongreya Amerîkayê bû

    Welatiyan rapora hevpar nirxand: Em azadiya mîsogerkirî dixwazin

    Welatiyan rapora hevpar nirxand: Em azadiya mîsogerkirî dixwazin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Malbata ji Kobanê piştî dayîna pereyan hat berdan

    Malbata ji Kobanê piştî dayîna pereyan hat berdan

    Li Wanê pêşengeha Navdarên Kurd hat vekirin

    Li Wanê pêşengeha Navdarên Kurd hat vekirin

    Dengbêjên Amedê Mihemedê Nenyasî bi bîr anî

    Dengbêjên Amedê Mihemedê Nenyasî bi bîr anî

    Zanîngehê derbarê çalakiya bo Kabaîş de lêpirsîn da destpêkirin

    Zanîngehê derbarê çalakiya bo Kabaîş de lêpirsîn da destpêkirin

    Rojnameger Civîroglû: Tevlibûna Kurdan a Konferansa Munîhê encama civîna Kongreya Amerîkayê bû

    Rojnameger Civîroglû: Tevlibûna Kurdan a Konferansa Munîhê encama civîna Kongreya Amerîkayê bû

    Welatiyan rapora hevpar nirxand: Em azadiya mîsogerkirî dixwazin

    Welatiyan rapora hevpar nirxand: Em azadiya mîsogerkirî dixwazin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Pexşan Ezîzî: Dilê min bi kenê jin û zarokan germ dibe

Navenda Nûçeyan / AW

8 NÎSAN 2025 - 15:00
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî di sohbeta xwe ya bi xwişka xwe re wiha got: “Ji her kesî re bêjin ku dilê Pexşan bi kenên jin û zarokên Kurd, Ereb, Suryanî û Ermenî yên li kampan germ dibe re ye.”

Rojnamevana Kurd û aktivîst Pexşan Ezîzî di 4ê Tebaxa 2023yan de li Tahranê hate binçavkirin. Pexşan Ezîzî di 11ê Mijdara 2023yan de bi îdiaya “Li dijî hikumeta Îranê çalakiya bi çek” hate girtin û wê şandin girtîgeha Evînê. Pexşan Ezîz di nameyên ku ji girtîgehê nivîsandî de diyar kir ku di pêvajoya binçavkirinê de rastî îşkenceyê hatiye û bi nûnertiya hiqûqî ji mafê xwe yê darizandina adilane bê par hatiye hiştin.

Dadgeha Şoreşê ya Tahranê di 23yê Tîrmeha 2024yan de cezayê darvekirinê li Pexşan Ezîzî birî. Biryar di 8ê Çileya 2025an ji aliyê Komîsyona Daraza Bilind a Îranê ve cezayê darvekirinê yê çalakvana Kurd Pexşan Ezîzî hate erêkirin. Serlêdana parêzerê Pexşan Ezîzî, Mazyat Tatayî ya daxwaza ji nû ve dadgehkirinê cara duyemîn hate redkirin.

Biryara darvekirinê ya Pexşan Ezîzî, ji aliyê jinên li çar parçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û gelek welatên cîhanê ve rastî bertekan hat. Xwîşka Pexşan Ezîz di nameya ku nivîsandî de hestên xwe anî ziman. Di nameyê de xwişka Pexşan Ezîzî ev pirs pirsî û got: “Hun dizanin xeyalkirina mirovên ku herî zêde hun jê hez dikin cezayê mirinê lê were birîn, tê çi wateyê?” li aliyekê tiştên bi êş ên qewimîne, li aliyê din hêviyên xwe ên winda nekirine tîne ziman.

Nameya xwişka Pexşan Ezîzî nivîsandiye û duh belav bûye, wiha ye:

“Ez van gotinan her roj ji havalên xwe, nas û mirovên xwe dibihîsim; ‘Te tişta ji destê te tê kir, li bendê bimîne, divê bi hêz bî’. Ez çiqas bixwazim ez ê çawa aram bibim? Dema ez li gel navê Pexşanê peyva ‘îdam’ dibihîsim dilê min lê dide. Ez li ku derê mêyze bikim, mirov behsa wê yekê dike ku cezayê ku lê hatî birîn çiqas bê mafe. Ma hun dizanin îdam tê çi wateyê? Hun dizanin xeyal bikin ku mirovên ku herî zêde hun jê hes dikin cezayê mirinê lê were birîn, tê çi wateyê? Hun dizanin belavbûna vê malbatê tê çi wateyê? Ez diwê hêviyê deme hun tu deman vê neceribînin. Min jî heta niha her xebera îdamê dibihîst ez di êşiyam û serê min tevlîhev dibû. Niha ev xebera ew qas xirab çawa min bihîstiye û ez çawa ji heqê wê derbikevim fêm nakim. Pêyva ‘îdamê’ di hindirê min de weke birînekê ye. Weke kebusek xilas nabe, weke ku hemû hebûna min û her kêliya jiyana min digre nava pencên xwe… ezê vê di çavên dayîk, bav û xwîşk û birayên xwe de dixwînim. Em êşên ku em nikarin bi gotin ji hevdû re bêjin, bi çavên xwe ji hevdû re dibêjin.

Em êş û hêviyê di heman demê de dijîn. Em ji Pexşanê re di malê de dibêjin ‘Peshî’. Em li bendê ne ku em car din bi Peshî re bên ba hev û em vê hêviyê dijîn. Heman hêviya ku bingehê îdealên Peshî ava dike. Hema hêviya ku daye jinên ku dagirkeriya DAIŞ’ê bandorê li wan kiriye, keç û zarokan û heman hêviya ku van rojên tije kabus daye me. Di rojên dawî de bi hemû tevliheviyên xwe her roj ez li X-InterNetê li navê wê digerim û derbarê wêde parvekirinan dikim. Di demê ku herî zêde serê min tevlîhev de ez çavê xwe digrim ez rojên ku bi dengê wê yê xweş ku ji Hogir, Hejîn, Ayaz, Kawa û Hozan re lorînan dibêje tînim bîra xwe. Di temenê xwe yê biçûk de di mijara loriyan de qasî pirîka min agahiya wê hebû. Di bin derinceyên mala mede min her dema li gel landika Hogir û biraza û hemû kesê di rûnişt û pirtûk dixwend temaşe dikir.

Pexşan neh salan li wargehekî penaberan a li Sûriyeyê li zarokan mêyze kir. Bi zarokên mexdûrên şerên cîhanê re rûnişt û bi wan re stranan got. Ez dixwazim ew bê rawestan stranan bêje û bi guhdarkirina wê ez rihet bibim. Dema çavê xwe digirim tê bîra min ku li gel min rûniştiye û kenê xwe yê zarok li ser ruyê wê ye.

Xwarziyê min Hogir rojek ji dayika xwe pirsî bû ‘Dayê, çima ji bo xaltîka min dibêjin terorîst e’. Li ser telefonê viya ji xaltîka xwe re jî gotibû. Pexşan jî wiha gotibû: “Ne girîng e ku kê çi dibeje. Ez dizanim çi dikim. Divê hûn jî ji bo hedefên xwe yê mezin amade û bihêz bin, divê tu axaftin û demxe gavên we hêdî neke. Bûyîna bijîjkek sînor nas nake, dîtin û famkirina êş û tengasiyên mirovan û dîtina riyekê ku van hêsan bike ye.” Hogir jî dixwaze bibe bijîjkekî ku sînoran nas nake.

Ez li bedena zirav û tenik a Pexşan dinihêrim û li ser hêza ku wê bi sedan kîlometreyan wê bir dûrî me difikirim. Li ser îdeal û baweriya wê ya dîtina riyekî ku êşa jin û zarokên ji fîşek, teqîn û wehşetan rizgar bûne, sivik bike difikirim. Daxwaza wê ya bûyîna ‘alîkarekî sînoran nas nake’ wê biribû wê derê û hebûna wê ya li wê derê vê yekê îspat kiribû. Ez ji herkesî bêtir Pexşan nas dikim. Mîna zaroka xwe wê nas dikim. Min jê re lorîkan negot lê mîna li xwişk û birayên xwe min jê re jî dayiktiyê kir. Yek ji zarokên min, a herî nazik, ya herî bi sebir, herî komîk û herî kêfxweş e. Di heman demê de bi înad e û di mijara îdealên xwe de cidî ye.

Rojek em bi Pexşan re rûniştin û ew dixwest biçe kampên penaberan. Min jê pirsî ‘Pexşan çi heye li wê derê?’.

Li me mêyze kir û got: ‘Bi rastî tu dipirsî, nexwe henekan dikî.’ Û wiha dewam kir:

‘Tu rewşê nabînî? Te nebihîst ku pênç hezar jinên Êzidî hatine revandin? Te li ser nûçeyan van kesên ku wan ber bi çiya û deştan ve hatine koçberkirin nedît? Li ser vê erdnihariyê timî şer çêbûne. Li her derê Rojhilata Navîn şer çêbûye û mirov ji malên xwe bûne. Dibe ku em jî li şûna wan ban. Mekan ne girîng e. Ya girîng mirov e. Iraq, Sûriye, Filistin, Şengal, Heleb, Xeza, Lubnan… Jiyana însanan li ku derê di bin metirsiyê de be divê em biçin wê derê. Di nav şer de bêyî wergirtina alîkariyan penaber nikarin xwe bi jiyanê bigirin. Bi jiyana mirovan re dilîzin, nexwe bêyî mirov ax zûha dibe.

Ez ne di wê baweriyê de me ku beramberî tiştên ku min kiriye darvekirin e. Neheqiyekî bi kîlometreyan min dûrî te û malê kir. Ez di wê baweriyê de me ku vala vala ne li wê derê bûm. Bi salan di riya ku min hilbijartiye de yekane tişta ku baweriya min bihêz kir, kêm be jî sivikkirina êşa mexdûrên şer û başkirina birînên wan bû. Dema ku mirov zarokek bê dê tesellî dike hêviya ku her çiqas dinya zeîf û biqisûr be jî edalet hê jî heye, şîn dike. Ev hêvî, her çiqas biçûk be jî, ji bo carek din mirov li wan kesan bigere û çareseriyê bifikire kêfxweş dike. Mêyzekirinên bi hêvî ya wan mirovan, wan jinan û zarokan tê bîra min û niha ew mêyzekirin bi min re ne. Ev dilê min diêşîne lê ez ne poşman im. Riya min ji bo dîtina mirovên bi hêvî bû û bi rastî jî berket. Destûrê nedin ku ev agahî û biryar hêviyên we bişkîne. Ji her kesî re bêjin ku dilê Pexşan bi kenên jin û zarokên Kurd, Ereb, Suryanî û Ermenî yên li kampan germ dibe’.”

 

 

Etîket: Pexşan Ezîzî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hemwelatîbûna rûmetê dan Werîşe, Pexşan û Şerîfeyê

Hemwelatîbûna rûmetê dan Werîşe, Pexşan û Şerîfeyê

25 COTMEH 2025
Ji bo Pexşan û Werîşe berhemek enstrumantal hate weşandin

Ji bo Pexşan û Werîşe berhemek enstrumantal hate weşandin

6 TEBAX 2025
Nêrgiz Mihemedî ji bo Pexşan, Werîşe û Şerîfe bang kir

Nêrgiz Mihemedî ji bo Pexşan, Werîşe û Şerîfe bang kir

20 SIBAT 2025
Seba Pexşan Ezîzî vengdayîş

Daxwaza ji nû ve dadgehkirina Pexşan Ezîzî hat redkirin

7 SIBAT 2025
Li Rojhilat greva giştî ya ji bo Pexşan û Werîşe pêk hat

Li Rojhilat greva giştî ya ji bo Pexşan û Werîşe pêk hat

22 ÇILE 2025
Li Rojhilatê Kurdistanê li dijî darvekirinan greva giştî hat ragihandin

Li Rojhilatê Kurdistanê li dijî darvekirinan greva giştî hat ragihandin

20 ÇILE 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Xwerêveberiya Civakî an Reforma Îdarî?

    Xwerêveberiya Civakî an Reforma Îdarî?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermend: Kurd dikarin bi ruhê çand û hunera xwe yekîtiyê ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heta ku Kurdî nebe zimanê perwerdeyê êş û têkoşîna me wê bi dawî nebe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo meşa 21ê Sibatê bang: Ziman xelata dilê mirov e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Farqînê bi Kurdî û Tirkî tabelayên navçeyê nû kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ceylan Akça: Konferansê kir ku Kurd dîplomasiya xwe xurttir bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Civîroglû: Tevlibûna Kurdan a Konferansa Munîhê encama civîna Kongreya Amerîkayê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meral Daniş Beştaş: Ya girîng vebûna rêya siyaseta demokratîk e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur bersiv da banga Rojava: Divê kongreya neteweyî bi derengî nekeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Parlamenterên DEM Partiyê bi Kirmanckî pêşniyazname dan Meclisê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (719)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne