• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li navenda lênêrînê îşkence, tecawiz û hovîtî!

    Li navenda lênêrînê îşkence, tecawiz û hovîtî!

    Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

    Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 19ê HEZÎRANA 2026an

    Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

    Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

    Li Dirbêsiyê zêdetirî 200 donim şewitîn û riya Til Temir-Zirganê hat girtin

    Li Dirbêsiyê zêdetirî 200 donim şewitîn û riya Til Temir-Zirganê hat girtin

    Şaredarê Îzmirê Cemil Tugay ji CHPê îstifa kir

    Şaredarê Îzmirê Cemil Tugay ji CHPê îstifa kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Platforma Jinan a Îzmîrê: Li dijî polîtikayên şer dengê xwe bilind bikin

Îzmîr / AW

15 ÇILE 2026 - 20:39
Kategorî: JIN, ROJANE
A A
Platforma Jinan a Îzmîrê der barê êrîşên li ser Helebê daxuyanî da û diyar kir ku armanca êrîşên li ser Sûriye û Rojava tunekirina fikra jiyana azad û şikandina vîna jinan e.

Platforma Jinan a Îzmîrê ji ber deriyê avahiya OSYMê heta ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê meşek li dar xist û dawiya meşê de daxuyaniyek da. Di meşê de girse dirûşmên ‘Bijî berxwedana jinan’, ‘Bijî berxwedana Rojava’, ‘Bijî ji wan jinên ku li Rojava li ber xwe didin” û “Dîsa dîsa serhildan, azadiya Kurdistan” berz kirin û dovîzên “Jin, Jiyan,Azadî” bilind kirin.

Newroz Çelîk li ser navê platformê daxuyanî xwend. Newroz Çelîk sedema civîna jinan wiha anî ziman: “Em îro li dijî dorpêça cîhadîst a ku ber bi Rojava ve diçe û polîtîkayên şer ên ku îdiaya jiyana azad a jinan ji xwe re dike hedef dengê xwe bilind bikin, li hev civiyane.”

Newroz Çelîk di daxuyaniyê de bal kişand ser hovîtiya li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û got: “Li wir jineke kurd dawî li jiyana xwe anî lê mixabin piştî dawî li jiyana xwe anî bedena wê hate teşhîrkirin û ew ji avahiyekê hate avêtin. Şerên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê rasterast karaktera şeran bi me da nîşan. Di şer de bedena jinan, rasterast hedef e. Armanc ew e ku vîna jinan bê şikandin, civak teslîm bê girtin û fikra jiyana azad bê tunekirine.”

Newroz Çelik di vê çarçoveyê de daxwaziyên Platformê wiha yek bi yek rêz kir: 

“-Divê êrîşên li ser Sûriyeyê demildest bêne rawestandin. 

– Divê ji bo taxên ku di bin bandora şer de ne, korîdora mirovî bêne vekirin.

– Divê êrîşên li ser Rojava bi dawî bibin.

– Divê qadên têkoşînê û destkeftiyên ku jinan ava kirine, bêne misogerkirin.

– Divê sûcên şer ji aliyê mekanîzmayên navneteweyî yên serbixwe ve bên lêkolînkirin û kujer bêne darizandin.

– Divê dawî li destwerdanên emperyalist bêne anîn.”

Di dawiya daxuyaniyê de Newroz Çelik bang li saziyên navneteweyî, rêxistinên jinan û raya giştî ya demokratîk kir û got: “Li dijî sazûmaniyên cîhadîst, desthilatdarên herêmî û hêzên emperyalist bibin yek û bikevin nava liv û tevgerê.” 

Etîket: daxuyanîİzmirJinplatform
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji bo Denîz Poyraz mewlûd hat dayîn

Ji bo Denîz Poyraz mewlûd hat dayîn

18 HEZÎRAN 2026
‘Em kujerên Denîz Poyraz û hêzên li pişt wan nas dikin’

‘Em kujerên Denîz Poyraz û hêzên li pişt wan nas dikin’

17 HEZÎRAN 2026
Denîz Poyraz hat bibîranîn: Em ê bi têkoşînê aştiyê bînin

Denîz Poyraz hat bibîranîn: Em ê bi têkoşînê aştiyê bînin

17 HEZÎRAN 2026
‘Xwestin ser bûyera li navenda rehabîlîtasyonê bigirin’

‘Xwestin ser bûyera li navenda rehabîlîtasyonê bigirin’

15 HEZÎRAN 2026
Gelê Pirxûsê li dijî GESê bi rojan e li ber xwe dide

Gelê Pirxûsê li dijî GESê bi rojan e li ber xwe dide

15 HEZÎRAN 2026
TEV-KOM: Xwendekarên Kurd ne bi tenê ne!

TEV-KOM: Xwendekarên Kurd ne bi tenê ne!

14 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Otomatik taslak

    Li Tûşbayê ‘Rojên Wêje û Pirtûkan’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Mehmet Emîn Karayilan hat veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Fermandarê YBŞê Emîn Kartal hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Zimanê Kurdî cih û wareke nû: Zimanxane

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 19ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Rewşa îro ya li Kurdistan û cîhanê yekitiyê li ser me ferz dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê meclîs berpirsyarî bigire û çarçoveya qanûnî bên çêkirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (529)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne