Amed – Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be salek li pey xwe hişt. Endama Platforma Şiyar Be Emîne Kayayê destnîşan kir ku bikaranîna madeyên hişbirê zêde bûye û wiha got: “Çareserî bi tenê di destê me de nîn e, divê em bi gelê xwe re tevbigerin. Em dikarin pêşiya vê xetereyê bigirin.”
Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be di 26ê Nîsana 2025an de li navçeya Sûr a Amedê bi daxuyaniyekê avabûna xwe ragihand. Platforma Şiyar Be ku li dijî hişbir, tiryak û fihûşê hate avakirin di nava salekê de di vî warî de gelek xebatên hişmendiyê meşandin û gel rêxistin kir. Platformê her wiha ji bo ku ciwanan ji hawirdorên bi xetere û rîsk dûr bixe, qadên alternatîf ên çandî û hunerî afirandin û bi piştevaniya saziyên tenduristiyê û hiqûqê re torên parastinê ava kirin. Platforma Şiyar be, armanc dike ku li dijî bikaranîna maddeyên hişbir û fihûşê hişmendiya civakî zêde bike û li hemberî van pirsgirêkan têkoşîneke xurt bimeşîne.
Platforma Şiyar Be ya ku bi armanca têkoşîna li dijî belavbûna maddeyên hişbir û fihûşê hate avakirin, li bajarên weke Wan, Êlih û Şirnexê jî rêxistinên xwe ava kir. Platforma ku salek li pey xwe hişt di nava vê salê de gelek çalakiyên weke meş, daxuyanî, kon vedan, nobet, belavkirina belavokan û xebatên avakirina hişmendiyê pêk anîn.
Endama Platformê Emîne Kaya têkildarê xebatên platformê ji ajansa me re axivî.
‘Armanca me ew e ku ciwan qet dest bi hişbirê nekin’
Emîne Kayayê bi bîr xist ku platform beriya salekê hatiye avakirin û ji bo balê bikişînin ser metirsiya hişbirê, wan li park û qadên giştî gelek çalakî li dar xistine. Emîne Kayayê derbarê xebatên platformê de wiha got: “Me li parkan herî kêm hefteyekê an jî çar-pênc rojan çalakî li dar xistin. Ji bo em ciwanan ji vê xeteriyê dûr bixin, me bi rêya şano, govend û werzîşê bi wan re têkilî danî. Bi giranî armanca me ew e ku ciwan qet dest bi hişbirê nekin.”
‘Hişyarkirina gel ji bo me stratejiyeke’
Emîne Kayayê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rola malbatan û girîngiya tespîtkirina zû ya hişbirê û wiha pê de çû: “Gava malbat pêdihesin ku zarokên wan ketine tora hişbirê, mixabin pir caran êdî pir dereng dibe. Ji ber vê yekê hişyarkirina gel û eşkerekirina vê xeteriyê ji bo me stratejîk e. Divê hêzên ewlekariyê jî li dijî firoşkaran operasyonên bibandor bikin û rê li ber belavbûna vê jehrê bigirin.”
‘Em ê têkoşîna xwe berfirehtir bikin’
Di dawiya axaftina xwe de Emîne Kayayê destnîşan kir ku belavbûna hişbirê ya li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê encama polîtîkayên taybet e û ji bo çareseriyê banga yekîtiyê kir: “Ev pirsgirêk gelek belav bûye. Em dixwazin li her taxê, bi taybetî li wan deverên ku firotin û bikaranîn lê zêde ye, civînan çêbikin û gel hişyar bikin. Çareserî bi tenê di destê me de nîn e divê em bi gelê xwe re dest bidin hev û bi hev re tevbigerin, em dikarin pêşiya vê xeteriyê bigirin. Em ê di rojên pêş de bi meş, daxuyanî û civînên taxan têkoşîna xwe berfirehtir bikin.”











