PYDê bersiva îdiaya ENKS‘ê ya derbarê xebatên şandeya hevbeş a Kurdî da û diyar kir ku îdiayên wê yên ku ji bo civîna şandeyê nehatiye vexwendin, ne rast in.
28ê hezîranê partiyên Kurdî yên Rojava bi armanca nirxandina xebata şandeya Kurdî ya di konferansa 26ê nîsana 2025an de hatiye damezirandin, civînek lidar xist. Sekreteryaya Giştî ya Encûmana Nîştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) ku tev li civînê nebû, îdia kir ku ew ji bo civînê nehatiye vexwendin.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî van îdiayan daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:
“Me daxuyaniya Sekreteriya Giştî ya Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê, tohmet û hewldanên tê de yên tehrîfkirina rastiyên têkildarî xebata şandeya hevbeş a Kurdî şopandin. Li ser bingeha berpirsyariya me ya neteweyî û rêzgirtina ji bo raya giştî ya Kurd, em dixwazin van rastiyan zelal bikin:
Yekem: Partiya Yekitiya Demokratîk berî û niha jî ji bo aktîfkirina xebata şandeya Kurdî ya hevbeş di nava hewldanan de ye. Em şandeya Kurdî wek berhema îradeya siyasî ya giştî ya Kurdan dibînin. Di vê çarçoveyê de beriya zêdetirî hefteyekê me vexwendnameya lidarxistina civîna şandeyê ya ji bo nirxandina geşedanên pêvajoyê û mekanîzmaya domandina karên şandeyê şandibû. Lê ENKSê bersiva vexwendnameyê neda û amadekariya xwe ya lidarxistina civînan an jî domandina mîsyona xwe di nava şandeyê de destnîşan kir. Di demekê de ku ENKSê dikarîbû beşdarî çareserkirina rewşa xitimî ya şandeyê bibûya, mixabin îro jî hewl dide aliyên din wek berpirsên vê rewşê destnîşan bike.
Duyem: Wekî nûnerên hejmareke mezin a hêz û partiyên ku di nav şandeya hevbeş a Kurd de, me civîneke şêwirmendiyê bi nûnerên wan partî û hêzên siyasî re li dar xist. Me raporek berfireh li ser pêşveçûna xebata şandeyê, têkiliyên ku kirine, encamên ku bi dest xistine û astengiyên ku pê re rû bi rû mane, pêşkêşî wan kirin.
Sêyem: Di civînê de, me ji partî û hêzên siyasî xwest nirxandin û nêrînên xwe yên der barê qonaxa bê de pêşkêş bikin. Her wiha me ji wan xwest diyar bikin ka ew çi gavên guncaw dibînin da ku yekitiya helwesta Kurdî û berdewamiya karê şandeyê biparêzin, nemaze di demekê de ku ENKS di nêzîkatiya xwe dewam dike û bi awayekî cidî beşdarî xebata hevbeş nabe. Ev jî bandoreke neyînî li ser performansa şandeyê kiriye û şansên wê yên ji bo pêkanîna rola ku ji bo wê hatiye damezirandin, qels kiriye.
Çarem: Daxuyaniya ENKSê li şûna nirxandineke berpirsyarane li ser helwestên ku bûne sedema xitimîna şandeyê pêşkêş bike, siyaseta xwe ya berdewam a ku xwe ji berpirsyariyê dûr dixe nîşan da, hewl dide raya giştî bi rêya tehrîfkirina rastiyan û tawanbarkirina yên din şaş bike. Di heman demê de hemû pêşniyarên ku ji bo aktîfkirina xebata şandeyê hatine kirin paşguh kirine. Li şûna ku ENKS beşdarî hewldanên çareserkirinê bibe, domandina siyaseta îbtalkirinê hilbijart.
Ev daxuyaniya wê xizmeta serxistina xebata neteweyî ya hevbeş nake. Lê belê careke din reva ji bidestxistina tevkariya neteweyî, bi peyketina li hesab û planên ku xizmeta yekitiya Kurdî û pirsgirêka Kurd a li Sûriyeyê piştrast dike. Di demekê de ku em bi berpirsyariyên xwe yên neteweyî û şandeya Kurdî ya hevbeş ve girêdayî ne û wê wekî çarçoveyek giştî ya parastina mafên neteweyî yên rewa yê gelê xwe dibînin, em dibêjin ku çi kesên ku xebatên şandeyê asteng dikin, berpirsên lawaziya helwesta Kurdî di vê qonaxa dîrokî de ne. Em teqez dikin ku dîrok û gelê Kurd dê helwestan li gorî kirinan, ne li gorî daxuyaniyan binirxîne.”













