• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

Medya Bal / AW

27 MIJDAR 2024 - 08:06
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed – Nûçegihana şer a Ronahî TV Cûdî Elî der barê xebatên ku di nav şer de dimeşînin de got: “Divê hevalên rojnameger, nûçegihan û kameravan zanibin ku ew di nav şer de têkoşîna zîhnî dikin.”

Ronahî TV ya ku di 21ê Mijdara 2011an de li Ewropayê hat avakirin bi taybetî weşanê xwe ji Qamişlo, Kobanê û Efrînê dikir. Ronahî TV piştî 2017an hemû navendên xebatên xwe derbasî rojavayê Kurdistanê kir. Kanal piştî derbasî Rojava bû, ji taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo dest bi weşana xwe kir. Piştî pêngavên rizgarkirinên ji DAIŞ’ê, bajarên weke Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrezorê jî navend û ofîsên xwe vekirin.

Her wiha Ronahî TV di sala 2021an de stûdyoya xwe ya Hesekê vekir û heta roja îro weşana xwe li wê derê didomîne. Piştî vê yekê bi taybetî karê weşangeriyeke aktuel û zindî bi rêve bibe. Ronahî TV di 21ê Mijdarê de 13emîn salvegera xwe pîroz kir. Ronahî TV niha nûçeyên xwe bi zimanên kurdî (kurmancî û soranî), erebî, îngilîzî û fransî radigihîne.

Nûçegihan û pêşkêşvanên Ronahî TV ji bona ku êrîşên li ser herêmê tên meşandin ragihînin erkek mezin dane pêşiya xwe. Nûçegihana şer a Ronahî TV Cûdî Elî der barê xebatên ku ji roja destpêka avakirinê kirine û bandora ku li ser civakê ava kirine ji Ajansa Welat re axivî.

Cûdî Elî di destpêka axaftina xwe de got ku Ronahî TV ji bo karibe rewşa Şoreşa Rojeva ragihîne hat avakirin û wiha got: “Dema ku ev televîzyon hat vekirin, bi armanca ku karibe bibe televîzyona şoreşê hat avakirin. Ronahî TV di dema şoreşê de hewl da deng û rengê civakê bilind bike û bide xuyakirin. Heta niha jî gav bi gav bi şoreşê re ev televîzyon dimeşe. Çi xebatên ku tên kirin û bûyerên ku rû didin bi awayekî xurt tên ji raya giştî re tên ragihandin.”

Bû dengê neteweyan

Cûdî Elî da zanîn ku Ronahî TV ji bo Şoreşa Rojava bigihîje armanca xwe xwediyê ciheke girîng e û wiha axivî: “Mirov dikare bibêje televîzyona Ronahî TV di warê xuyakirina felsefeya azadiya jinan û her wiha felsefeya Rêber Apo hîn bêhtir derxe holê xebatan meşandiye. Di heman demê de li ser xebatên avakirina civaka demokratîk xebatan meşand. Wek tê zanîn dema xweseriya civaka demokratîk hat avakirin di nav de gelek civakên û netewên herêmê jî cih girtin. Di vî warî de Ronahî TV her netewe bi reng, çand, adet û taybetmediyên wan derxist pêş. Di vî warî de heta roja me ya îro gelek gavên baş jî avêtiye. Ger ku ne ji Ronahî TV bûna ev xebatên ku îro li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dihatin meşandin wê negihabana armanca xwe. Ji ber ku her çiqas xebat bihatana kirin jî ger ew ji gel re nehatina ragihandin dê negihana civakê. Lê Ronahî TV di warê leşkerî, siyasî, civakî û di warê avakirinê de her gav bi şoreşê re meşiya û ragihandinên xwe ji civakê re kir.”

‘Piraniya nûçegihanên Ronahî TV jin in’

Cûdî Elî bal kişand ser rola ragihandinê ya di Şoreşa Rojava de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em îro lê dinihêrin şoreşa rojavayê Kurdistanê bingehek wê çêbûye û armancên xwe pêk tîne, ew jî em dikarin bibêjin bi saya Ronahî TV ye. Ronahî TV ji şoreşa rojavayê Kurdistanê re bû weke arşîvekî. Dikaribû bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ herwiha bi îdeolojiya Rêber Apo civaka ekolojîk û demokratîk ku lingên şoreşê yên bingehîn were dayîn. Hin armancên wê pêk hatin ji bo hin armanc jî pêk werin hê xebat didomin.”

Cûdî Elî di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Rojhilata Navîn a heyî û wiha pê de çû: “Dema ku em bala xwe bidinê îro li hemû Rojhilatê Navîn şer heye û tim di nav aloziyeke de ye. Em weke nûçegihanên jin û ciwan xebatên xwe çawa didin meşandin? Di qada nûçegihaniya şer de hevalên ku beriya me di qadên şer de li dijî DAIŞ’ê cihên xwe girtin ji bo me bûn mînak. Em hevalên ku di vî şerê de şehîd bûn û mohra xwe li vê şoreşê dan wek pêşengên xwe dibînin. Ji ber vê jî elbet çiqas zehmetî, astengî hebin, her roj li dijî rojnamegeran êrîşên hovane pêk werin jî em paşve gav navêjin. Berojî vê di her bûyereka ku pêk tê de wek nûçegihan bi taybet jî wek nûçegihanên jin cihê xwe di nav şer de digirin. Jixwe piraniya nûçegihanên Ronahî TV yê jî jin in. Çi bûyereke li ku çêbibe ew nûçegihan li wir e û bûyerê bi awayekî yekser radigihîne.”

‘Em xwedî mîrateyeke mezin in’

Cûdî Elî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di Rojhilata Navîn de cihê ku herî pir şer lê tê meşandin rojavayê Kurdistanê ye. Ji ber ku di sala 2011an de şoreşa rojavayê Kurdistanê dest pê kir hetanî vê kêlîkê jî tu êrîş li dijî Rojava ranewestiya ne. Şerê çeteyê DAIŞ û CEBETIL NÛSRA û herî dawî ku şerê Dewleta Tirk hê jî berdewam dike. Qada ku herî zêde êrîş lê tên kirin ev der e. Lê dîsa em lê dinihêrin tevî ewqas êrîş û rewşa heyê nûçegihana xwe kiriye rewşa awarte. Her bi vê rewşê re bûne yek çi êrîşên ku pêk tên cihê xwe di nav de digirin. Bi her awayî hewl didin bi pênûs, nûçe û kameraya xwe ku bikaribin bi her awayî vê yekê ragihînin ji raya giştî ya cîhanê re.”

Cûdî Elî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Soza me ew soze ku me daye hevalên me yên şehîd. Gelek hevalên me yên rojnameger ên şehîd hene. Di her qadê de şopên wan hene, ji me re mîrateyeke mezin hiştine. Em hê bêhtir dikarin xwe li pêş bixin û li ser mezin bikin. Ev mîras têrî me yî sedsalan dike. Hêvî û daxwazên min ji hevalên me yên rojnameger ew e ku xwe di vî warî de li pêş bixin. Divê hevalên rojnameger, nûçegihan û kameravan zanibin ku ew jî di nav vî şerê de têkoşîna zîhnî dikin. Ez dixwazim vê zîhniyeta desthilatdar ku timî berovajî bi me dide nîşandan em jî weke kurd xwe bi xwe bidim îspatkirin, çand, ziman, hebûn û nasnameya xwe ku em dikaribin di rêya vê çapemeniya azad de derxînin holê. Bi taybet banga min ji jinan ew e ku bikaribin di qada xwe de bi reng, deng û bi taybet jî şoreşa rojavayê Kurdistanê ku bûye şoreşa jinan ragihînin.”

Etîket: Ajansa WelatCudî ElîRojhilata NavînRonahî TVşehîdŞoreşa Rojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

MEBYA-DERa Wanê bi boneya Hefteya Lehengiyê bernameya bîranînê li dar xist

MEBYA-DERa Wanê bi boneya Hefteya Lehengiyê bernameya bîranînê li dar xist

28 ADAR 2026
G7 daxwaza rawestandina êrişên li Rojhilata Navîn kir

G7 daxwaza rawestandina êrişên li Rojhilata Navîn kir

27 ADAR 2026
Amerîkayê Lîwaya 82yemîn ya Paraşûtê li Rojhilata Navîn bi cih kir

Amerîkayê Lîwaya 82yemîn ya Paraşûtê li Rojhilata Navîn bi cih kir

26 ADAR 2026
Çapemeniya azad stûnek xwe winda kir: Osman Kiliç wek akademiya ragihandinê bû

Çapemeniya azad stûnek xwe winda kir: Osman Kiliç wek akademiya ragihandinê bû

14 ADAR 2026
Avahiya Ronahî TVyê şewitî

Avahiya Ronahî TVyê şewitî

12 ADAR 2026
Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Bi rûxandina Îranê em ê  armanca şehîdan bi cih bînin

Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Bi rûxandina Îranê em ê armanca şehîdan bi cih bînin

8 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Devlet Bahçelî: Divê qanûnên pêwîst demildest bên amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Êdî divê azadiya birêz Ocalan pêk were

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (8)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne