• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Qoserê 500 donim zeviyên genim şewitî

    Li Qoserê 500 donim zeviyên genim şewitî

    Ji mitînga Amedê bang kirin: Divê birêz Ocalan azad bibe

    Banga mitînga ‘azadiyê’: Divê roja mitîngê hemû dinya me bibîne

    Dayikên Aştiyê banga tevlibûna ‘Mitînga Azadiyê’ kir

    Dayikên Aştiyê banga tevlibûna ‘Mitînga Azadiyê’ kir

    Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

    Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

    Li Farqînê bertek nîşanî êrişa li dijî Parka Rojîn Kabaîşê dan

    Li Farqînê bertek nîşanî êrişa li dijî Parka Rojîn Kabaîşê dan

    Li Rihayê gendeliya malzemeyên tibê: Malzeme hatine dizîn û firotin HATE NÛKIRIN

    Li Rihayê gendeliya malzemeyên tibê: Malzeme hatine dizîn û firotin HATE NÛKIRIN

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Qoserê 500 donim zeviyên genim şewitî

    Li Qoserê 500 donim zeviyên genim şewitî

    Ji mitînga Amedê bang kirin: Divê birêz Ocalan azad bibe

    Banga mitînga ‘azadiyê’: Divê roja mitîngê hemû dinya me bibîne

    Dayikên Aştiyê banga tevlibûna ‘Mitînga Azadiyê’ kir

    Dayikên Aştiyê banga tevlibûna ‘Mitînga Azadiyê’ kir

    Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

    Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

    Li Farqînê bertek nîşanî êrişa li dijî Parka Rojîn Kabaîşê dan

    Li Farqînê bertek nîşanî êrişa li dijî Parka Rojîn Kabaîşê dan

    Li Rihayê gendeliya malzemeyên tibê: Malzeme hatine dizîn û firotin HATE NÛKIRIN

    Li Rihayê gendeliya malzemeyên tibê: Malzeme hatine dizîn û firotin HATE NÛKIRIN

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rêveberiya Herêmî ya DEM Partiyê starta 8ê Adarê dide

21 SIBAT 2025 - 13:13
Kategorî: JIN, ROJANE
A A
Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a DEM Partiyê rapora xebata 3 mehan a kampanyaya “Soza me neqediya, em ê bi hev re tundiyê rawestînin” eşkere kir.

Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) rapora xebata 3 mehan a kampanyaya “Soza me neqediya, em ê bi hev re tundiyê rawestînin” ku di 13’ê Mijdarê de dabûn destpêkirin û dest bi çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kiribûn, eşkere kir. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr daxuyanî da.

Daxuyaniya ku Devrîm Demîr xwend wiha ye:

“Gotina me xelas nebûye: Em ê bi hevre tundiyê rawestînin!

Rêgeza herî bingehîn a demokrasiya xwecihî ew e ku îradeya gel di mekanîzmayên rêveberiyê de bênavber û bi awayekî azad derkeve holê.

Lê mixabin pêkanînên qeyûman ên ku bi salan e tên meşandin, riya rêveberiyên xwecihî ku ji pêdiviyên gel re bibe bersiv girtine û pêkanîna polîtîkayên şaredariyan ên civakî, aborî û wekheviya zayendî asteng kirin e.

Qeyûm polîtîkayên civakî yên ku li gorî daxwazên gel ji aliyê şaredariyan ve dihatin meşandin an betal kirin an jî bêbandor hiştin.

Xebatên wekî Navendên Piştevaniya Jinan, Stargehên Jinan û Xeta Şîdetê ya Telefonê ku di têkoşîna li dijî cihêkarî û şîdetê de xwedî girîngiyeke mezin in, ji aliyê qeyûman ve hatin betalkirin û jinên ku li van qadan dixebitîn jî, ji kar hatin avêtin.

Ev rewş bûye sedem ku jinên ku rastî tundiyê tên û jinên ku pêdiviya wan bi alîkariya rêveberiyên xwecihî heye, bên îzolekirin.

Van polîtîkayan jin xistine bin metirsiyê û ji ber vê yekê, jin ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar mane.

Bi desteserkirinên qeyûman, ne tenê xizmetên heyî ji holê hatin rakirin, di heman demê de rê li ber afirandina xizmetên nû jî hat girtin.

Hema hema hemû derfetên ku şaredarî bikaribin projeyên ku wekheviya zayendî û mafên jinan xurt dikin pêş bixin ji holê hatin rakirin, navendên hevgirtinê yên jinan hatin pasîfîzekirin, yekîneyên wekheviya zayendî yên li şaredariyan hatin girtin û hewldanên li dijî tundiyê ji holê hatin rakirin.

Lê tevî van hemû astengiyan jî piştî ku rêveberiyên xwecihî car din bi îradeya gel re civiyan, me bi lez û bez dest bi xebatên xwe kir.

Di 13ê Mijdara 2024an de, me weke Polîtîkayên Jinan yên Şaredariyên Partiya DEMê kampanyaya “Gotina me xelas nebûye, em ê bi hev re tundiyê rawestîn in” da destpêkirin.

Armanca me ya vê kampanyayê ew bû ku em bi xebatên xwe yên di warê wekheviya zayendî de, hevgirtina jinan ji nû ve xurt bikin û li dijî tundiya li ser jinan têbikoşin.

Di vê çarçoveyê de me xwe gihand zêdetirî 15 hezar jinan.

Me tax bi tax, gund bi gund çalakiyên berfireh ên hişyarkirinê li dar xistin.

Me bi vekirina navendên pişgiriya jinan, stargeh û xetên tundiyê yên telefonê mekanîzmayên têkoşînê xurt kirin.

Me li hemû bajar û navçeyan li ser mafên jinan, wekheviya zayendî û têkoşîna li dijî tundiyê xebatên perwerdeyê li dar xistin.

Weke şaredariyên Partiya DEMê me bi kampanyayên medyaya civakî, bilboard û medyaya herêmî xebatên li ser hişmendiya civakî pêk anîn.

Xebatên ku ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û bilindkirina hişmendiya civakî, bi kampanyaya “Gotina me xelas nebûye, em ê bi hev re tundiyê rawestîn in” hatin meşandin.
Vê kampanyayê hevgirtina jinan xurttir û berfireh kir.

Di vê rapora ku em ê bi we û raya giştî re parve bikin de, xebatên ku me di sê mehên destpêka kampanyayê de kirin hatine nirxand, û gavên ku me ji bo dema pêş plan kirine hatin e nîqaşkirin.

Di vê çarçoveyê de, xebatên şaredariyan yên ku di 3 mehan de, di warê polîtîkayên jinan de hatim e meşandin wiha ne:

* Li tax, gund, bajarok û saziyên girêdayî şaredariyê, li ser ‘Mekanîzmayên Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, Zagona bi Hejmara 6284, Wekheviya Zayendî, Hişmendiya qada Ragihandina Bê-Tundî, Têkoşîna Li Dijî Rêziknameya Şîdeta Dîjîtal’ xebat hatin kirin.

* Li tax, gund, bajarok û saziyên girêdayî şaredariyê’Atolyeyên Xweparastinê’ hatin lidarxistin.

* Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan Panela Têkoşîna Hiqûqî û Siyasî hat lidarxistin.

* Ji bo hişyarkirina Rêbazên Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, li tax, sûk, navendên danûstendinê û gundan lêkolînên qadê hatin kirin û broşur hatin belavkirin.

* Li ser afîş, bîlbord û platformên medyaya civakî ji bo hişyariyê vîdeo hatin çêkirin.

* Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û şaredariyên navçeyan, ‘Belgeya Helwesta Li dijî Tundiyê’ îmze kirin.

Navendên jinan, navendên hevgirtinê, navendên jiyanê yên jinan, navendên bêhnvedanê yên jinan û stargehên jinan hatin vekirin.

Armanca van saziyan:
Xwitkirina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, beşdarkirina jinan ya jiyana civakî û siyasî, xurtkirina têkiliyên di navbera van jinan û rêveberiyên herêmî de, pêşxistina polîtîka û projeyên ji bo tespîtkirin û çareserkirina pirsgirêkên jinan e.

Me wek qada polîtîkayên Jinan ya Şaredariyên Partiya DEMê ne tenê saziyên ku wek bîra xebatên jinan dihatin zanîn ji nû ve vekirin, her wiha di vê serdemê de me qadên nû yên têkoşînê jî ava kirin.

Di vê çarçoveyê de;
* Di Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de DÎKASUM (Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Pirsgirêkên Jinan a Amedê) ji nû ve hat vekirin.

Di çerçoveya projeya bi navê
“Em Bi Çerxa Xwe Vediguherin”
Atolyeya Peda hat vekirin.

* Navenda Piştgiriya Jinan a Kayapınar û Pirtûkxaneya Xebatên Jinan a Peyasê hatin vekirin.

*Pirtûkxane û Navenda Lêkolînê ya Xebatên Jinan ya Wanê û Pirtûkxaneya Jinan a Avjen hatin vekirin.

*Navenda Piştevaniya Jinan a Çil Kezî, Navenda Jiyan û Piştevaniya Jinan a Sînemxan, Navenda Piştevaniya Jinan a Wêranşarê, Navenda Piştevaniya Jinan a Tetwanê, Navenda Piştevanya Jinan a Agiriyê, Navenda Piştevaniya Jinan a Dayika Mekiye hatin vekirin.

* Li navçeyên Wanê di çarçoveya kampanyayê de Navenda Jiyanê ya Jinan ya Amargî, Navenda Jiyanê ya Jinan a Şamîran, Navenda Jiyanê ya Jinan ya Hebûn, Navenda Jiyanê ya Jinan ya Seravê û 11 Malên Bêhnvedanê yên Jinan hatin vekirin.

* Xeta Piştgiriya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat vekirin.

Gotin xelas nebûye…
Polîtîkayên Jinan yên girêdayî Şaredariyên Partiya DEMê tevî tayînkirina qeyûman jî, bi paradîgmaya rêveberiyên herêmî yên demokratîk, ekolojîk û azadîxwziya jinê xebatên xwe bi têkoşîneke mezin û bi biryar didomînin û hêza xwe ji têkoşîna jinan û îradeya kolektîf a bi vê têkoşînê hatiye afirandin digirin.

Di 3 mehên destpêkê yên kampanyaya ‘Gotina me xelas nebûye, em ê bi hev re tundiyê rawestîn in’ de li erdnîgariyeke berfireh a ji Wanê heta Amedê, ji Agirî heta Bilîsê xebat hatin kirin û me xwe gihand zêdetirî 15 hezar jinan.

Ji bo ku em bidestkeftiyên xwe yên ku di warê wekheviya zayendî û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de hatine bidestxistin ji nû ve bindest bixin, xwittir bikin û yekîtiya jinan ji nû ve ava bikin, me gavên girîng avêtin.

Xebatên hişyariyê, panelên têkoşîna hiqûqî û siyasî, atolyeyên xweparastinê û lêkolînên qadê yên di dema sê mehan de li tax, gund, bajarok û saziyên girêdayî şaredariyan hatin kirin, destnîşan dikin ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bi awayekî berfireh û piralî tê meşandin.

Bi belavkirina broşur, kampanyayên medyaya civakî û xebatên danxuyakirinê re hişyarî hat bilindkirin û girîngiya mekanîzmayên hevgirtina jinan hat kirpandin.

Ev gavên ku di sê mehên ewil yên kampanyayê de hatin avêtin, ji bo xebatên ku di siberojê de dê bên kirin jî bingeheke girîng ava dike.

Têkoşîn bi armanca zêdekirina hişmendiya civakî, misogerkirina hêza jinan a aborî, civakî û siyasî û pêkanîna wekheviya zayendî ya di rêveberiyên herêmî de, bi biryardarî didome.

Di pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan û têkoşîna wekheviya zayendî de, berpirsyariyeke mezin a şaredariyan heye. Em ê bi şîara ‘Gotina me xelas nebûye’ têkoşîna xwe bidomînin.

Emê bi hevre tundiyê rawestînin!

Têkoşîna jinan a ku bi pêkanînên qeyûman hatibû qutkirin, niha li her kolan, her tax û her saziyê dîsa geş dibe.

Ev tora hevgirtinê ya ku bi hev ve hatiye girêdan dê dengê jinan di rêveberiyên xwecihî de bilindtir bike, berxwedana kolektîf mezintir bike û ji bo avakirina jiyaneke bê tundî bingeheke xurt ava bike.

Bi hêza ku em ji têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan, hevgirtin û biryardariya jinan digirin, em ê bi hev re jiyana demokratîk, ekolojîk û azad ava bikin.
Ji ber ku em dizanin ku têkoşîna birêxistinbûyî ya jinan temînata herî xurt a veguherîn û rizgariya civakî ye.

Bi hêza ku em ji vê kampanyayê digirin, em starta çalakiyên “8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî” didin.

Em ê wek rêveberiyên xwecihî polîtîkayên xwe yên jinan, bi awayekî berfirehtir bidomînin.

Em ê bi xwedîderketina li mîrateya têkoşîna jinan a bi hezaran salî, li dijî newekhevî, zayendperestî û qirkirina jinan ya ku ji aliyê desthilatdariya mêrperest ve hatiye afirandin, di 8ê Adarê de dîsa li qada bin.
Em ê bi raperîn û meşa xwe ya azadiyê têkoşîna xwe berfireh bikin, 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî Pîroz bikin.

Raperîna Me Li Dijî Qirkirina Jinê Ye
Meşa Me Ber Bi Azadiyê Ve Ye

Bijî Têkoşîna Jinan!
Bijî 8ê Adarê !
Jin Jiyan Azadî”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Qoserê 500 donim zeviyên genim şewitî

Li Qoserê 500 donim zeviyên genim şewitî

22 HEZÎRAN 2026
Keskîn Bayindir: Kurd bi awayekî qanûnî mafên xwe dixwazin

Keskîn Bayindir: Kurd bi awayekî qanûnî mafên xwe dixwazin

22 HEZÎRAN 2026
Ji mitînga Amedê bang kirin: Divê birêz Ocalan azad bibe

Banga mitînga ‘azadiyê’: Divê roja mitîngê hemû dinya me bibîne

22 HEZÎRAN 2026
Welatiyê ku şibandin endamê PKKê hat girtin!

Welatiyê ku şibandin endamê PKKê hat girtin!

22 HEZÎRAN 2026
Denîz Undav bi nasnameya xwe ya Kurdî di rojeva cîhanê de ye

Denîz Undav bi nasnameya xwe ya Kurdî di rojeva cîhanê de ye

22 HEZÎRAN 2026
Li Bazîdê hevdîtina jinan: Tenê bi nêrîn û fikra mêran aştî nabe

Li Bazîdê hevdîtina jinan: Tenê bi nêrîn û fikra mêran aştî nabe

22 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Dosye 1: Yên li derveyî komarê hatine hiştin  Bindestê bindestan li cîhanê bêwelat in: Komarê ji Romanan re çi kir?

    Dosye 1: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Bindestê bindestan li cîhanê bêwelat in: Komarê ji Romanan re çi kir?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Rihayê gendeliya malzemeyên tibê: Malzeme hatine dizîn û firotin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Koçber li benda vegerê ne: Serêkaniyê hê jî bi destê dewleta Tirk tê birêvebirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêveberên DEM Partiya Sêrtê: Werin em bi hev re Rêberê Gelê Kurd azad bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Qilebanê cerdevanan tundî li ser 2 jinan pêk anîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Denîz Undav bi nasnameya xwe ya Kurdî di rojeva cîhanê de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ala Amedsporê bi Pira FSMê ve hate daliqandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 22yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Roja Muzîkê ya Cîhanê şahiyek hate lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (619)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne