* Celadet Elî Bedirxan; jiyana wî ne tenê çîroka kesekî, lê xeta parastina neteweyekê ye û ew sazûmankarê Kovara Hawarê ye. Hawar rojek wek îro di 15ê Gulana 1932an de li Şamê ne tenê weke kovarekê, lê weke “hawara” zimanekî ku di bin sîya darvekirin û sirgûnê de mabû, dest bi weşanê kir.
Rewşenbîrê Kurd Heznî Haco yê ku tev li atolyeya Forûma Aştî û Azadiya Civakî bû, destnîşan kir ku di nava nifşên nû de ziman winda dibe û wiha got: “Ew kesê ku, bi taybetî kesê Kurd heger bi zimanê xwe nezanibe, ew mirovek winda ye.”
* ANKA-DER a ku li Enqereyê xebatên ziman û wêjeya Kurdî bi rê ve dibe, 4 sal li pey xwe hişt. Ji mamosteyên ANKA-DERê Serkan Goksu diyar kir ku ew dê xebatên xwe yên fêrkirina zimanê Kurdî xurttir bikin û ji bo daxwaza perwerdehiya fêrmî ya zimanê Kurdî di meha Hezîranê de komxebatekê li dar bixin.
* Rêveber û mamosteyên KURDÎGEHê di çarçoveya 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî de, li ser girîngiya zimanê dayikê û astengiyên li pêşiya perwerdehiya bi zimanê Kurdî axivîn û gotin ku xebatên tên kirin têra pêşxistina zimanê Kurdî nake.
* Polîtîkayên asîmîlasyonê yên sedsala 20emîn, li hemberî “arşîva dîjîtal” a sedsala 21emîn asê maye. Google Maps, li ber tabelayên fermî yên dewletê, guh dide “bîra zindî” ya bikarhênerên Kurd. Dema mirov jênavê bajar, navçe û gundê xwe bi Kurdî Google Mapsê dipirse bi giranî dizane ku qala ku derê tê kirin û peyda dike.
* Bi pêşengtiya Komeleya Berî Her Tiştî Zarok û bi tevlibûna gelek saziyên sivîl ên ji bajarên heremê dê di 17-18ê Gulanê de li Amedê “Komxebata Mafên Zarokan” bê lidarxistin. Endama Komeleyê Hîvran Tîmûr destnîşan kir ku armanca wan ew e ku li ser maf, perwerde û zimanê zarokan perspektîfeke hevpar ava bikin.
* Dadgehê bi boneya ku tev li çalakiya “Nobeda Edaletê” bûne, ceza li Cemîle Karakaş, Fincê Akman û Cemîle Çîftçî birî. Li her yekê 5 meh cezayê hepsê hate birîn. Dayikan diyar kirin ku gelek caran tevî ku ew bi îşkencekirinê hatin binçavkirin jî lê dîsa jî cezayê hepsê li wan hatiye birîn û gotin: “Em vî cezayî qebûl nakin. Bi vî cezayî dixwazin çavê me bitirsînin lê em natirsin. Sed caran ceza bidin jî em ê têbikoşin.”
* Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, dê di roja çaremîn de bi çalakiyên cihêreng berdewam bike. (09:00-19:00)
* DEM Partî di salvegera 2emîn a biryara Doza Kobanê de dê li ber Girtîgeha Sîncanê daxuyaniyê bide. (13.00)
* Saziyên Zimanê Kurdî û Patforma Saziyên Demokratîk li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi boneya 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî dê meş û daxuyanan li dar bixin. (13:00-18:00)
* Nobeta Edaletê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan ya Şirnexê dê di hefteya 2yemîn de berdewam dike. (15:00-18:00)
* Li Cizîrê 12emîn Festîvala Ziman, Çand û Hunerê bi meşa ji bo pîrozkirina 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî dê dest pê dike. (15:30-21:00)
* Navenda Çanda Anatoliyayê dê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Navenda Çandê ya Nergîsê konsereke li dar bixe. (19:00)
Kirmanckî
* Hemverfekê Komîsyonê Ziwan, Kultur û Hunerî yê DEM Partî Cemîle Turhalli ziwanê Kurdkî ser o qisey kerd û vat: “Sîyaset gere bala heme kesan bianco ser ziwan.”
* Sazgehê Ziwanê Kurdkî û Platformê Sazgehanê Demokratîkan, bi munasebetê 15ê Gulane Roşanê Ziwanê Kurdkî, panelêko balkêş amade kenê. Panelo ke bi sernameyê “Kirmanckî û Edebîyat” yeno viraştene, do bibo wesîleyê fîrazkerdişê roşanî.
* Erzingan de koyê Zîyara Axbawayî hîna binê vewra sipî de yo û awanê xo yê zelalan deşta Erzinganî weye keno. Wisarê deşta Erzinganî goreyê serranê bînan tayêna xurt aseno û deşte bîya reng bi reng. Mordem wazeno ke qaytê ci bikero.








