*Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban têkildarî biryara jidûrxistina wezîfeya rêveberiya Baroya Stenbolê û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku dewlet li aliyekî dibêje pirsgirêka Kurd çareser dikim lê li aliyê din êrişî saziyan, siyasetmendar û gel dike û got: “Pêvajo welê nameşe.”
* Berdevkê Komîteya Amadekar a Newroza Amedê Omer Onen diyar kir ku di Newroza Amedê de peyamên girîng hatin dayîn û got: “Di Newrozê de peyamên girîng hatin dayîn. Ji bo vê pêvajoyê bi rê ve bibe divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk were û statuya gelê Kurd bê naskirin.”
* Mîtingen pîrozbahiya Newrozê dê li Stenbol, Edene, Antalya, Enqere, Konya, Aydin, Bûrsa Denîzlî, Erzîngan Çanakkale, Tekîrdag, Meletî, Hopa, Kirşehîr, Eskîşehîr, Pazarcik, Datça bêne li dar xistin. (10.00-16.00)
* Tê payîn ku Dadgeha Stenbolê der barê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku piştî 3 rojan sewqî dadgehê kirin, de biryarê bide.