Îzmîr – Rojnameger-nivîskar Felemez Ulug derbarê pêvajoyê de diyar kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li şûna înkar û îmhayê çareseriyê îfade dike û got: “Di pêvajoyê de heya bingeheka destûrî ya ku mafên Kurdan mîsoger dike neyê avakirin, her hewldanek wê di asteke taktîkî de dê bimîne. Gelê Kurd êdî bêstatu û bêmaf jiyana heyî qebûl nake.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin. Di ser banga vê banga dîrokî de 15 meh derbas bûn. Di nav van 15 mehan de ji aliyê Tevgera Azadiyê ve gavên dîrokî û şênber hatin avêtin û pêvajo gihîşt merheleyekê. Lê ji aliyê dewlet-desthilatê ve tenê bi avakirina Komîsyona Meclîsê ve bersiva pêvajoyê hat dayîn. Helwesta dewlet-desthilata Tirk her tim di nav guman û nêzîkatiyên taktîkî de ma û ji ber vê yekê bi taybetî gelê Kurd hê jî baweriya xwe bi pêvajoyê neaniye.
Rojnameger û nivîskar Felemez Ulug ku li Belçîkayê dijî derbarê mijarên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û rola Çapemeniya Azad a li ser Yekîtiya Neteweyî de ji Ajansa Welat re axivî.
‘Divê mafên gelên Kurd werin mîsogerkirin’
Felemez Ulug destnîşan kir ku nirxandina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk berî her tiştî analîza hewldanekê ye dixwaze qedera sedsalî ya Rojhilata Navîn a bi şer û pevçûnan dagirtî biguherîne û got: “Ev pêvajo ne tenê ji bo bêdengkirina çekan, lê belê wekî bingehekî felsefî ji bo avakirina jiyaneke nû li ser bingeha paradîgmaya Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan hate destpêkirin. Dema mirov li geşedanên îro yên Rojhilata Navîn dinêre, tê dîtin ku gelê Kurd êdî ne tenê gelê ku li benda mafên xwe ye, lê veguheriye hêzeke sereke ya ku dikare modela konfederalîzma demokratîk wekî panzehîra krîzên herêmê pêşkêş bike. Ji bo gelê Kurd, ev pêvajo di eslê xwe de daxwaza statuyeke siyasî û mîsogerkirina hebûna xwe ya bi rûmet e di nav sînorên ku lê dijîn de ye.”
Felemez Ulug diyar kir ku bingeha vê pêvajoyê, bi taybetî bi hewldanên Abdullah Ocalan li ser îradeyeke siyasî ya xurt hatiye avakirin û wiha domand: “Armanc ne tenê çareseriya pirsgirêka Kurd di çarçoveya sînorên Tirkiyeyê de bû, lê di heman demê de demokratîkkirina tevahiya Tirkiyeyê û avakirina modela Neteweya Demokratîk e ku tê de hemû ol, ziman û çand bi wekhevî cih bigirin. Tevgera Azadiyê ji bo ku ev nîyeta aştiyê mezin bibe, di her qonaxê de gavên pratîkî û wêrek avêtin; ji agirbestan bigire heta vekişîna hêzên gerîla û amadekirina perspektîfa çareseriyê yên li ser maseyê, her carê dilsoziya xwe ya ji bo çareseriyeke siyasî nîşan da. Lê belê, li hemberî vê helwesta avaker a Tevgera Azadiyê, helwesta dewleta Tirk her tim di nav guman û nêzîkatiyên taktîkî de ma.”
‘Dewlet pêvajoyê weke amûreke şerê taybet bikar tîne’
Felemez Ulug da zanîn ku dewletê li şûna ku vê pêvajoyê wekî şansekî dîrokî ji bo aştiyeke mayînde bibîne, piranî weke amûreke şerê taybet ji bo qezenckirina demê û tasfiyekirina tevgerê bi kar tîne û wiha got: “Tevî ku Komîsyona Meclîsê rapor amade kir û bi mîlyonan mirov li qadên Newrozê piştgiriya xwe nîşanî pêvajoyê dan jî neavêtina gavên pratîkî û qanûnî nîşaneya krîza zîhniyeta dewletê bi awayekî eşkere radixe ber çavan. Ev yek di heman demê de nîşan dide ku dewlet hîn jî ji demokratîkbûna rasteqîn û ji naskirina îradeya gelê Kurd ditirse. Di encamê de, eger îro em dibînin ku maseya çareseriyê nayê aktîfkirin û dîsa polîtîkayên ewlehiyê li pêş in, ev yek ne ji ber qelsiya projeya Aştî û Civaka Demokratîk e, berovajî wê ji ber hêza vê projeyê ye ku pergalên yekperest dihejîne.”

‘Çareserî ne di înkar û îmhayê de ye’
Felemez Ulug got ku, Pêvajoya aştî û civaka demokratîk îfade dike ku çareserî ne di înkar û îmhayê de, lê di naskirina nasnameya azad û avakirina xweseriyên demokratîk de ye. Her wiha wiha dirêjî da axaftina xwe. ‘’ Em dikarin bêjin ku vê pêvajoyê heya bingehekî destûrî yê ku mafên Kurdan misoger dike neyê avakirin, her hewildanek wê di asteke taktîkî de bimîne. Lê dîsa jî, ev ezmûn bûye bingehekî neteweyî û herêmî ku gelê Kurd êdî bê statu û bê maf jiyanê qebûl nake.
Cudahiyên pêvajoyan
Felemez Ulug bal kişand ser cudahiya pêvajoyên berê û niha û ev yek anî ziman: “Cudahiya herî bingehîn a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji hewildanên berê, ne tenê rawestandina şer, lê hewildana ji bo guhertina zîhniyeta sed salî ya netewe-dewletê ye. Ji sala 1993yan û vir ve Rêber Abdullah Ocalan bi dehan caran gavên bi niyeta baş avêtine. Îlana agirbestên yekalî, şandina komên aştiyê yên ji Ewrûpa û ji Herêmên Parastina Medyayê amadekirina nexşerêya çareseriyê û pêşniyarkirina modelên wekî Konfederalîzma Demokratîk ne tenê gavên taktîkî bûn; ev hemû hewldanên stratejîk bûn ku dixwestin dewletê ji qada leşkerî bikişîne qada siyasî û demokratîk. Bandora van gavan ew bû ku bingeha çareseriyê ji sînorê çekan derxe û di nav civakê de bingeha çareseriya demokratîk xurt bike ku ev jî daxwazeke rewa û maqûl bû. Bi van hewldanan re Kurdan nîşan da ku ew ne alîgirê şer, lê dilxwazên aştiyeke bi rûmet in.”
‘Dewlet dixwaze pergala zordar bidomîne’
Felemez Ulug bal kişand ser negavêvatina dewletê-hikûmetê û wiha pê de çû: “Divê were pirsîn ku tevî van hemû gavên Tevgera Azadiyê çima dewleta Tirk hîn jî di şer de israr dike? Em dikarin bêjin ku sedema bingehîn tirsa ji parvekirina desthilatê ye û parastina statukoya navendî ye. Dewlet, demokratîkbûna rasteqîn wekî gefekê li ser hebûna xwe ya yekperest dibîne. Ji bo zîhniyeta dewletê, naskirina mafên Kurdan tê wateya hilweşîna pergala ku li ser bingeha ‘yek ziman û yek netewe’ hatî avakirin. Ji ber vê yekê, li şûna çareseriya siyasî, şer wekî amûrekî ji bo zindîkirina neteweperestiyê û domandina desthilatdariya xwe dibînin. Şer ji bo wan ne tenê mijareke leşkerî ye, di heman demê de rêyeke ji bo bêdengkirina muxalefeta navxweyî û domandina pergala xwe ya zordar e.”
‘Divê Entegrasyona Demokratîk weke yekîtiya bi rûmet were fêmkirin’
Felemez Ulug bal kişand ser mijara rol û mîsyona gelê Kurd di Entegrasyona Demokratîk de û wiha axivî: “Rola gel li vir ew e ku bibe bingeha civaka demokratîk. Entegrasyona rast bi rêya avakirina meclîs, komun û akademiyên gel pêkan e. Civak divê fêm bike ku ev pêvajo ne tenê lihevkirina du aliyan e, lê belê avakirina jiyaneke nû ye ku tê de her gund, her tax û her bajar biryara xwe bi xwe dide. Ji bo gelê Kurd, ev tê wateya hebûna xwe di nava pergaleke parastinê de. Dewlet her tim ji entegrasyonê helandin û teslîmiyetê fêm dike; yanî dixwaze Kurd bibin mîna wan, zimanê xwe ji bîr bikin û di nav sînorên netewe-dewletê de winda bibin. Lê dntegrasyona demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan behsa wê dike, tam berovajî vê ye. Ew pêvajoyek e ku tê de gelê Kurd bi nasname, ziman, çand û îradeya xwe ya siyasî ve, di nav pergaleke demokratîk de dibe xwedî statu û bi gelên din re jiyaneke wekhev ava were avakirin. Divê hebûna gelê Kurd û mafên wan ên kolektîf di destûra bingehîn de werin mîsogerkirin. Perwerde û jiyan bi zimanê Kurdî bibe mafekî fermî û civak bikaribe xwe li ser ava bike. Di çarçoveya rêveberiyên xwecihî de desthilat ji navendê ber bi gel ve were dabeşkirin. Em dikarin vê weke xweserî jî bi nav bikin. Her wiha yek xalên herî bingehîn jî siyaseta azad e ku xwe dispêre civaka exlaqî û polîtîk ku Kurd karibin bi nasnameya xwe ya azad di hemû qadên siyasetê de cih bigirin. Bi kurtasî, divê civak Entegrasyona Demokratîk weke yekîtiya bi rûmet were fêmkirin. Ev ne teslîmiyet e, berovajî wê, bi nasnameya xwe ya Kurdewarî beşdarbûna rêvebirina welat û herêmê ye. Heger ev pêvajo bi ser bikeve, wê ne tenê meseleya Kurd çareser bibe, wê modela Neteweya Demokratîk bibe ronahiyek ji bo hemû gelên herêmê.”
‘Berpirsiyariyek mezin a çapemeniyê heye’
Felemez Ulug bal kişande ser helwesta Çapemeniya Azad a ji bo pêşxistina pêvajoyê û wiha got: “Bêgûman di perwerdekirin û serwextkirina civakê de ragihandin xwedî erkekî girîng e. Ger ragihandin vê erka xwe di çarçoveya etîk û exleqî de pêk bîne dikare bandorek mezin li civakê bike. Di vê çarçoveyê de dema em qala rola Çapemeniya Azad dikin, em behsa hêzeke wisa dikin ku divê bibe çavkaniya rastî û hêza gelê xwe. Di vê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, berpirsyariya herî mezin a çapemeniyê ew e ku zimanê şer û tirsê yê dewletê parçe bike û li şûna wê, zimanê aştiyeke birûmet ava bike. Çapemenî ne tenê nûçeyan çêdike; ew di heman demê de civakê perwerde dike, hişmendiya Civaka Demokratîk di dil û mêjiyê gel de diçîne û nîşan dide ku aştî ne tenê bêdengbûna çekan e, lê belê bidestxistina mafên rewa û jiyaneke azad e. Bi kurtasî, çapemenî divê rê nede ku îradeya gel di tarîtiya dezenformasyonê de winda bibe.”
Rola çapemeniyê di avakirina Yekîtiya Neteweyî de
Felemez Ulug destnîşan kir ku mijara duyemîn a herî girîng jî rola çapemeniyê ya di Yekîtiya Neteweyî ya Kurd de ye û got: “Sînorên ku di navbera çar parçeyên Kurdistanê de hatine xêzkirin, berî her tiştî divê di mejî û dilê gel de werin rakirin. Divê çapemenî bi weşan û zimanê xwe ve her çar parçeyan hemêz dike, hişmendiyeke hevbeş ava dike. Dema ku êşeke li Amedê yan serkeftineke li Qamişlo an jî li Hewlerê wekî êş û şahiya hemû Kurdan tê nîşandan, ev yek ruhê yekîtiyê xurt dike. Çapemeniya azad dibe platformek ku hemû reng û dengên Kurdistanê tê de xwe dibînin, nîqaş dikin û ber bi armanceke hevbeş ve dimeşin. Ji ber vê yekê, civak divê çapemeniyê ne tenê wekî saziyek enformansyonê, wekî zimanê xwe yê neteweyî bibîne. Çapemeniyeke ku karibe rastiya gelê xwe bi cîhanê bide naskirin û di nav hundir de jî yekîtiya kurdan biparêze, motora herî xurt a şoreşê û aştiyê ye. Heger çapemenî karibe vê rola xwe ya avaker bi ser bixe, hîmên civaka demokratîk wê hê bêtir were xurtkirin.”
‘Rojhilat Navîn bê Kurdan nabe’
Felemez Ulug ser rewşa şerê ku îro li Rojhilata Navîn diqewime û girîngiya vê pêvajoyê ji bo Tirkiyeyê jî nêrînên xwe anî ziman û wiha got: “Rojhilata Navîn di nav guhertineke mezin de ye û nexşeyên kevn êdî li ser pêyan namînin. Ji bo Tirkiyeyê, ev pêvajo tê wateya tercîha stratejîk. An Tirkiye wê bi Kurdan re li ser bingeha wekheviyê li hev bike û bibe hêzeke navendî ya demokratîk a li herêmê, an jî wê di polîtîkayên xwe ya înkara Kurdan de israr bike û di nav kaosa herêmî de ber bi paşketineke mezin ve biçe. Yanî aştî bi Kurdan re, ji bo Tirkiyeyê ne tenê meseleyeke navxweyî ye, garantiya siberoja wê ya li Rojhilata Navîn e.”













